21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê fikrên Ocalan li her derê jiyanî bikin

Endamê Înîsiyatifa Sûrî a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Îsa Ahmed anî ziman ku ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê belav bikin xebatên wan didomin.  

Înîsiyatifa Sûrî Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî, ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan li di civaka sûrî de belav bibe xebat têne kirin. Di asta Sûrî de li Reqayê konferans pêk anîn. Konferansa hiqûqî û tipî li dar xistin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe niqaş pêş xistin. Konferanseke din li Lubnanê pêk anî. Li Qamişlo konfrenas pêk anî. Li aliyê din Şandeyeke înîsiyatifê çû Başûrê Efrîqa û li bi parêzerê Nelson Mandella re hevditin kirin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan niqaş kirin. Endamên înîsiyatifê xwest ji xebatên wan sûrê bigirin.

Dîsa înisiyatifê li bajarê Hesekê jî konferansek pêk hat. Bi taybet li ser rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan hiqaş kirin. Bi xizmetkarên tenduristiyê re li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha îmraliyê axivîn. Di niqaşan de biryar girtin ku derfet û şert çê bibin dikarin şandeyekê bişînin Îmraliyê û li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan lêkolîn bikin.

3 milyon û nîv îmze kom kirin

Li ruxmê konferansan ji bo azadiya fizîkî gelek kampanyayên îmzeyan hatin meşandin û zêdetirî 3.5 milyon îmze hatin komkirin.  Hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî û gelek bajarên Sûrî beşdarî kampanyayê bûn. Ev îmzeyên hatin komkirin ji Parlamentoya Ewropa û Saziyên Mafên Mirovan ên Ewropa re hatin şandin.

Serokkomarê Tirkiyeyê, Serokê Rûsya, Serokê DYA û Îsraîl, Meclisa Misir, Brîtanya, Alman, Siûdî Erebistan û gelek welatên Erebîstan re name şandin.

Endamê Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî Silêman Îsa Ahmed têkildarî xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir û wiha got: “Ji destpêka avakirina înîsiyatifê heta niha xebatên me yên konferans, kampanyayên nameyan û çalakiyên cuda didomin. Me gelek konfernas pêk anîn. Me 3 milyon û nîv îmze kom kirin û ji Saziyên Mafên Mirovan ên Ewropa û Parlamentoya ewropayê re şand. Gelê Sûrî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwaze. Van îmzeyan nîşan dan ku pêdiviya gel bi azadiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan heye. Şandeyên me hewl dan ku biçin Ewropa. Lê derfet nehat dayîn. Hewldanên me didomin. Em dixwazin bi saziyên eleqeder re hevdîtinan bikin û rewşa  Rêber Abdullah Ocalan bînin ziman.”

Silêman Îsa Ahmed bang li hemû karker, kedkar, têkoşer û xebatkarên vê dozê kir û got: “Em hemû destê xwe bidin hev û hemû bi hevre ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin. Em têkoşîna xwe bilind bikin. Em dizanin ku çareseriya li tevahiya Sûrî û li Rojhilata Navîn azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan e. Pêngava ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî’ salek û nîv li pey xwe hişt. Hemû pêşeng û kesayetên navdar tev li pêngavê dibin. Ev pêngav nîşan dide ku Rêber Ocalan kesayeteke gerdûnî ye. Divê dewlet li gorî vê yekê zagonên xwe biguherîne û rê li pêşiya azadiya fizikî veke.”

Silêman Îsa Ahmed anî ziman ku çend meh in hewldanên ji bo azadiya fizikî zêde bûn û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê projeya Civaka Demokratîk pêşkêş kir. Gelê Kurdistanê bi temamî projya Rêber Ocalan qebûl kir û ji bo vê yekê xebatê dike. Tevgera  Azadiyê şer rawestand. Lê dewleta tirk êrîşên xwe berdewam dike. Êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li dijî zagonên mirovahiyê tev digere. Em bang li dewleta Tirk dikin. Eger çareseriya demokratîk dixwaze, divê zagonên xwe biguhere. Divê zagonên li pêş demokrasiyê biguherîne. Li gorî pêwistiyê mafên mirovan û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan zagonan saz bike.

Divê derî li hemû hevdîtinan veke. Şandeyên hudir û derve karibin bi hêsanî bi Rêber Ocalan hevdîtinê bikin.  Divê rayedarên dewleta Tirk jî xwe biguherîne. Divê li dijî vîna gelê xwe dernekeve. Heta niha li rojhilatên navîn çi desthilatênn li dijî vîna gelan derketin têk çûn, lê gel li cihê xwe ma. Eger Dewleta Tirk jî xwe neguherîne, dê rayedarên dewletê biguherin. Em ji gelê xwe re jî dibêjin divê em asta têkşîna aşti û demokrasiyê pêş bixin û projeya rêberê xwe bikin karê sereke. Çareseriya hemû pirsgirêkan azadiya Rêber Ocalan e. “

Silêman Îsa Ahmet herî dawî destnîşan kir ku Dewleta Tirk bi vê hişmendiya zayendperest, nijadperest û olperest, Tirkiye di her alî de paşve kişand û wiha bi dawî kir: “Çiqas vê siyasetê israr bike, dê Tirkiye û millete tirk winda bike. Em bang li millete Tirk jî dikin. Destê me ji bo demokrasî û aştiyê ji millete tirk re dirêjkirî ye. Wekî înîsiyatif em ê karê xwe berdewam bike. Çi bike ser milê me emê pêk bînin. Em ê hewl bidin çanda aştî û demokrasiyê li hemû cîhanê belav bikin. Em ê hewl bidin fikrên Rêber Ocalan û fikra ekolojî û civaka demokratîk li her derê belav bikin.”