Xaka Mezopotamyayê ku zarokên ji agir û rojê, keçên kezî bi eşq û evîna welat hunandî, îro mîna şewqa rojê bi serbilindî berhemên xwe bi dest dixin. Îro li ser vê xakê zarokên rojavayî ku çavên xwe li ser dengê şoreşê vekirin, dîrokeke nû ji berxwedan, parastina yekitî û destkeftiyan dinivîsin.
Li rojavayê Kurdistanê di 14 salên aloziya Sûriyeyê de ku herêm ber bi qeyranên kûr ve bir, koka kevnar a Sûriyeyê ber bi hilweşînê ve bir û ji rengê wê dûr xist, kurdan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya xelkên wê kurd in, karîbû xweseriya xwe biparêze û bibe modeleke guncev ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî, pirreng û demokratîk ku îro xeyala her sûriyekî ye. Xebata salên dirêj ên di taxên Şêxmeqûd-Eşrefiyê de bi saya berxwedana gel a ku tê de ruhê şerê gelê şoreşgerî hewand û her mezin kir, îro bi serkeftinê tacîdar dibe.
Dema ku mirov behsa şerê gelê şoreşgerî dike yan jî ruhê vê şerê tîne ziman, heman şerê gel a li taxên Şêxmeqsûdê tê bîra mirov. Di şerê Sûriyeyê de û êrîşên komên çekdar ên ku ji aliyên derve ve dihatin perwerdekirin û şandin, yekem şerê ku li dijî kurdan pêk hat li taxên Şêxmeqsûdê bû. Bi êrîşa li dijî van taxan xwestin kurdên li Rojava qir bikin û wan dûrî nasname, hebûn û netewebûna wan bihêlin. Di herdu taxan de xwestin navê kurdan binax bikin û li şûna wê polîtîkeyên beriya 14 salan a kurd di nav pençên çewsandinê de hiştibû dewam bikin.
Em dikarin bêjin taxên Şêxmeqsûd ji beriya şerê Sûriyeyê jî li dijî rêjîma desthilatdar a Bassê bi gelek serhildanan rabûye, bi taybet bi serhildana 12ê adara 2004an re rêjîma Bassê hemû hêza xwe li hember van taxan bi kar anî, xwest tevgera gel a li taxan biçewsîne û qêrîna ji bo azadiyê bêdeng bike. Di 10ê adara 2012an de di navbera gelê taxê û malbata “Begarî” ya ser bi rêjîmê ve şer û pevçûn derket holê. Di encamê de çalakvana kurd Gulê Selmo ku di heman demê de endama Yekitiya Star (Kongra Star) û endama meclîsa gel a Şêxmeqsûd bû, birîndar bû û ji ber giraniya birîna xwe piştî 3 rojan şehîd ket.
Bi şehadeta Gulê Selmo re hêrsa gel zêdetir bû. Ji lew re gelê taxê şehadeta Gulê Selmo ji bo xwe wekî hêza mezinkirina têkoşîna ji bo azadiyê girtin dest û serî li hember qirkeran hildan. Gelê Şêxmeqsûd di taxên xwe de xwe birêxistin kirin, êrîşê avahiyên rejîmê kirin û ew ji taxên xwe derxistin. Ciwanan jî ji bo parastina taxên xwe û misogerkirina aramiyê, li gel şêniyên Şêxmeqsûd kom bûn, rêxistinbûyîna xwe avakirin û ref bi ref herikîn nav Yekîneyên Parastina Gel.
Gelê ku li taxên Şêxmeqsûd dijîn ji sala 2011an heta dîroka 8ê kanûna 2024an ango heta rûxandina rejîma Esed a Sûriyeyê her dem di nava şerê rêjîmê û komên çete yên dewleta tirk a dagirker de bûn, em dikarin bêjin ev gel her dem di nava şerê xweîspatkirin û nasnameya xweparastinê de bû.
