Xalîd Begê Cibirî û Yûsif Ziya Beg, du pêşengên Tevgera Azadiyê. Tam sed sal berê rojeke weke îro ji aliyê dewleta Tirk ve li Bedlîsê hatin darvekirin. Bi minasebeta salvegera wan em wan bibîr tînin û dixwazin bi bîr bixin.
Yûsif Ziya Beg, di sala 1882 li Bidlîsê ji dayik dibe, ji malbateke navdar e. Mebûstiya Bidlîsê û endamtiya Dadgeha serxwebûnê ya Kastamonûyê dike. Têkiliya wî ya bi tevgera neteweyî ya kurd re çêdibe. Di komelên kurd dixebite û kovarên kurdî de nivîsên wî derdikevin. Di Cemiyeta Tealiya Kurd (Komela Bilindkirina Kurdistanê) de dixebite. Dibe wesîle ku Cemiyeta Tealiya Kurdistanê û Komiyeya Îstiqlal a Kurdistanê (Komela Azadî a Kurdistanê)/Cemiyeta Îstiqlal a Kurd bigihîjin hev û Tevgera Azadî bi vê yekbûnê dest pê dike. Bi heman awayî di parlementoya tirk de mafên kurdan diparêze.
Piştî ku li Lozanê tirk û îngilîz li hev dikin, Yûsif Ziya Beg li ser parçebûna Kurdistanê dikeve tirs û fikaran. Piştî Lozanê Tevgera Azadî dest bi xebatên serhildanê dike. Yûsif Ziya di nav xebatên serhildanê de li Erzîromê tê girtin. Li gel Xalit Begê Cibirî ji aliyê dewleta ve di 14ê nîsana 1925an de li sûka Bidlîsê tên dardekirin.
Xalit Begê Cibirî
Xalîd Begê Cibirî di sala 1882 da li Gimgima Mûşê ji dayik dibe. Di dibistanên leşkerî yên Osmanîyan de dixwîne, dibe Mîralay. Ew û Şêx Seîd him lav xaltiyê hev in him jî ew bûrayê Şêx Seîd e.
Xalîd Begê Cibirî demekê li Filistînê dixebite. Di Şerê Cîhanê yê yekem de li Xinûsê û Agiriyê, dijî rûsan şer dike. Piştî Komkujiya Ermeniyan dikeve nav hewldana rêxistina kurd.
Xalîd Begê Cibirî di sala 1920an de wek mîralay li Erzîromê dest bi xebatê dike. Di sala 1921ê de dibe yek ji damezirînerê Tevgera Azadiyê. Di vê tevgerê de gelek şêx û mîrên kurdan cîh digirin. Bi taybetî jî, mebûsê Bidlîsê Ûsiv Ziya di warê birêxistinkirina gel de ristek mezin dilîze. Ji xwe jiber vê yekê jî di gelek çavkaniyan de Xalid Beg him wek serok him jî wek berpirsiyarê leşkerî, Ûsiv Ziya Beg jî wek berpirsiyarê siyasî tê ravekirin. Lê mixabin lêkolînên xurt kêmin û gelek aliyên vê baş nayê zanîn. Di 14ê nîsana 1925an de li Bidlîsê bi tevî û Ûsiv Ziya çar hevalên xwe yên din tên dardekirin.
Xalîd Begê Cibirî heta dawiya jiyana xwe ji bo Kurdistana serbixwe xebitî. Li gorî tişên ku wê demê hatine gotin û hin çavkanî jî dispêrin rojname û qeydên fermî, li Bidlisê beriya ku wî darve bikirin wiha gotiye; “Ez li hemberê we ne tenê me. Li pişta min, li Îranê, li Mezopotamyayê û li Tirkiyeyê neteweyeke mezin, kurd dijî. Hûn îro min ji holê radikin lê baş bizanin ku sibê, wê sibê neviyên me we ji nav bin”.