21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Helbesteka Anarşîst

Filma Vîgo, helbesteka anarşîst e li dijî pergala desthilatdariya zordar ku dîsgotina wê di vî filmî de “sifir” e. Straneka zarokî ye ku zagonên dijwar ên pergalê binpê dike û bangeka serhildanê ye ku hê jî olan dide û wê tim olan bide.

Mîlîtanekî anarşîst Miguel Almereydayê ku emrê wî bi tekoşîn, şerê li dijî desthilatdaran derbas dibe û dawiyê jî di zindanê de tê kuştin. Ev anarşîst, bavê derhênerê fransî Jean Vîgoyê ku yek ji nûnerekî girîng ê rasteqîniya helbestî a sînemayê ye. Derhêner û malbata wî ji bo ewlehiyê bi navên cuda, bajêrên cûr be cûr digerin. Vîgo, hê di biçûkatiya xwe de rûyê sar û hov ê “cinawirê herî sar” ango dewletê ku forma herî xurt a desthilatdariyê ye dibîne. Piştî kuştina bavê wî, diya wî ew dibe dibistana şevînî. Çîroka fîlma wî ya yekem li vir dest pê dike.

Jean Vigo ku tenê 29 sal emr dike, yekem filma xwe Zéro de Conduite, di sala 1933yan de çêdike. Zero de Conduite têgehe fransî ya kevn e ku bêhtir ji bo zarokan, şagirtên ku rê û rêbazan naşopînin, bêrêzkarî-bêdisîplîn in û tevgerên wan “ne baş in” tê bikaranîn. “Dîsîplîn Sifir!” Di dibistanan de zarok dikevin pêşbaziyan, li gor ezmûn û tevgerên wan, rewşa wan, sekna wan, helwesta wan xalan didin wan. Ji bo bikaribin mezûn bibin divê xalên wan têr bikin. Desthilatdarî ango rêveber û mamosteyên dibistanê ji bo her tevgereka şagirtên serhildêr ên li dijî zagon û qedexeyên dibistanê derdikevin re dibêjin “sifir!” Xal wek amrazeka gefxwarînê ye di destê mamoste û rêveberan de.

Diyar e film ji bandora bîranînên zarokatiyê ya li ser derhêner derketiye. Fîlm, di dibistaneke şevînî de derbas dibe ku bi zagonên dijwar û cezayên giran tê rêvebirin. Dixwazin bi rê û rêbazên tund û cezayên ku wek beşek ji rêzê ya jiyana rojane ye dîsîplînê saz bikin. Şagirtên serhildêr bi hêrsekê bêsînor li dijî rêveber û dibistana ku dixwaze ew bi zagonan li gor xwe têşe bide wan derdikevin.

Rêveberiya dibistanê ku li ser laşê şagirtan desthilat e, pê re dixwaze giyanên wan jî bixe bin kontrola xwe. Wek hemû pêrgalên desthilatdariyê dixwaze “kesan” bikuje û “tiştan” avabike. Desthilatdarî heta derekê digihêjin armancên xwe lê helbet “cihê ku lê desthilatdarî hebe berxwedan jî heye.” Di dibistana di bin nîrê zordestiya rêveberiya dibistanê de tê çewisandin jî şagirtên ku li hemberî vê pergalê radibin derdikevin. Tevî ku gelek şagirt di nav diranên pergalê de tên cûtin jî yên ku hewl didin diranê wê bişikînin jî, ên li ber xwe didin û ji bo azadiya xwe têdikoşin jî hene. Şagirtên serhildêr ku dibistanê wek zindanê dibînin ne tenê şagirtên dibistanê ne lê ew berxwedêr in ku dibin wek nîşaneya azadî û serhildanê. Hemû zagonên dibistanê tê binpêkirin, dema di nav bajêr de bi awayekî lêşkerî dimeşin ji kêriyê diqetin, li dibistanê cixare dikişînin, plansaziya serhildanê dikin. Bi çoş û şên in, direqisin, dilîzin, belawela dikin.

Helwesta desthilatdariyê ya li dijî zarokan bi şêweyeke grotesk tê nîşandan; midûr, bi tevgerên xwe yên wek karîkatûrê, dibe figureke kelavijîk, mamoste jî her yek ji wan wek nûnerên desthilatdariyê ne ku peywira wan ew e ku zordariyê berdewam bikin. Wek ku Îvan Îllîch di xebata xwe ya bi navê Civaka Bêdibistan de destnîşan dike, bi awayekî xwezayî dibistan daxwaza mafên li ser dem û enerjiya beşdaran (şagirtan) dike. Helbet zarok an şagirt bi xwe biryara çûna dibistanê nadin an dewlet an jî civak biryar dide. Lewma mamoste dibe wek waîz, rêber, nobedar û terapîst. Û herwiha ne tenê li dibistanê lê di nav jiyana rojane de, di civakê de jî rastî çi ye ne çi ye diyar dike, lewma wek dê û bav in jî. Ew li ser jiyana şagirtan xwedî maf in. Armanca vê pergalê ji serî heta binî şagirtan ji bo saziyên din ê şaristaniyê amade bike ango ji bo pergalê bike xwarîneka pijandî.

