21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Awirek li ser dîroka Newroz û Sîn-Sîngo ye

Newrozê, di roja îro de, bi tekoşîna neteweyî ya bêhempa û bedelên pir mezin şiklekî nû girt. Bûyê sembola berxwedan, azadî û senteza cejnên Sîn-Sîng û Newrozê.

Tê zanîn ku li ser dîroka Newrozê dîtinên cuda hene, piraniya dîrokzanan wê rojê bi çîroka Fîrdewsî û girtina Nînovê re girê didin. Fîrdewsî dibêjê; ‘Li ser milên kralê zalim Dehaq du mar derketin, bizîşkan wek dermanê wan pêşniyara wî kirin ku rojê du mejiyên xortan bide ser. Bi fermana wî, her roj du xort dihatin kuştin û mêjiyê wan didan wan maran. Lê piştî demekê dilê kesên gencan serjê dikin bi wan şewitî û di cîhê yekî de mejiyê bizineke tev li kirin. Di dawiyê de, lawê Kawayê hesinkarê dawî jî birin ku serjê bikin. Kawa çû bi gurzê xwe Dehaq kuşt û êdî ew roj bû roja rizgariya ji zilim!` Dîtinek jî dibêje; `Sala medan paytextê asûr Nînova (bz 612) girtin û ew roj wek `Newroz` an rojeka nû pîroz kirin!` Bi vî awayî îdîa dikin ku dîroka Newrozê 2637 rojan berê destpêkiriye.

Di herdu bûyeran de jî Newroz tê wateya roja ji zilme rizgarbûnê. Pîrozkirina wê serdêmê bi wata îro tê pîrozkirin ve hevdû digrin û îro jî kurd vê rojê bi armanca ji zilmê, bindestiyê û koletiyê rizgarbûnê pîroz dikin.

Di vê xelekê de pirs ev e; gelo bûyerên tên qalkirin Newroz afirandin? Ez ê hewl bidim ku bersIveka dîrokî ji vê pirsê re bibînim lê dibê ji peyva Newrozê destpê bikim.

Bawerim li gor lîngustiyê peyva `New-roz` ne kurmanciyê û bi zaravê kurmancî gereg bibûya `Nû-roj`! Bêguman ziman tên guhartin lê ew peyv di farsî û zaraveya kirmanckî de hatiyê parastin. Di farsî de `Nou-roz` an `No-rooz` ê, di zaravê kirdkî de jî `New-roz` an `Newe-roz/roc`ê. Pekî çima di kurmancî de nehatiyê parastin? Gelo di girtina Nînova de kurmancîaxiv tunebûn an kirdkî dayika zimanê kurdî ye? Li gor lêkolînên min herdu jî nînin û dîrokeka din di pişt wê yekê de heye!

Kurdên li dervayî welat an yên îro li navênda Anatoliyê û dora çemê Firat (Mereş û Germiyan) dijîn 50 salan berê Newroz nedizanîn! Di cîhê Newrozê de `Sîn-Sîng` an `Sîn-Sîngo` dizanîn û pîroz dikirin. Edwars Wîllîam Charles Noelê di sala 1919an de çûyî Kurdistanê jî wê yekê tînê ziman û dibêje, zenda atmî ya li Pazarcik a Mereşê dijî, sîn-sîng û tûra dilîstin. Navê tûra bi serê xwe balkeş e lê ew lîstik bi werisên di avê de hatine qerisîn û bi du kesan tê lîstin. Herdu nefer bi werisan li jinûyên hev dexin heta ku yek ji wan pes dike… Sîn-Sîng jî di alî dem û şêweye pîrozkirine de wek Newrozê ye. Wê rojê, mêr rûyên xwe kûr dikin, hemî xwe pakij dikin, kincên nû lixwe dikin û dema tarî dadikeve ser cîhanê diçin cîhên bilind û agirekî mezin vêdexin. Jin, mêr, keç û xort çoyên ser bi agir (meşalê) vêdexin, di dora agirê mezin re digerin û govênde dikşînin. Ew tabloye derdikeve di heman demê de wêneyekî roj û stêrkên li dorê wê jî derdixê holê ku watedar e. Xortên li cîh kombûnî ye xwe bi dor di ser agir re helavên, yên pişt wan jî didan dû û dema digiştin hev jî gilaş (bersîngî-kuşnî) dikirin. Wê şahiyê heta nîvê şevê berdewam dikir.

