21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç birîn

Di danişîna doza Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç de salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.

Hevşaredara Cizîr a Şirnexê Guler Yerbasan Tunç jî di nav de gelek jinan di sala 2022yan de bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Cîhanê li navçeya Qilêbanê ya Şirnexê daxuyanî dan.

Der barê Guler Yerbasan Tunç de ji aliyê Serdozgeriya Qilebanê ve bi îdiaya “Qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye” lêpirsîn hat vekirin. Îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayên Giştî ya Qieabanê ve hat qebûlkirin.  Danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî hat lidarxistin. Guler Yerbasan Tunç jî tevî parêzerê xwe beşdar bû.

Rûniştin, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û dozgeriyê xwest ku Guler Yerbasan Tunç bê cezakirin.

Piştî parastinê, şandeya dadgehê bi îdiaya “binpêkirina qanûnên civîn û xwepêşandanan” salek û 3 meh cezayê hefsê da Guler Yerbasan Tunç.