Hevdîtina Hayeta Îmraliyê û Erdogan pêk hat. Di hevdîtinê de gelek mijarên girîng hatin axaftin. Di rojên pêş de wê ev baştir xûya bikin. Li aliyê din paradîgmaya nû ya birêz Ocalan roj bi roj baştir tê fêmkirin û li cihê xwe rûdine. Bila bê zanîn ku pêvajoya fesihkirina PKKê û aştiya bi dewleta Tirk re ji hev cûda ne û divê neyê tevlihevkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir helbet zanibû wê ev pêvajo ber bi ku ve here. Ji dema bang hatiye kirin û heta îro gelek tişt hatin gotin, gelek fikar hatin bilêvkirin û gelek bûyerên cûda qewimîn. Bi taybet fikarên di derbarê gelo Dewleta Tirk, an jî hikumeta AKP-MHPê wê bersiv bidin vê bangê? Her wiha ji bo pêvajo bi rê ve here gavên tên xwestin gelo wê bavêjin?
Dema ev fikar ji birêz Abdullah Ocalan re tên gotin, ew jî tîne ziman ku rast e, metirsiyên di vê derbarê de hene lê ew bi hêvî û biryar e.
Helbet em dizanin hêviyên birêz Abdullah Ocalan ji feraseta wî û heza wî tên. Yanî Rêberê Gelê Kurd dema gavekê davêje zane wê ew gav ber bi ku ve here. Hezar car difikire û li gorî wê hin pêngavan dide destpêkirin.
Hevdîtina heyetê û Erdogan
Nava hefteyê em li Enqereyê bûn û me xwest ku di derbarê gav avêtinên Dewleta Tirk û rêkeftina pêvajoyê de hin tiştan fêm bikin. Herkes li bendê bû ku hevdîtinek di navbera Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEMê û Serokkomar Erdogan de pêk bê. Ji ber ku dihat xûyakirin ku hin tişt xitimîne û pêdivî pê heye ku ev xitimandin were vekirin. Lazime yên ku di vê xitimandinê de xwedî rol in tişta di dilê xwe de birêjin û rê li ber pêvajoyê vekin. Ev kes weke Erdogan dihat xûyakirin.
Weke dihat payîn hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Erdogan roja pênşemê pêk hat. Li gorî hin kulîsên ku me girtin, hevdîtin di atmosfereke gelek baş de derbas dibe û Erdogan dilsoziya xwe ya bi pêvajoyê ve careke din tîne ziman. Ji xwe ev yek ji hêla Partiya DEMê ve jî bi daxûyaniyekê hate piştrastkirin.
Gelo wê gavên çawa bên avêtin?
Ya girîng ew e ku; erê hevdîtin baş derbasbû lê gelo di hevdîtinê de çi hate axaftin, an jî wê hikumeta AKPê gavên çawa bavêje?
Li gorî hin çavkaniyan, pêşbîniyên birêz Abdullah Ocalan yek bi yek pêk tên. Bi taybet zaruretên pêvajoyê ku diviya ji hêla hikumetê ve bêne pêkanîn êdî demlidest wê bikevin rêyekî de.
Di serî de di şert û mercên birêz Ocalan de wê guhertin çêbin. Ji bo PKK bi awayekî aram kongreya xwe pêk bîne gavên hewce dê bên avêtin. Her wiha wisa xûyaye di demeke nêz de di derbarê pêvajoya kongrê de hin tişt dê zelal bibin. Dibe ku daxûyanî jî bê dayîn. Li aliyê din hin xwestekên ku di nava civakê de dihatin nîqaşkirin û ji bo normalîzasyonê weke xalên girîng dihatin dîtin wê yek bi yek pêk bên. Hewce nake em van xalan rêzbikin û bijmirin, ji ber ku li ser van hin nîqaş berdewam in.
Ev paradîgmayeke nû ye
Helbet ev gavên ha yên ku wê di vê dema kurt de bêne avêtin in. Lê belê meseleya me ya herî girîng çek berdan û feshkirina PKK’ê ye ku wê bi vê gavê dîrokek e nû bê nivisîn.
Gelek kes an jî derdor vê gavê weke sekinandina şerê 50 salan, lihevhatina bi Dewleta Tirk re dinirxînin. Lê belê divê em bînin ziman ku ev nêzîkatî şaş e. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çekberdan û feshkirina PKK’ê weke paradîgmayeke nû digre dest. Ev pêngav pêngava xwenûkirina Tevgera Azadiyê ye. Bi vê pêngavê re êdî em derbasî qonaxeke nû dibin. Birêz Abdullah Ocalan -weke ew bi xwe jî dide xûyakirin- demeke dirêj e li ser vê yekê dixebite û di encamê de gihîştiye pêdiviya xwenûkirina li gorî demê. Êdî wê tu tişt ne weke berê be. Helbet têkoşîn berdewam dike û dibe ku ji hin aliyan ve dijwartir bimeşe. Lê belê ev rewş jî nikare pêşî li xweguhertinê bigre.
Niha di nava Tevgêra Azadiyê de ji bo pêkanîna vê yekê nîqaşeke berfireh dimeşe. Fikr û ramanên Birêz Abdullah Ocalan weke talîmat tê destgirtin û ji bo pêkanîna wê xebateke xûrt dimeşe.
Yanî dubare em bînin ziman; pêvajoya fesihkirina PKKê û pêvajoya rawestandina şerê bi Tirkiyê re, an jî aştiyeke mayînde ji hev cûda ne. Divê em van herduyan tevlihev nekin. Wê gavê em ê bêhtir zanibin ka Birêz Abdullah Ocalan dixwaze çi bike û hamleya wî ya li dijî rewşa dawî ya Rojhilata Navîn tiştekî çawa ye. Li bendê bin û bibînin.