Ew wersiyona herî dawiya ku min jiyaye. Helbet şêweyê kevn bi çi awayî bû ez nizanim lê divê hîn dewlementir bûyana. Gelo Sîn-Sîng tê çi watê? Fîrdewsî di berhema xwe de, qala cejneka bi navê Sede ya ji Newrozê kevintir dike. Em nizanin wî nav çiqas rast nivisiyê lê dibêje: kralê yekemîn ê eceman Kiyûmersê, di serdema neviyê wî Hûşeng de, ji nava keviran hesin hat derxistin, ji wî kêr, tevşo û bivir hatin çêkirin. Wî hesin li kevir xist û agir jê derket û cejna Sede ji vê demê tê û agir bû qible. Cejna Sede ji bo me di du xalan de girîng e. Yek, ji bo ku ew bûye qîblê koma arî, divê dîroka vê gelek kevn be. Ya duyemîn jî, giredana vê ya bi cejna di nav kurdên dervayê welat de tê zanîn an Sîn-Sîngo re ye. Îhtîmaleka mezinê ku cejna Hûşeng Sede bi Sin-sînko re yek in. Wek nav jî gelek nêzîkî hevin, dibê ku Fîrdewasî nav guhartibe yan bi demê re hatibe guhertin. `Kurê Hûşeng, Tahmûrs nivîs fêr bû, ew fêrî rûmî, erebî û farsî kirin…`(Şahnamê; rûp 32) Fêrkirina rûmî û erebî mirov fêhm dike, lê çima farsî? Gelo ew ne fars bû? Ji vê yekê mirov derxê ku ew kurd bû. Îhtîmalên dinên koka vî navî jî dibe ku ji sîng an sî yê hatibe. Sîng, ji gilaşa-bersînga xortan ya di wê şevê de pêk dihatî ya jî ji siya mirova ye li ber agirê gur dilîzî ew nav derketibe. Lê dema li tabloyê sîn-sîngê mirov mêze dike, ji Newrozê cuda, di pîrozkirinê de li dij zilmê derketin an tekoşîna li dij desthilatdariyeka zalim nîne. Wek cejneka xwezayî tê pîrozkirin. Sedêmên wê çi ne?

  1. Sedêmên xwezayî: Xelk wê rojê wekî ji zivistana direj, tarî, serma û seqema zêde xilas bûyîbe pîroz dike ku gelek xwezayî ye. Lewre zivistanên dirêj nahêlin ku mirov rehet bijîn, derkevin dervayî malê; xûrek, êzing, kerme û êmê ajalan teva dibin hev û mirov dikevin tengasiyên jiyanî. Bi hatina tava zêde, zindîbûna biharê, vejîna xwezayê, jîndeyên ku xwe ji nû ve diafirînin û kirasê nû yê li ser cîhanê di mejiyê mirovan de hestên şahiyê diafirînin ku ew rê li ber şahiyê yan cejneke xwezayî vedike.
  2. Pîrozbûna agir: Kurdan an koma arî bi giştî bi agir û rojê bawer dikirin; wekî nivîskar jî tînê ziman ew kirin qible xwe û ew roj kirin roja şahiyê. Ji bo ku ji wan re ya herî baş û bi bandor roj-xor bû. Lewre ew kaniya jiyanê bû û mirovan vê yekê kifş kiribûn. Roj wek xwedawend `mîtra` (me-ra/ro an ro ya me) binav kiribûn. Peydakirina agir jî, di jiyana mirovan de şoreşek pêk anî û bû bingehê pêşketina mirovan… Ji bo wê kurdan û cîranên wan agir kirine qibleya xwe. Ji ber wê ye ku heta roja îro kurd di Newrozê û Sîn-Sîngê de di ser agir re xwe heldavên û wekî kurdên xelxalê tînin ziman dibêjin, ´zerdiyê min malê te, sorxuyê te malê min.` ya jî:

Gulî gulî çarşemê,

Sibe da pencşemê,

Belê xwe dibirimê

Derd û belê min bi wî re here! Dibêjin.

