Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di roja duyemîn a Foruma 9emîn a Silêmaniyê de axivî û rewşa Sûriyeyê, êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kêşeyên li pêşiya Rêveberiya Xweser nirxandin.
Îlham Ehmed di destpêka axaftinên xwe de tekez kir ku ne pêkan e Sûriye vegere serdema beriya sala 2011an, ji ber ku sîstemên navendî pirsgirêkan çareser nakin, lê wan aloztir dikin. Herwiha tekez kir ku divê rêz li cihêrengiya Sûriyeyê bê girtin û mafên kurdan û hemû pêkhateyên din di destûrê de bên mîsogerkirin.
Îlham Ehmed diyar kir ku nepejirandina nenavendîbûnê dê bibe sedema nakokiyên nû û piraniya xelkê Sûriyeyê sîstemeke navendî naxwaze. Herwiha got: “Ji bo derketina ji vê qeyranê pêwîstiya Sûriyeyê bi çareseriyên nû heye.”
Herwiha Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya beşdarbûna hemû aliyan di nivîsandina destûrê û rêveberiyê de ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û got: “Em dixwazin beşdarî nivîsandina destûr û rêveberiyê bibin. Gelê Sûriyeyê bi biryar e ku ji bo azadî û rûmeta xwe têbikoşe û ji armancên xwe paşde gavê naavêje.”
Têkildarî lihevkirin di navbera desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser de jî Îlham Ehmed diyar kir ku ew dixwazin lihevkirinên xurttir ji bo proseya destûrî û siyasî û avakirina Sûriyeyê pêk bînin.
Îlham Ehmed herwiha behsa lihevkirina di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de jî kir û diyar kir ku ev lihevkirin ji bo pêkhateyên cihêreng ên Sûriyeyê girîng e û tawanên ku dibêjin Rêveberiya Xweser daxwaza cudabûnê dike, pûç kirin.
Îlham Ehmed behsa ezmûna herêma federal a başûrê Kurdistanê jî kir û diyar kir ku ezmûna herêmê di dîroka kurdan de girîng e. Herwiha got rewşa kurdan û rewşa jeopolîtîk li Sûriyeyê bi giştî, ji vê ezmûnê cuda ye û divê ev cudahî li ber çavan bê girtin.
Foruma 9emîn a Silêmaniyê ku li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.