21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li serdozgeriyê û midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.