21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

UNHCR: 400 hezar sûriyeyî vegerîne welatê xwe

Li gorî UNHCRê ji dema ketina rejîma Baasê ve 400 hezar penaberên sûriyeyî ji welatên din û zêdetirî milyonek koçberên li hundirê welat, vegeriyane warên xwe.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) duh ragihand ku ji dema hilweşandina rejîma Baasê (8 Kanûna 2024) ve 400 hezar sûriyeyî ji welatên cîran û zêdetirî milyonek koçberên navxweyî vegeriyane malên xwe.

UNHCRê hişyarî da ku dibe ku vegera çaverêkirî ya 1.5 milyon kesan îsal pêk neyê. Her wiha hişyarî da ku eger destek neyê pêşkêşkirin, dibe ku kesên vegeriyane neçar bimînin dîsa welat biterikînin.

UNCHRê destnîşan kir ku pêdiviya nêzî 16 milyon û 700 kesî anku ji sedî 90ê sûriyeyiyan bi alîkariyên mirovî heye. Her wiha bi bîr xist ku heya niha zêdetirî 7 milyon û 400 kes li hundirê Sûriyeyê koçber in.

UNHCRê ji bo alîkariya 1.5 milyon penaber û 2 milyon koçberan bike ku di sala 2025an de vegerin malên xwe, pêngavek dabû destpêkirin. Lê soza vê yekê nehat dayîn; ji ber ku ji bo sala 2025an 575 milyon dolar ji bo bernameyên UNHCRê yên li Sûriyeyê pêwîst e.