21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê xwestik ku faîlên Omer Olker bên darizandin

Dayikên / Mirovên Şemiyê di çalakiya xwe ya hezar û 46an de xwestin ku faîlên Omer Olker bên darizandin.

Dayikên / Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, li Qada Galatasarayê hatin ba hev û çalakiya xwe ya hezar û 46an lidar xistin.

Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de hate xwestin ku faîlên Omer Olker bên darizandin. Omer Olker ê bavê 2 zarokan, di 15ê Nîsana 1994an de ji bo girtina malzemeyê çû dikana berberê, piştre winda bû û piştre jî cenazeyê wî hat dîtin.

Di çalakiyê de ji Komîsyona Li Dijî Windayên Di Bin Çavan De ya Komeleya Mafên Mirovan Sebla Arcan metna çapemeniyê xwend.

Çalakvanan qurnefîl danîn Qada Galasarayê û piştre çalakî bi dawî bû.