Simone de Beauvoir di sala 1908an de li Parîsê di nav malbateke bûrjûva de hat dinê. Nêzikatiya wê ya li jiyanê ji ya malbata wê cudatir e. Dema di sala 1929an de li École Normale Supérieure beşa felsefeyê dixwîne Jean-Paul Santre nas dike. Santre hem li ser jiyana wê ya şexsî hem jî ya xebatên wê bandoreke mezin pêk tîne. Simone de Beauvoir bi Santre re ‘felsefeya hebûnparêziyê’ pêşxistiye û rewşa jinan li gor vê felsefeyê nirxandiye.
Simone de Beauvoir bi taybet bi nêrîn û sekna xwe mohra xwe li sedsala 20emîn xistiye. Simone de Beauvoir bi nêrîn û xwebatên xwe ji bo tevgera femînîzmê keseke jêneger e. Wê statuya jinan a di nav civakê de ji nîqaşan re vekiriye.
Simone de Beauvoir bi nivîs, roman, pirtûk û otobiyografiyên ku nivîsandiye bandorek ku sînorên welatan derbas kiriye afirandiye. Bi vê bandorê teşe daye têkoşîna jinan. Mijarên nivîsên wê yên sereke ev in: Azadî, berpirsiyarî û teşegirtina li gor nêrînên kesên din. Rexneyên xwe piranî li ser van mijaran pêş dixist.
Pirtûka wê ya bi navê ‘Le Deuxième Sexe’ (Zayenda Duyemîn) dema di sala 1949an de hat weşandin li hemû cihanê deng veda û ji aliyê femînistan ve wek manîfesto hat qebûlkirin. Simone de Beauvoir di pirtûka xwe de bi kite kit behsa bênirxhêştina jinan a di dîrokê de dike. Di destpêka pirtûkê de ew gotina wê ya ‘Mirov jin ji dayik nabe di nav jiyanê de dibe jin’ ku ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn û herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wek referans bikaranîbû, heye.
Simone de Beauvoir bi vê hevoka xwe bal dikşîne ser wateya ku di nav civakê de li jinan hatiye barkirin. Dema mirov pêşî vê hevokê dixwîne dibe ku fêm neke jî. Lê di rastiyê de ew bi vê hevokê rastiya me radixe ber çavan. Dema em her yek li xwe vegerin dibînin ku wek zayend jin hatina me ya dinê nexwedî girîngiyê ye, li aliyê din ji ber ku zayenda me jin e civak teşeya ku îro li jinbûnê bar kiriye, li me bar dike.
Hevoka Simone de Beauvoir hevokek pir girîng e. Ew bi vê hevokê bal dikşîne ser wateya ku li jinbûnê hatiye barkirin. Dibê di dema zayînê de tu nasnameyên jinan tune ne, lê pîvanên civakê û kevneşopiyên heyî nasnameya jinê ya ku îro heye diafirîne. Ew nasnameya ku ji aliyê normên civakê ve tê afirandin jinan neçarê hin rolan dike. Hê ji zarokatiyê de perwerde li ser avakirina vê nasnameyê tê dayîn. Wek ku jin kesayetên hestiyar, nazik û divê bindest bin tên pênasekirin. Yanî li gor Simone de Beauvoir jinbûn nasnameyeke ku ji aliyê civakê ve tê afirandin e.
Li gor Simone de Beauvoir jinbûna rastîn bi keda jinan û redkirina rolên ku civak li wan bar dike pêkan e. Jin bi redkirina van rolan dikarin bibin xwe û bibin xwediyê mafên xwe. Simone de Beauvoir dibê divê ku jin di her qadên jiyanê de bibin xwedî maf. Vê nêrîna wê ji bo femînîzmê jî bûye referans.
Simone de Beauvoir ji bo femînîzmê dibê ku divê femînîzm tenê bi parastina mafên jinan re sînordar nemîne û ji bo avakirina civakek demokratîk li ber xwe bide. Dema mirov van nêrînên wê dixwîne dibîne ku Simone de Beauvoir bi nêrîn û pêşdîtinên xwe kesayeteke pir pêşketiye. Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd wê wek referans nîşan dide. Û ez bawerim heke di roja me de bijiya dê ji bo pêşketina têkoşîna jinan bi taybet ji bo têkoşîna ku jinên kurd didin, bi nêrîn û dijderketinên xwe rêyeke berfireh vebikira. Elbet nebûna wê ya fizîkî nayê wateya ku ew di rêya têkoşîna azadiyê de ne rêhevala me ye. Ew bi nivîsên xwe di vê rêyê de ji bo me çirayeke.
Simone de Beauvoir ne tenê fîlozofek e. Di heman demê de ji bo guherîna civakê rêberek e jî. Min bi boneya salvegera Simone de Beauvoir (14 nîsan 1986) xwest wê bibîr bînim û bal bikşînim ser têkoşîna ku daye û rêberiya wê ya ku heta îro jî didome.