Di van rojên ku li Tirkiyeyê, pêşketinên siyasî û civakî bi awayekî ne zelal dewam dikin de, ji “tîpîsî” enetellektul û alameyên tirk peyam û vegotinên balkêş tên. Hemû peyam û vegotin, di çarçoveya îdeolojiya fermî ya ”tirkî” de ne. Belkî gotina îdeolojî “zul” bû, lê min gotineke din nedît. Peyam û vegotin tev di çarçoveya “sêva sor-kizil elma” de ne. Guman tê de nîn e ku hemûyan, pirtûkên Ziya Gokalp û Nihat Asya; “Kizil Elma” xwendine. (1) Tev jî, gotinên Ziya Gokalp: “Em nabêjin kevir, lat hene; dimeşin em peya. Tirk in em û diçine Sêva sor” dubare dikin.
Nihal Atsiz vê “mefkûre-hişmendî”yê ji aliye talanê ya serdema Osmaniyan derdixe, di aliye baweriya olî de digire dest. Mînaka cihûyan dide û dibêje: “Tu bawerî li gorî mantiqê ”riyazî” (2) rêve naçin. Hebûna Xwedayê mezin bi rêbazên “riyazi” ne hatiye îspat kirin, lê bi milyonan mirov baweriyê bi Xwedayê mezin tînin. Ji bo vê jî, divê em mefkûr-baweriya “kizil elma”, di çarçoveya ola îslamê de bikin malê xwe û bikin bingeha netewperestiya tirk.”
Albert Einstein, netewperestiyê weke newxeşiya zarokan binav bike jî, naxwazim zarokan tevî vê nexeşiyê bikim. Zarok rengê jiyana wekhev in, nexweşiya “sêva sor” jî nexweşiya mezinên “qewmê tirk” û taybet e.
Li aliye din hişmendiya riyazî, di çarçoveya kanûnen fîzîk û geometriyê de ne. Nihal Atsiz ev teori vajî kiriye. Lewma ev hişmendî hem kufre, hem şîrk e. Erdogan jî, Dewlet Bahçelî û muxalefeta nasyonalist, rojnamevan, akademisyen û rewşenbîrên her du baskan jî, bi gotinên cuda “kizil elmayê” diparêzin.
Akademisyen, zanist û rojnamegerên Tirk, di vê pêvejoya ku Abdullah Ocalan, bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” daye destpêkirin de; gotinên wekî, “di navbera şer û aştiyê de, riya sêyemîn heye, ew jî “hal-î harb e,” derdixine pêş. (3) Di demeke wisa de, bi taybetî medyaya qesrê, pêşxistina hişmendiya leşkeri, tedbîrên leşkeri derdixin pêş û propagendeyeke xerab dikin.
Hişmendiya “sêva sor” ji aliyê kesên wekî Prof Dr. Îsmet Çetîn û Fatîh Dûman ve jî, bi nivîsandina pirtûkan tê xwedî kirin. Her gotineke vê hişmendiyê, kevirekî li ser dîwarê gûnehkariyê ye.
Desthilatdariya AKPê û Erdogan, hevkarê wan yê biçûk MHP û Dewleta Bahçelî jî bi heman hişmendiyê tevdigerin. Bi taybetî, li hundir û derve ensturmenta wan ya rêxistinî, olî ye û îslamê dikin amurê siyaseta xwe. Ji bo vê jî li hundir terîqatan xwedî dikin, li derve jî saziyên weke, Weqfa Alîkariya Însanî (ÎHH) ava dikin. Projeksiyonên xwe jî li cografya îslamî zêde dikin. Bi van argumentan nêzîkî pirsgirêka kurd dibin û bi hişmendiya emperyal a “kizil elma” tevdigerin.
Desthilatdariya AKP/MHPê, weke parêzvanê Filîstînê pêsîra kirasê xwe didirîne, lê bi keştiyan amûrên şer ji Îsraîlê re dişine. (4) Desthilatdariya AKP/MHPê, çeteyên DAIŞê destek kir, Birayên Misilman li Tirkiyeyê bi cih kir, piştî têkçûna DAIŞê, komên paramîlîter avakirin, li Asyaya Navîn Ajansa Hevkariya bi Tirkiyeyê re (TÎKA) avakir û van hemûyan li dijî kurdan bi kar tînin.
Li Japonyayê jî mudaxeleyî kursên zimanê kurdî kirin.
Ji bilî van teva, li Tirkiyeyê endamên Hizbil-kontrayê ji zindanan derxistin, bi navê Hudaparê kirin parlamentoyê. Lê siyasetmedar û şaredarên Kurd avêtin zindanan. Ev kiryar hemû nêrîna Nihal Atsiz ya di merceka vajîkirina “riyazi” de ye.
Ewqas roj ji ser banga dîrokê ya Abdullah Ocalan re derbas bûne, hîna di ajandaya desthilatdariya AKP/MHPê de tiştek xuya nake û gavek ji bo bersiva aştî û çarseriya pirsgirêka Kurd de ne avêtine. Min li jor got, medyaya qesrê ya “tîpîsî” hîna berdevkiya şerê qirêj dike.
Erdogan bêdeng e, bêdengî îkrar e, mikurhatina xapandinê ye, rewatiya wê jî nîn e.
Prof. Dr. Mustafa Erdogan, rastiya sîstem û hişmendiya li Tirkiyeyê, tenê di du aliyan de dibine; Eniya Misilam û eniya laîk. Anku gel nînin, weytî jarê, di nava qewmê “dewşîrme ” de misilman û laîk tenê hene.