Bi vî awayî dixwazin bibêjin ku agir tu pîroz î; hemî xirabî, nexwaşî, rûhên xirab, serma, tarîbûn hwd tu yê bişo, paqij bikî, bisotînî û di cîhê wan de tê ji me re rindî, qencî, zindebûn, şahî û tendirustiyê bînî… Kurdên agir kirine qibleya xwe, ew û cîhê ew lê vêdikevî jî pîroz dîtine û li dora wê hişmendiyê bingehê dînê xwe dane rûnişkandin. Li ser van pîroziyan navê dînê xwe kirine `mazda` yanî yên `ez-da` ku lêkolîner dibêjin ew dînê kurda yê kevn e. Yanî ew dînê kurdan e û ji alî kurdan ve prensîbên wî yên esasî hatine dayîn. Navê wî jî kurdî ye, di zaravê kirmanckî de `maz` tê wateya em, yanî yê em danî, xûlaqandî. Di zaravê kurmancî de bûyê ez da an xwe-da yanî kesê xwe afirandî. Dîtinek dibêje, bi hatina zerdeştiyê ya nav koma arî re naqokî û alozî ketin nava wan û ew belav bûn. Yanî beşê li ser dînê mazda mayî, li dij vê yekê derketin ku zerdeştî bibê dînê wan an di nava dîn de reform pêk werin û ew bû sedêma şerê navxweyî.

  1. Sedêmên dîrokî û cejna Saka: Di herdu xalên li jor de, di navbera Newroz û Sîn-Sîngê de zêde ferq nîne, mirov dikarê bibêje ku wek hev in lê di xala dîrokî de ferqa wan jihev heye! Navên cudayên li herdu cejnan tên kirin jî ji ber vê sedême derketine holê. Cewherê vê yekê wiha ye; li gor lêkolînên min kir, saka (îskît) û tûranî piranî kurdên îro li dervayî welat dijîn û yên heta îro sîn-sîngê pîroz dikin jî neviyên wan in! Di navbera wan û persan de jî şerên domdirêj pêk hatine.

Bi ve yekê re girêdayî, wekî gelek kes jî dibêjin, nijatperestê fars Firdewsî di pirtûka xwe de hewl daye ku persan bilind, saka-kurdan jî biçûk bixe. Lewra ew kurdên girêdayî rêberê xwe Tûr (Tûranistan), bi farsan re cîran lê dijminên hev bûn. Di navbera fars û vî beşê kurdan de şerêkî ji 40 salan zêdetir dom kirî heye. Hinek çavkanî vî şerî yê desthiladariyê, hinek jî wek yê dînî radigîhînin. Herdu sedêm jî mimkûnin lê kijan sedêm dibe bila bibe Firdewsî yên li hember farsan xirabkar, Dehaqên zalim, marên bi jahr û mejîxwar nîşan daye.

Ji bo Dehaq di `Dîroka Ermenistanê` ya ku ji alî Movses Xorênatsî ve hatiye nivisîn de, ku ew bi daxwaz û spartina Sahak Bagratûnî yê serfermandar, rêvebir û mêkanasê ermenî yê dewra V an nivîsiye wiha tê gotin: `efsaneyeka farsan a der barê Îştûvêgûyê Pirhespî (Byuraspî Azdahak) -padişahê Medya yê dawiyê de heye, yê ku di çavkaniyên ewropî da bi navê Astiag/Astîagês tê nasîn; tiştekî vala, bêwatê û bêkêr e. Lê Sahak xwest ku ez tê de bi cîh bikim. Min je pirsî: Tu ji bo xatirê çi me bi van çîrokên farsan yên bêwatê û bêtem ve didî mijûlkirin? Ev xwastek min bi temenê wî yê ciwan û ji hîn tam negihîştine wî tên. An ku wî nikariyê rastiyê û derewan jihev cuda bike, ku dêwan sergirkên milên wî maçkirine û ji wan ziya derketine. Min ew di pirtûka keldaniyan da dîtiye… Astiyag/Ajdahak gotiyê ku divê hemû fêrî jiyana bi şêwazekî hevbeş bibin ku divê hebûna kesekî ya cuda nîn be, divê hertişt ji bo hemûyan giştî be. Her gotineka wî, her karekî wî vekirî, li ber çavan bûye. Tu ramanên wî yên veşartî û dizî tûnebûne. An jî Quruşê-II an bi alîgirên xwe ve, dema li dij kalikê xwe derbê plan dikir ew bi derawan di nav gel de belav kirine. `Ji vê çavkaniya girîng, xala yekê ya ku tê fêhmkirin ew e; çîroka Fîrdewsî derew e. Xala duyemîn, navê kral ne Dehaq e, navê wî Pir/Pîr-hesp an Astiyag e. Ya sêyemîn, Quruş-II an û aligirên wî yên kurd ew derewa bi zanyarî belav kirin; kralê medan xirap, zalim û wek cinawirekî dan nasandin ku derba hatî kirin rewa bê nîşan dayin. Heger em ji wê çavkaniyê derên rê, derdikeve holê ku yên Sîn-Sîng pîroz dikirin kurd in lê yên Newroz afirandine jî fars, kralê wan Quruş û kurdên aligirên wan in. Diyare ku farsan ew roj wek cejna ji rêvebiriya kurdan rizgarbûyînê pîroz kirine, ev yek.

