Vexwendîname ji aliyê Komîteya Amadekar a 1ê Gulanê ve hat şandin, ku partiyên siyasî yên mezin, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swîsreyê jî di nav de ji zêdeyî 60 saziyan pêk tê.
Komîteyê name ji Rêber Apo re şand, ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye û işaret bi modelên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser civaka alternatîf kir.
Di nameyê de wiha hat gotin: “Hewldan û dilsoziya we ya ji bo aştî û demokrasiyê, têkildarî şer û bûyerên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê demeke dirêj e tê naskirin. Di heman demê de fikrên we li Rojhilata Navîn, Ewropa û gelek deverên cîhanê ji bo avakirina civakeke demokratîk a nû weke perspektîfê tê xwendin, nîqaşkirin û pejirandin.
Pîvana we ya piştevaniya bi gelan re, ku sosyalîst, demokrat, ekolojîst, femînîst, anarşîst, jin, ciwan, enternasyonalîst û civakên cuda jî di nav de ne û li modelên civaka alternatîf digerin, di asteke berfireh de tê qebûlkirin.
Weke Komîteya 1ê Gulanê ya Zurichê me her tim piştgirî da têkoşîna gelê kurd a ji bo azadî, demokrasî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe û em bi sempatiyeke mezin pêşketinên nû dişopînin.”
Komîteya amadekar di nameyê de bi van gotinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vexwend: “Ji bo gelek kurdan hûn weke nûnerê siyasî yê herî girîng tên qebûlkirin. Ji ber van hemû sedeman em hêvîdar in ku di 1ê Gulanê de em ê we di nava xwe de bibînin. Hebûna we ji bo hemû têkoşînên siyasî yên li Swîsreyê wê bibe çavkaniya sûdwergirtin û dewlemendiyeke mezin.”
Komîteyê vexwendînameyeke bi heman rengî sala 2013an di dema ‘pêvajoya çareseriyê’ ya navbera Tirkiye û PKKê de jî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ragihandibû. Wê salê jî Rêber Apo ji bo mîtînga 1ê Gulanê ya li Zurichê weke qisekerê sereke hatibû vexwendin.