Cûma Çat ku di Berxwedana Curnê Reş a 1978-79an de cih girt û piştî Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê hate girtin û li Zindana Hejmar 5 a Amedê rastî îşkenceyên giran hat, di 82 saliya xwe de li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê ku lê dihat tedawînkirin, jiyana xwe ji dest da.
Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat, li ser hesaba xwe ya medyaya dijital ragihand ku bavê wî Cûma Çat jiyana xwe ji dest daye û got: “Me bavê min Cûma Çat ku di Berxwedana Curnê Reş de cih girt û li Zindana Amedê li dijî derbeya faşîst a 12ê Îlonê li hemberî hemû îşkenceyan li ber xwe da, winda kir!!!”
Cenazeyê Çat dê îro di saetên nîvro de li Goristana Karaduvarê bê definkirin.