Ya duyemîn jî wiha ye; Wekî tê ziman, saka û tûranî kalên beşekî kurdan e, xuyaye ku ew li dij desthilatdariya Quruş-II an derdikevin an wekî hatî nivîsîn li dij reformên dînî derdikevin û parçebûnek di nava koma arî de pêk tê û şerên wan ê direj destpê dikin.

Çavkaniyên farsî dibêjin dema ‘hikûmdarê tûraniyan’ Pêşeng mir, li cîhê wî kurê wî Alp Er Tunga rûdinê. Di gelek çavkaniyan de Efrasiyap-Alp Urûngû-Tûr-Madûva yek kes in û kurd e. Di Avesta de wek Frangrasyan/Frasyab/ Frasiyak derbas dibe. Li ser kevirên li Yenîseyê, di nivîsekê de wiha tê gotin: “Men êlxan Alp Urûngû yê kurd im” û Urûngû-Tunga xanê sakayî herî mezin tê zanîn. Ji bo ku bi îraniyan re pir şer kirin, wan navê xûdayên xirabiyê an Afrasiyab dane ser. Alp bajarê Zerenç ava kir, av bir çolan û ziraat da kirin. Tîrên sêdevî dan çêkirin ku mirov pê yekser dimirin.

Di navbera Siyavûş ê Keykawûs ê ku Rûstem piştgirî dikirî û Tunga de peyman hat çêkirin. Lê Keykawûs ji şer hezdikir û ji lawê xwe Siyawûş xwest ku şerê Tunga bike. Siyawûş li dij vê derket û xwe avêt paş Tunga û bi keça wezîrê wî Pîran re zewicî. Piştre bi keça Tunga, Frengîzê re zewicî û lawekî wan î bi navê Keyxusrev çêbû. Lê bi demê re, Siyawûş ji rêya rast derket û ji alî sakan ve hat kuştin. Dema Rûstem bihîst ku Siyawûş hatiye kuştin, arteşa afgan û îraniyan êrîşî sakayan kir û ew têk birin. Rûstem şeş salan li ser textê Tûranistanê ma û bi ser tevliheviyên li Îranê, vegerî. Bi ser vê de Tunga êrîşî Îranê kir. Gîv ê Gûhderz, kurê Siyawûş (lawê Ferengîz) ê ku sakayan vedişartî revand û kire şahê Îranê. Keyxusrew ji bo ku heyfa bavê xwe hilne êrîşî saka kir û Tunga bi hîle di sala bz. 624 an de kuştin. Hinek çavkanî jî dibêjin ku Tunga ji alî kiralê med Kiyaksar-I (Keyxûsrew) ve hatiyê kuştin. Bi ve re girêdayî gor rîvayetan şerê Îran-Tûranistanê 40 salan dom kiriye û med, di 13 tîrmehê de `cejna Saka` pîroz dikin ku ew roja kuştina Tunga ye. Îranî jî vê rojê re an 14 tîrmehê, ji bo rizgarbûna dijminê wan yê herî mezin, wek roja `cejna tîregan` (26 hezîran) pîroz dikin. Xûyayê ku Tunga dijminê farsan û beşekî kurdan bûye.

