20 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di ziman de rola gencîneya peyvan

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Dewlemendkirina gencîneya peyvan, têkiliyên mirov xurtir, vegotina mirov bibandortir dike û têgîhiştina mirov hêsantir dike ji ber ku bingeha têkiliyên mirov a herî girîng ziman e.

Bingeha têkiliyên mirov a herî girîng ziman e. Ziman tenê ne di navbera kesan de, di pêkhateyên giştî yên civakê de, di pêwendî û danûstendina navbera mirovan û pêkanîna pêkhateyên çandî û civakî de jî roleke diyarker û girîng dilîze. Bikaranîna ziman ji aliyê medya, siyaset, perwerdehî, wêje, huner û  muzîkê de jî têgihiştina civakî pêk tîne.  Li gel ku bikaranîna zimanê erênî û tevgir têkiliyên rojane xurt dike û dibe sedema yekitiya civakê, bikaranîna zimanê neyînî jî têkiliyên mirov yên rojane qels dike û dibe sedema parçebûna civakê.  Bikaranîna zimanê erênî û tevgir, tenê ne di têkiliyên rojan e pêwendiyên civakî de, di hemû qadên jiyanê de ji bo her kesî binbarî û berpirsiyariyeke jêneger e.

Her civak xwediyê ziman û şêwazek xweser û taybet a ragihandinê ye. Ziman amûra ragihandinê ya herî girîng e ku raman, hest û niyeta mirov diyar dike. Çawa ku bikaranîna ziman a rast û durist pêwendiya navbera mirovan xurt dike, bikaranîna ne rast û ne durist jî têkiliyên navbera mirovan qels dike. Berî ku cûdahiyên çandî werin paşguhkirin, divê were zanîn ku her civak xwediyê ziman û şêwazeke cûda ya vegotinê ye.  Têgihiştin û rêzgirtina van cudahiyan di têkiliyên mirovan ên civakî de jîngehek avakertir û têgihîştîtir pêk tîne. Mirovên ku di cîhana glover de bi civak û çandên cuda re têkiliyê datînin, divê pêşî cûdahiyên çandî, civakî, aborî û bikaranîna peyvên bibandor li ber çavan bigirin.

Ji ber ku ziman amûra bingehîn a pêwendiya navbera mirovan e û ji ber ku ev pêwendî jî diviyatiyeke civakî ya bivê-nevê ye, divê her mirov xwediyê gencineyeke peyvan a dewlemend be.  Çawa ku vegotin, axaftin, derbirin û famkirina hest û ramanê bêyî ziman pêkan nabe, bikaranîna ziman jî tu car bêyî dewlemendiya gencîneya peyvan pêkan nabe. Gencîneya peyvan a mirovekî/ê çiqas xurt be, têkiliyên wî/wê yên civakî jî ewqas xurt in; gencîneya peyvan a mirovekî çiqas qels be, têkiliyên wî/wê jî ewqas qels in.  Lewre dewlemendiya gencîneya peyvan, hem hebana peyvên rojane xurtir û hem jî vegotin û têgihîştina axaftinê hêsantir dike.  Ev yek jî asta şarezabûna mirov û bikaranîna behreya zimanê ku pê diaxive,  dixwîne, dinivîse û dibihîse nîşan dide. Her ku gencîneya peyvan, heban û ferhenga zimanê mirov xurt û berfireh dibe, derbirina hest û hizirên mirov jî ewqas zelal, watedar û bedewtir dibin. Xurtbûn an jî qelsbûna gencîneya peyvan hem li ser axaftina rojane û hem ji li serketina akademîk bandorê dike.  Her wekî din jî têgihîştina xwendinê, behreya nivîsandinê, şiyana derbirinê, jiyana karsaziyê û serketina pîşesaziyê jî rasterast têkildarî gencîneya peyvan e.

Di têgihiştinê de jî rola gencîneya peyvan pir girîng e. Piraniya tênegihîştin an jî têgihiştina şaş ji ber hilbijartina peyvên çewt û kêmaniya peyvan e. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê divê hem gencîneya peyvan were xurtkirin. hem  jî zimanekî zelal, safî û xwerû were bikaranîn. Ji bo tiştên ku tên gotin, baş û rast  werin famkirin, divê peyv û hevok bi baldarî bên hilbijartin. Dibe ku hin peyv bi niyeteke baş jî werin bikaranîn belê gava ku rast neyên bikaranîn dibe sedema têgihîştineke neyînî. Ev rewş bêtir li cihê kar, di têkiliyên malbatî û civakî de derdikeve holê û dibe sedema alozî û gengeşiyên civakî.  Herwiha ji bo pêwendî û danustandinên erênî, divê behre û cerbeziyên bibandor ên guhdarîkirinê werin pêşxistin da ku mirov hevdû baştir fam bikin û têbigihîjin.

Yek ji riyên herî girîng ên pêkanîn, bikaranîn û parastina zimên,  dewlemnedkirina gerncîneya peyvan e. Pêşvebirin û parastina  zimên  rasterê girêdayî gencîneya peyvan û bikaranîna  rast a peyvên bibandor e. Gencîneya peyvan ne tenê bi gotinan, bi xwendin, guhdarîkirin û şêwaza vegotinê jî dewlemend dibe.

