19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza hebûnê ye Newroz

Tika kirin ku Tîjle wan qebûl bike, bibe Amedê navenda jiyanê. Balinde bi delîliya bazî, masî bi qelawiziya Yûnis dest bi sê niftikên pêketî, ketin heman tevgerê.

Tevayên robar, çem û avên Cîhanê xwe kom kirin; bi hêbeta Feratî berê xwe dan Tîjleyê, serî jê re tewandin, tevî sê niftikên pêketî gotin me bibe Amedê, bibe navenda jiyanê. Tevayên dar û ber û kulîlkên Cîhanê xwe dan ser hev, şêwra xwe kirin yek, dara berû û gangilok kirin rêberê xwe, tevî sê niftikên pêketî gotin me bibin qiraxa Tîjleyê, jê re tika bikin bila me bibe Amedê, bibe navenda jiyanê. Ajalên cîhanê xwe kirin yek, piling dan pêşiya xwe, tevî sê niftikên pêketî berê xwe dan cemê Tîjleya aram û tika kirin ku Tîjle wan qebûl bike, bibe Amedê navenda jiyanê. Balinde bi delîliya bazî, masî bi qelawiziya Yûnis dest bi sê niftikên pêketî, ketin heman tevgerê. Tîjle û Amed ji xwe re kirin armanc bi boneya navenda jiyanê.

Tevayên mirovan, çi reşik, çi spî, çi rûzer û çermesor xwe kirin yek, kedkarek î rûspî dan pêşiya xwe, bi ava Tîjle xwe şûştin, tevî sê niftikên pêketî, bidilnizmî jê xwestin ku wan bibe navenda Amedê, navenda jiyanê.

***

Afirîna jiyanê ne yekrû ye. Jiyan rengîn û balkêş e. Mirovê ku li ser rûyê dinyê jiyan watedar kir, ango wate da jiyanê barekî giran hilda ser mil, dil û mejiyê xwe. Jiyan ne hêsan e; ked, zaneyî û têkoşîn divêt e. Îca bi demdoriya jiyanî mirov bûn beş bi beş. Bi her awayî serdestî û bindestî ket jiyana mirovan û her tim bindestan xwestin nîrê serdestiyê, nîrê kedxwariyê, nîrê zilmê bişikînin. Nav û rengê vê xwestekê azadî ye. Ji vî karî re jî hêz lazim e; ligel qewet, zaneyî û kedê. Hilbet hêz motor, hezkirin, eşq û berxwedana têkoşînê, ya jiyanê ye. Wek ku tê zanîn jiyan ango hebûn berhema ar, av, hewa û axê ye, têkildarî bikaranîna piraliya van e. Lê ne ar be, enerjî ango vejen naafire. Gotina kin û dirêj hêz navê hebûnê ye. Ji bo berxwedana li hember zilm û kedxwariyê, ya li hember serdestî û mijokdariyê xwîna germ, xebata germ, têkoşîna germ î wek ar lazim e, ya wek agir lazim e, te dît carina ji mirovên jîr û jêhatî re dibêjin “weke agir e”, dema ku agir dikeve dilê mirov, agirê evîn û azadiyê, tu bendavan nasnake, lê ji bonî vê destpêkek lazim e û destpêka vî karî her tim qedirbilind e, pîroz e. Va çîroka sê niftikên pêketî, çîrokek na, lê bûyerek-çalakiyek serkeftî ya agirê Newrozê, ya agirê jiyanê ye, ya Roja Nû ya New+Roz=Newrozê ye. Jiyana nû, jiynak hêja ya mirovê azad, civaka azad, gele azad e.

***

Kawayê Hemdem kûr difikirî, barekî giran, barê gel hildabûn pişta xwe, divê ku bibûnan bersiv. Em gunehbarin/ gunehbar bûn. Şûştin lazim e. Şûştinek çawa? Em bibin arî, arî pak e, pakî ye. Newroz tê, divê ji gunehan pakî-şûştin hebe, şûştina herî pak û paqij a pîroz bi ar e, bi agir e. Hêza arî-xweliyê hebûna herî pîroz e, dibe tovê jiyanê û liyaqî jiyanê, liyaqî hebûnê liyaqî Newrozê ku dê jiyana nû ya hemdem wisa destpê bike û arê wê germî sor bibe, guneh û şaşiyan paqij bike. Dê ruhê Kawayê Hesinkar biveje. Dîsa rohnayî-tarîtî; qencî-xerabî tim di şer de ne û carinan hêza wan wekhev e, wek şeva Newrozê ku roj û şev wekhev dibe. Divê yek bi ser keve, hilbet divê rohnayî-qencî bi ser keve, belê dê roj dirêj bibe û azadî bi serkeve, a ji bo vê şeva Newrozê divê agir pêkeve û bi vêketina agir hêza hebûnê ya rastî û qencî – azad û wekheviyê xurt û dirêj bibe ku mirov bi dilrihetî bibêje; berxwedan jiyanê..! Belê wê şeve sê niftikên pêketî yên Kawayê Hemdem bû hêza Hurmuz û Ehrîman têk bir, qesr û qonaxên xwînmij û serdestan hilweşiyan, hilweşîna Nînowayê bû hilweşîna kela zilmê ya Zindana Amedê û Cîhan hejand bi berdewamiya Çar lehengên-Çar Lawên Agir û Çar Lehengên germa Tîrmehê û Newroz bû hêza jiyanê bû hêza hebûnê. Vî agir î çiya pêçand û her der-jiyan bû şerê man û nemanê ku hê didome. Ev şer qada xwepêkanînê ye, wek her mirov, civak û gelî em kurd jî bi mêrxasî/jinxasî xwepêktînin. Divê wisa bê zanîn. Bele ji wê rojê û wir vê Amed bûyê navenda jiyanê û her benîrihm xwe lê digirin û Newroza Amedê dibe navenda jiyan û hebûnê… Tevayên candar û bêcanên ku bi sê niftikan bi rêbariya Tîjleyê berê xwe dabûn Amedê tacegula ji mizîlaq, gangilok, nîsan, beybûn û hercure gulan pêkdihat danîn qada pakrewanê bênav û ligel pêxistina sê niftikên xwe jiyana nû, ligel Kawayê Hemdem û heval-rêheval û hogirên wî, rêberê wî silav kirin ango Newroz li Navenda Amedê, li navenda jiyanê pîroz kirin û dawî li serdestiya Dehaqan anîn.

Belê; hêza hebûnê ye Newroz; hêza jiyanê…