Bi dagirkirina bajarê Efrînê ya di sala 2018an û koçberkirina efrîniyan a ber bi Şehbayê û Helebê ve, rejîma Bassê hemû cûreyên dorpêçê û astengiyan li ser herdu taxên Şêxmeqsûdê meşand. Rê nehat dayîn ku pêdiviyên jiyanî derbas bibin û hin zarok ji ber nebûna sotemeniyê û sermaya zêde jiyana xwe ji dest dan. Rejîmê bi van polîtîkeyan dixwest rê li ber berxwedana gel a ji sala 2011an ve bigire û wan neçar bike ku dev ji doza xwe ya hebûnê berdin. Lê gelê ku zarokên wê li ser ruhê şerê gelê şoreşgerî çavên xwe li dunyayê vekirine tevî hemû polîtîkeyên qirkirin, şerê birçîbûn û astengiyan dev ji taxên xwe bernedan.
Tiştê taxên Şêxmeqsûd ji taxên din ên Helebê cudatir dike, ew e ku zarokên taxê bi pêşengtiya kurdan xwe ava kirin, rêxistinbûyîna xwe xurt kirin û ji bo bidestxistina doza gelê xwe, bê dûdilî ketin nav şoreşê.
Ji ber vê, piştî ku gel rêjîmê ji taxên xwe derxistin jî û xweseriya xwe avakirin, hewldanên rêjîmê ên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên texê de bi dawî nebûn, rêjîmê her dem bi rêya dorpêç û astengkirina xelkê dixwest rê li ber tecrûbeya rêxistinî ya di taxên Şêxmeqsûdê de digire û nehêle derbasî taxên din ên Helebê bibe.
Şêxmeqsûd bi hilweşîna Rêjîma Bass re jî careke din rastî êrîşên komên çekdar hat, herdu tax wekî giravekê di nava lehiyek ji terorê de ma, lê di dawiyê Heleb a ku di destê rêjîmê de bû ket û Şêxmeqsûd piştî xebata 14 salan bi heman ruhê şerê gelê şoreşgerî ku di sala 2016an de li hember rêjîma ruxiyayî raber kiribû, vê carê jî li hember komên çete yên girêdayî Dewleta Tirk û nêzîkatiyên hêzên desthilata Şamê ya nû bi ser ket.
Di 1ê Nîsana 2025an de bi pêşengtiya jinan, Meclisa Sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şandeya desthilata Şamê li ser rewşa herdu taxan peymanek ji 14 xalan îmze kirin. Hebûna jin di îmzekirina peymanê de careke din pêşengtiya jin a şoreş û civakê re raxist ber çavan. Jina kurd ku pêşengtî ji şoreşa Rojava re kir û di oxira serxistina şoreşê de canê xwe feda kir, careke din ev yek îsbat kir ku bêyî reng û dengê jin dê tu peyman, serhildan û şoreş bi sernekevin. Çawa ku jinên taxê di destpêka şoreşê de roleke bingehîn di qada berxwedanê de lîstin û hemû xebatên xwe yên civakî, rêxistinî û leşkerî spartin mîraseya Şehîd Gulê Selmo û îro careke din vê mîraseyê zindî dikin.
Serkeftina berxwedana destaneyî ya taxên Șêxmeqsûd û Eşrefiyeyê tevî kêmderfetiyan jixweberî nehat, ev serkeftin encama hevgirtina gel a bi hemû pêkhateyên xwe û kombûna wan li dora șervanên azadiyê bû. Rêxistinbûyîna civakî ya ku cewherê wê ji felsefe û rêgezên șerê gelê șoreșgerî ya Rêber Apo tê, ruhek welê avakir ku berjewendiyên giștî di ser berjewendiyên ferdî û madî de esas girt.
Di peymana ku bi saya xwîna zêdetirî 12 hezar şehîd hat îmzekirin de xweseriya herdu taxan û fêrbûna bi zimanê kurdî hat parastin. Herwiha birêvebirin, birêxistinkirin û parastina wê di destê zarokên wê de ma. Bi îmzekirina vê peymanê re pêkhateyên di taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de bi yek deng û yek destî projeya Neteweya Demokratîk a wekheviya gelan pratîkî kir, bi berxwedan û têkoşîna xwe ya ku tu caran çokên xwe li hember dagirker û dîktatoran netewandibû soza xwe bi şehîdên xwe re nû kirin. Şêxmeqsûd ku niha nav lê tê kirin sembola şerê gelê şoreşgerî, bûye nimûneya Sûriyeke yekgirtî, pirreng û demokratîk.