Rêber Apo ji Îmraliyê, bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” bangeke girîng kir. Ev bang, ku di çarçoveya çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûna civaka Tirkiyê de tê dîtin, ne tenê li herêmê, lê di qada navneteweyî de jî bandorek wê çêbûye.
Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, di eslê xwe de li ser rawestandina şerê çekdarî, avakirina diyalogê û pêşxistina çareseriyeke siyasî ya demokratîk disekine. Rêber Apo, bi taybetî piştî salên 1990î, ji felsefeya xwe ya destpêkê ya neteweperweriya klasîk ber bi “Konfederalîzma Demokratîk” ve guherînek nîşan da. Ev model, li şûna avakirina dewleteke neteweyî ya serbixwe, rêveberiyeke nenavendî, beşdariya rasterast a civakê û wekheviya zayendî pêşniyar dike. Di vê bangê de, Rêber Apo dixwaze ku PKK çekan deyne û têkoşîna xwe di qada siyasî ya demokratîk de bidomîne, da ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin.
Ev bang, di 27ê Sibata 2025an de, di hevdîtineke bi şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re li Îmraliyê hat kirin. Rêber Apo, di daxuyaniya xwe de, bal kişand ser pêwîstiya avakirina civakeke demokratîk ku hemû nasname û çandên cuda tê de bi azadî bijîn û di heman demê de banga fesîxkirina PKKê jî kir, bi şertê ku ev yek bi awayekî dilxwazî û di çarçoveya diyalogê de pêk bê.
Banga Rêber Apo di demeke wisa de tê ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn aloziyên siyasî û leşkerî berdewam in. Di navbera Kurdan û dewleta Tirk de şerekî dirêj ê 40 salan heye ku bi sed hezaran kes bûne qurbanî û milyonan kes jî bûne koçber. Ev bang, wekî derfetek ji bo bidawîkirina vê pevçûnê tê dîtin û potansiyela wê heye ku di dîroka modern a Tirkiyê de bibe xalek veguherîner.
Rêber Apo bi vê bangê têgeha “civaka demokratîk” wekî alternatîfek li dijî netew-dewleta yekreng û sîstemên otorîter pêşkêş dike. Ev model, li Rojavayê Sûriyê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve bi awayekî pratîkî hatiye ceribandin û wekî mînak tê nîşandan. Girîngiya vê bangê ew e ku ne tenê çareseriyeke ji bo pirsa Kurd, di heman demê de ji bo demokratîkbûna tevahiya herêmê rêyeke nû vedike.
Banga çekdanînê û veguherîna têkoşînê ji zemîna şer ber bi siyaseta demokratîk ve, ji bo gelên Tirkiyê û Kurdistanê wekî “banga sedsalê” tê binavkirin. Ev yek dikare bibe bingeheke dîrokî ji bo yekîtî û aramiyê, bi taybetî jî di vê dema ku polîtîkayên şer û înkarê li herêmê têk çûne ev bang xwedî girîngiyek mezin e.
Di çarçoveya banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” de piştgiriya Navneteweyî jî xwedî pir girîng tê dîtin û nirxandin. Banga Rêber Apo ji aliyê gelek rewşenbîr, siyasetmedar û xelatgirên Nobelê ve hatiye piştgirîkirin. Mînak, di sala 2019an de 50 xelatgirên Nobelê nameyek ji saziyên navneteweyî re şandin û xwestin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji ber ku ew wî wekî aktorekî girîng ê di çareseriya aştiyane de dibînin. Ev piştgirî nîşan dide ku fikir û banga wî ne tenê li herêmê, di asta cîhanî de jî tê naskirin.
Konfederalîzma Demokratîk, ku bingeha xwe ji paradîgmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê digre, li Rojavayê Sûriyê bûye mînakeke pratîkî ku bala cîhanê kişandiye. Ev sîstem, bi rêveberiya xweser, beşdariya jinan û parastina pirçandiyê, ji bo gelek tevgerên azadîxwaz ên li cîhanê bûye îlham. Bandora wê bi taybetî li ser tevgerên çepgir, sosyalîst, ekolojîk û jinan ên li Ewrûpa û Amerîkaya Latîn xuya dike.
Banga Rêber Abdullah Ocalan û rewşa wî ya li Îmraliyê, di çarçoveya mafên mirovan de jî bûye mijareke navneteweyî. Çalakiyên wekî grevên birçîbûnê yên li Tirkiyê û Ewrûpayê, û kampanyayên “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsa Kurd re Çareserî” yên li gelek welatan, nîşan didin ku ev bang li derveyî sînorên Tirkiyê jî deng vedaye.
Di emcam de em dikarin bêjin ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Abdullah Ocalan, hem ji hêla naverokê ve hem jî ji hêla potansiyela wê ya çareseriyê ve, gaveke dîrokî ye. Girîngiya bangê ew e ku ew ne tenê pirsgirêkeke neteweyî, lê pirsgirêkeke civakî û demokratîk a gerdûnî çareser dike. Bandora wê ya li cîhanê, bi taybetî bi rêya modela Bakur û Rohilatê Sûriyê û piştgiriya navneteweyî, nîşan dide ku ev bang ne tenê ji bo Kurdan, di haman demê de ji bo tevahiya mirovahiyê peyamek e. Lê belê, serkeftina vê bangê bi giranî bi bersiva dewleta Tirk, helwesta civaka navneteweyî û îradeya siyasî ya aktorên herêmî ve girêdayî ye. Ger ev derfet bi awayekî erênî bê bikaranîn, dikare bibe destpêka serdemeke nû ya aştiyê û demokrasiyê, ne tenê li Tirkiyê, lê li tevahiya Rojhilata Navîn. Ji ber vê girîngiyê gelek derdor banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” weke manîfestoya jiyana azad û wekhev dibînin.
Di atmosfereke wiha de hevdîtina di navbera Heyeta Îmrali ya DEM Partî û Serokkomarê AKPyî Recep Tayyip Erdogan de, pêk hatî xwedî girîngiyek mezin e. Ev hevdîtin di çarçoveya siyasî ya Tirkiyeyê de gaveke girîng e. Ji aliyekî ve, ev hevdîtin nîşan dide ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyê diyalogê hîn vekirî ye. DEM Partî di daxuyaniyên xwe de got ku hevdîtin “erênî” bû, ev yek dikare weke îşaretek ji bo nermbûna di helwestan de were dîtin.
Di encamê de, ev hevdîtin hem potansiyela diyalogê nîşan dide û hem jî bi xwe re pirsên girîng derbarê armanc û encaman tîne. Nirxandina wê ya dawî bi awayê ku ev diyalog wê biçe ku derê û ka wê encamên pratîkî bi xwe re bîne ve girêdayî ye.