Cîgira Hevserokê Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mutlu, bi boneya sala 37emîn a Komkujiya Enfalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di komkujiyê de zêdetirî 182 hezar kurd hatine kuştin û wiha hat gotin: “Vê komkujiyê di hafizeya gelê kurd weke rojeke reş cih girt. Komkujiya Enfalê, bi fermana rejîma Sedam Hisên û bi piştevaniya hêzên navneteweyî û herêmî hat kirin.”
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gund hatin hilweşandin, xak veguherandin gorên komî. Vê komkujiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, di wijdana tevahiya mirovahiyê de birîneke xedar vekir. Enfal, ne tenê operasyoneke leşkerî bû. Enfal, tevgereke topyekûn a tunekirinê ya li dijî ziman, çand, dîrok û pêşeroja gelekî bû. Navê xeyala tunekirina gelekî ya li ser nexşeyan bû. Bi ser re 37 sal derbas bûn. Êşa me, hêrsa me hêj mîna roja ewil e. Divê faîlên komkujiyê ne tenê li pêşberî dîrokê, divê li pêşberî mirovahî û hiqûqê jî hesabê bidin. Divê ev sûc bêceza nemîne û edalet pêk bê. Weke DEM Partiyê em tevahiya kesên di Komkujiya Enfalê de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Dê têkoşîna me ya ji bo lêgerîna heqîqet û edaletê bidome. Me ji bîr nekir, me efû nekir û dê nedin jibîrkirin.”