Dîrokzanê ereb Mesû`dî di sala 935 an de dinivîse ku êla botanê ya ku navê xwe dayî çemê Botan, di salvegera Tunga de şîna wî digirt. Ew çavkaniya jî aşkere girêdana saka û kurdan, şerê beşekî kurdan bi med û îraniyan re derdixe holê. Li ser heman babetê lêkolînerê kurd Odabaşi jî Strabonê (63 bz) wiha neqil dike; li Qapadokya qala cejneke ku îranî pîroz dikin dike. `Persên li Zela (Zîle) havînan di bawergeha Anahît de cejna azadî û rizgarkirinê ya ku digotin cejna saka yê pîroz dikirin. Zana yê îslamî Taberî qala vê dike. El-Burunî jî dibêje gelê li vê herêmê 7 temmûzê cejna `ji Afrasiyab rizgarbûnê` pîroz dikin. Dîrokzanên herêmê hemûyan ew wek Eyd-a Kurdî binav dikirin. Ew roj, roja tolhildana ji kurdan bû. Gerokê îngîlîz, Jamis Morier jî dema li Demavend (bakurê Tehran) digere dibîne ku di 31 tebaxê de îranî li wir cejnekê pîroz dikin. Îranî ji bo vê, cejna rizgar kirine re dibêjin `Eyd-î Kurdî`. Ew çavkanî jî didin xûya kirin ku faris eyda ji kurdan xilasbûyînê an roja ji Afrasiyab rizgarbûnî pîroz dikin ku xelekeke girîng e. Wekî hatî nivisîn li hember farsan heger 40 salan şer kiribe û tekoşîn dabe, helbet ew je cejnekê ji bo vê dirûst bikin. Firdewsî jî ew çîrok gor dilê farsekî çêkiriye, nivîsiye û ji ber ve yekê ye ku gelek nivîskar wî wek nijatperestekî fars dibînin.

Gerokê tirk Ewliya Çelebî di sedsala XVIan de dere herêma Germiyan (Meletî) û agahiyên giranbiha dide: tirk û kurdên li Germiyan efsaneya Efrasyab qal dikin û dibêjin ku ew bi kurdî diaxivî û kalê kurda yê mezin e. Kurdên li Germiyan û derdora wir dijinî neviyên saka û tûraniyanên ku ji Xorasana mezin hatine. Afrasyab wek kalê xwe dîtin jî xalekê gîrîngê û tê wê wateyê ku ew rêberê wan kurdan bû.

Di encama şerên di navbera Efrasiyab-Tûr û tifaqa pers-afgan-kurdan de derketî, Eyd-î Kurd derxistiyê holê û dibê ku ew bi Newrozê ve hema cejne. Beşekî kurd û fars wê rojê wek şahiyekê pîroz dikin ku ji Efrasiyab rizgar bûne û ew wek rojeka nû ya rizgariyê dîtine. Helbet, pedeviya vê xale ya lêkolînên kûr û direjê heye. Ji van bûyaran jî derdikevê holê ku di nava koma arî de du cejnê hene, yek ya xwezayî û dînî an Sîn-Sîngo; yek jî Newrozê. Ji ber bûyerên dîrokiyê xwînî ye ku beşekî kurdan heta dema dawî jî Newroz nedizanîn.

Di roja îro de wateya Newrozê: Newrozê, di roja îro de, bi tekoşîna neteweyî ya bêhempa û bedelên pir mezin şiklekî nû girt. Bûyê sembola berxwedan, azadî û senteza herdu cejnen berê. Îro Newroz ji bo kurdan tê wateya;

  1. Şahiya herî bi coş, xweş, rengîn û bi heybeta tê pîrozkirine.
  2. Cejna herî zêde ya ji bo xwîna mirovan hatiyê rijandine.
  3. Yekitiya kurdan e; kurdên bawerî, zaravê û erdnîgariyên xwe cuda jî pîroz dikin û bûye cejna yekîtiya neteweyî.
  4. Bûyê peyama neteweyî ya giştî.
  5. Bûyê gaveka stratejîk a tekoşîna kurdan ya ji bo azadiyê.
  6. Kurdan di bin rûhê tekoşîn, berxwedan û azadiyê de digîhînê hev û têne hedefekê dide pêşberî wan.
  7. Di çeperên li dij dagirkeran, zordaran de bûyê ala azadiye ya bindestan û bandora xwe li hemû cîhanê belav dike.