Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan balafireke bêmirov ku ji aliyê rojhilat ve nêzîkî Îsraîlê dibû, asteng kiriye. Çavkaniyeke leşkerî ya Urdunê ragihand ku li herêma Maîn a parêzgeha Madeba (30 km li başûrê rojavayê Emanê) balafireke bêmirov ketiye û bûye sedema şewatê.
Çapemeniya Urdunê ragihand ku balafira bêmirov ji aliyê Yemenê rabûye.
Hûsiyên jî piştrast kir ku wan “li herêma Yafa ya dagirkirî bi 2 dronên ’Yafa’ li 2 hedefên leşkerî yên Îsraîlê ya dijmin xistiye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hûsî bi hinceta piştgiriya Xezayê êrişî keştiyên DYA û Îsraîlê dikin.