Gencîneya peyvan, ragihandina civakî hêsantir û pêwendiyên navbera mirovan xurtir dike  Di têkiliyên mirovan de ji bilî gotinan, zimanê hevpar, rû û îşaretan jî rolek mezin dilîzin. Em hestên xwe ne tenê bi gotinan, bi zimanê laşî jî îfade dikin. Ji ber vê yekê, danûstendina ku bi zimanê laşî ahengdar tê piştgirîkirin, têkiliyên mirovan xurtir dike. Liv û bizavên çavan, domandina helwestek vekirî û piştgirîkirina vegotinê bi bikaranîna destan dibe alîkar ku kesên pêşberî mirov peyamê baştir fam bikin.

Gencîneya peyvan yek ji hêmanên zimanî yên herî girîng e ku şiyana mirov a têgihîştin û derbirinê baştir dike. Gencîneya peyvan a dewlemend, derbirina hest û ramana mirov bibandortir û rewantir dike. Fêrbûna peyvên nû yên ku xwendin, nivîsandin, bihîstin û axaftinê xurtir dikin, bergeha têgihîştinê berfirehtir û ragihandina zanyariyên civakî jî kûrtir dikin. Ji ber vê yekê xwendina birêkûpêk metnên cuda û bikaranîna peyvên nû di jiyana rojane de jî riyên herî bibandor ên dewlemendkirina gencîneya peyvan in.

Gencîneya peyvan ramana mirov xurtir, şiyana ramana analîtîk û behreya çareserkirina pirsgirêkên civakî hêsantir; têkiliyên mirov ên çandî û civakî baştir dike. Hebûna hebana peyvan a dewlemend dike ku mirov li ser mijarên cihê nîqaşan bike û di civakî de xwe baştir îfade bike. Bêguman ji bo dewlemendkirina hebana peyvan jî pêdivî bi hin rê û rêbazên bingehîn heye. Em dikarin çend rêbazên bingehîn bi vî awayî rêz bikin:

  1. Xwendina birêkûpêk: Xwendina cureyên/berhemên mîna roman, gotar, ceriban, helbest, mamik û hwd.
  2. Nivîsandina birêkûpêk: Xwendina rojnivîsk, nivîsandina gotar an jî ristina helbestan û hwd.
  3. Bikarabîna lênûska peyvan: Rêbazek bi bandor e ku peyvên nû yên fêrbûyî di lênûskekê de werin berhevkirin û di hevokan de werin bikaranîn
  4. Lîstina lîstikên peyvan: Xaçepirs, tiştonek, qinik, têderxistinok û hwd.
  5. Guhdarîkirina bibandor: Gotûbej, hevpeyvîn, guhdarîkirina stran, biwêj û gotinên pêşiyan û hwd.

Di axaftina bibandor de rola ziman pir girîng e.  Axaftina bibandor rasterê bi bikaranîna peyvên rast ve girêdayî ye.  Di axaftin û nivîsandinê de bikaranîna peyan çiqas rast be, bandora gotin, vegotin û derbirinê jî ewqas bibandortir dibe. Bêguman hin hêmanên sereke yên axaftina bibandor hene:

  1. Derbirina safî, zelal û xwerû: Divê di axaftin û nivîsandinê de zimanekî sade û têgihîştî ku nebe sedema tevliheviyê were bikaranîn.
  2. Di axaftinê de teql û kirpandin: Divê gotin rast û di cih de werin bikaranîn û li gor wateya xwe werin kirpandin.
  3. Zimanê bedenê: Zimanê laşî di dema axaftinê de jî amûreke ragihandinê ya bi bandor e. Liv û bizavên rû û awirên çav bandoreke pir mezin li ser axaftin û vegotinê dikin.
  4. Hilbijartina peyvan: Hilbijartina peyvên ku ji bo guhdar û temaşevanan guncan tên dîtin, têgihîştina axaftinê baştir û misoger dike.
  5. Herikbarî: Di axaftinê de rîtmeke diyar û axaftina bênavber bala guhdar û temaşevanan zêde dikişîne û bandoreke erênî dihêle.

Wekî encam; Dewlemendkirina gencîneya peyvan, têkiliyên mirov xurtir, vegotina mirov bibandortir  û têgîhiştina wî/wê hêsantir dike. Dewlemendikirina gencîneya peyvan, bandoreke erênî li ser têkiliyên mirov ên civakî dihêle û xweewlehiya wî/wê  zêdetir dike. Dewlemendkirina gencîneya peyvan, asoyê hizirîna mirov berfirehtir, axaftin û bilêvkirna peyvên wî/wê dursitir dike. Dewlemendkirina gencîneya peyvan, xwendina mirov lezgîntir dike û jiberkirina peyvan hêsantir dike. Dewlemendkirina gencîneya peyvan, bîra mirov xurtir û jîrayiya wî/wê zêdetir dike. Dewlemendkirina gencîneya peyvan, zimanê mirov pêştir dixe û ferhenga zimanê wî/wê mayîndetir dike.