Lê balkêş e, dewleta Enqereyê 100 sal in, dijminatî, cihêkarî û di vê çarçoveyê de qirkirina gelan kiriye bingeha hebûna xwe û bi hişmendiya “kizil elma” tevdigere. Di çarçoveya siyaseta înkar û tunekirinê de êrişî gele Kurd dike û dixwaze tune bike. Prof. Dr. M.Erdogan dibêje: “Di Tirkiyeya îro de, bi taybet, du mijarên bêne nîqaşkirin hene: Yek, pirsgirêka azadiya olê ye. Ya din jî di karakterê “laîk” de, niqaşa li ser azadiya misilmanan e. Karakterê laîk, her dem zextek li ser misilmanan meşandiye. Kesên bi nasnameya misilman tevgeriyane jî li dijî eniya “laîk” bi mesafe tevgeriyane.” Li ser vê dabaşê pirtûkek jî nivîsiye. (5)
Lê balkêş e, Suleyman Demîrel bi xwe got, Kurdan 29 caran serî rakir, PKK jî berxwedana dawî ye. Lê Prof. Dr. M.Erdogan, ku çavdêriya şerê Kurdan yê nîvsedsalê kiriye û dike, pirsgirêka bingehîn ya Tirkiyê ji nedîtî ve tê. Ev dîtinek û nêrîneke bexîlî ye, durû ye, li dijî rastî, dîrok û diyalektîka sosyolojiya civakên li Tirkiyê ye.
Pirsa rast ev e; Gelo akademsiyenên tirk-î turan teva xurifîne ku “kizil elmayê” zimanê kaînatê dibînin û bi koritî, kurmîtî û mêjiyê sexelî nêzîkî pirsgirêka Kurd dibin û ji nedîtî ve tên?
Tê zanîn ku, “kizil elma” hişmendiya çeteyên (akinci) Osmanî ye. Bi Îtîthad û Terakî kete kolanên bajaran û giha radeya qirkina gelan. Bi Ziya Gokalp û Nihal Atsiz bû bingeha yekperestî û netewperestiya tund û wek dîwarê dîlgirtina gelan derkete holê. Îro jî dewşirme Erdogan, dewşirme Bahçelî û hemû partiyên bi îdeolojiya fermî ya “tirkî”tevdigerin, vî dîwarî bi têlên dirihî, bi mayinan û xernûfên bi strî dijwar dikin.
Mînbera Enqereyê “ kizil elma” ye û naxwazin vê mîmberê biguherin. Ji bo vê jî, Kurd mecbûr in berê mîmbera xwe bidin çiyayên azad. Çiyayên azad jî cihûwarê yarentiya pêxemberan e.
Senteza Tirk-Îslam û Tirk-î Turan, li ser sextekariya “artêş gel e” hatiye rûniştandin û îdeolojiya inkarê ye.” (6) Ev sextekariyeke dîrokî û sosyolojik e, reda diyalektîka jiyanê ye. Li dijî rastiya dîrok û hişmendiya civakan e, hişmendiyeke çêkirî ye, li ser bingeha înkar, asimilasyon û tunekirinê hatiye rûniştandin.” (7) Li dijî vê bawerî û siyaseta hişmendiya civaka demokratîk û têkoşîna şoreşgerî esas e.
Piştî nîvsedsalê, careke din ji aliye rayedarên desthilatdariya Enqereyê ve banga çarseriyê hate kirin. Banga wan, dexaleta li ber lingên Abdullah Ocalan bû, weke mecburiyeteke dîrokî kete rojevê. Kurdan bersiva erênî da û gav jî avêtin. Lê desthilatdarî û dewleta ku mecbûr bûn bangê bikin gav neavêtin. Medyaya qesrê jî bi zihniyeta “market”îngê nêzîkî pêvejoyê dibe. Banga Abdullah Ocalan ya piştî dexaleta rayedarên desthilatdariya Enqereyê, ji nedîtî ve tê. Weke feylesofê Amerîkî Jean Keane dibêje, medya tirk, ji etîkên çapemeniyê dûr e û bi “tîpîsî”, ya allameyên nijadperest kar dike. Bûye hebanka dilxweşiya Erdogan û Bahçelî. (9)
Faşîzma “kizil elma-sêva sor”, li Tirkiye, Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn gelek erozyonên wêranî kirin. Zanistên siyasî, dîrokzan û akademisyen, vê erzoyon û xerabiyên mezin, bi navê sîstema populîst, yek zilamî, îslama radikal, olîgarşiya îslamî û çanda netewperestiyêr binav dikin.
Dema ku van sîsteman rêz dikin û dinirxînîn jî mînakên cîhanê didin. Mînakên li Tirkiyeyê û 29 berxwedanên gelê Kurd, qirkirina 6 gelên li Anatolyayê nadin.
Eger van rastiyan bêjin, mecbûr in mikûr werin ku tu caran demokrasi, edalet û mafên mirovan nehatiye Tirkiyeyê. Ji xwe kanûnên zincîrî, tirsa qezetore, kelemçe û kuştinê rê girtine. Ev jî, civakan ji rastiyan dûr dixe, faşîzma “kizil elme” ya li Tirkiyeyê jî vedişêre.
Lê Tevgera Azadiya Kurd, di şerê nîvsedsalê de, li tevahiya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn, weke fîtîla teqînên civakî û dîrokî, fanosa faşîzma “kizil elma-sêva sor” tefand û tirsa li ser gelê Kurd û gelan rakir.