Herwiha rêveberê dibistanê tevî hêz û desthilatdariya xwe kesekî bêjnbost e, biçûk e. Tevgerên wî kenok in. Tevî ji ku li ser şagirtan e jî ji wan biçûktir û bêhêztir e. Biçûkbûna desthilatdariyê ya li hemberî civakeka serhildêr nîşan dide. Vigo bi filma xwe nîşan dide ku zext û zordariya ji bo sertewandinê ne tenê mijareke perwerdehiyê ye, lê ji hêmanên herî biçûk ên civakê dest pê dike. Helbet Vigo vê yekê bi zimanekî zanistî, sar û dîdaktîk nake; sînemaya wî, wek helbesteke ji dîmenan pêk tê ku li dijî tarîtiya deshilatdariyê, azadiyê ango zarokatiya ku tu sînor û zagonan nas nake vedibêje. Ev film ne tenê çîrokeka ku serhildana zarokan a di dibistaneke şevînî de vedibêje ye, qêrînek helbestî ye li dijî desthilatdariyê.

Fîlm, wek berhemeke girîng a tevgera hûnerî ya rasteqîniya helbestî di sînemayê de. Çîroka şagirtên biçûk ango mirovên ji rêzê bi vegotineka lîrîk de tê pêşkeşkirin. Herçiqas cîh dibistanek be jî ne tenê saziyeka perwerdehiyê ye, cîhaneka biçûk a zordariya pergalê ye. Tenê çîroka serhildana zarokan a li dijî rêveberiya dibistanê nîne helbet, rexneyek tuj e li dijî desthilatdariyê ye û herwiha nîşandana zordariya binyada civakê ya li ser zarokan e. Zagonên ku ji aliyê mezinan ve hatine diyarkirin, saziyên şaristaniyê, hiyerarşî û pergalên cezayê, hewldanên afirandina kesên bê kesayet, bêîrade û sertewandî ne, lê zarokên Vîgo vê sertewandinê qebûl nakin. Zarokên film serhildêr in û dibin nûnerên tekoşîna azadiyê.

Şêweya vegotina Vigo, li dijî rêgezên sînemaya klasîk derdikeve, vegotina kevnare qebûl nake. Film, ne tenê bi rêze bûyerên dramatîk, lê bi zimanê xwe yê sînematografîk jî helwesteke cuda nîşan dide. Çîrok, bi sekansên xewnê û wêneyên surealîst ve hatiye xemilandin. Di hin sehneyên rasteqînî û xeyalî tevlihev dibin û carinan hêmanên sûrrealîst zêdetir in. Film cîh bi cîh sînorên rasteqîniyê binpê dike û derbasî cîhaneka sûrrealîst jî dibe. Sehneyên xewnê, pêşkeşkirina kesayetan, tevliheviya demê, vegotina film ji rasteqîniyê dûr dixe û ber bi cîhaneka xeyalî ve dibe. Bi taybetî sehneya ku herî zêde tê zanîn, wek rêzîkên helbestekê ye; dema zarok serî hildidin û pirtikên palgîfan li hewayê difirin, mirov ber bi çîrokeka xeyalî ve dibe. Ev jî nêrîneka zarokane ye; di navbera rastî û xeyalan de, di navbera listîk û rastiyê de. Xuya ye, derhêner vegotina ji rêzê qebûl nake lê pê re û çîroka zarokan ne tenê wek mijara film lê wek şêweya film jî bi pêş dixe.

Film ji ber vê helwesta xwe ya azadîxwaz û serhildêr salên dûr û dirêj hatiye qedexekirin. Ji ber rexneyên dijwar li dijî desthilatdarî û pergalê dike film rastî sansûrê tê. Belê, film hê jî mînakeka pir baş e bêsînema çawa dikare li dijî zext û zordariya desthilatdariyê bibe amrazeka serhildanê.

Kurt û kurmancî; filma Vîgo, helbesteka anarşîst e li dijî pergala desthilatdariya zordar ku dîsgotina wê di vî filmî de “sifir” e. Straneka zarokî ye ku zagonên dijwar ên pergalê binpê dike û bangeka serhildanê ye ku hê jî olan dide û wê tim olan bide. Şagirtên serhildêr li benda roja merasîmeka fermî ne. Ne tenê rêveberiya dibistanê lê ya bajêr jî li merasîmê hazir in.

Belê filmekî helbestî ye lê helbet helbesteka dijwar e, hişk e, a şer e; li dijî desthilatdariya rûsar, mekanîk bi coş e, şên e, lîstik û reqs e; di destan de alên reş û solên bêhngenî û qutiyên konserveyan û li ser zimanan manîfestoyeka serhildêr a zarokî:

“Şer hat ragihandin.
Bimrin mamoste!
Bijî şoreş!
An azadî yan mirin!
Divê ala me bilind bibe.
Sibê em ê li ser piyan bin.
Em ê bi pirtûkên kevin ên rizî, qutiyên konserveyan û bi pêlavên bêhngenî şer bikin!”