Fîlm qala çîroka jineke extiyar a li Tehranê dike ku xwe keşif dike. Di fîlm de ji ber ku jinê serê xwe nenixumandiye, rayedaran nerazîbûn nîşan dan ku berevajî pîvanên nixumandinê yên li Îranê ye.
Dadgeha Şoreşê 14 meh cezayê taloqkirî û cezayê pere li herdu derhêneran birî. Herwiha ji ber sûcdariya ‘hilberîna naveroka mustehcen’ salek cezayê girtîgehê birî ku ji bo pênc salan hatiye taloqkirin.
Navenda Mafên Mirovan a ku navenda wê li New Yorkê (CHRI) biryar rexne kir û got, “Hunermendên Îranî ji ber ku bi rêya huner û azadiya fikrî mafên xwe yên rexnekirinê bi kar anîn bi sansur, girtina kêfî û darizandinê re rû bi rû ne.”
Maryam Moghadam destpêka salê ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî bû û gotibû, “Fîlmê me qala çîroka jiyanê ya rasteqîn dike ku distirê, dans dike û li malê serê xwe nanixumîne. Me jî xwest vê yekê nîşan bidin.”