Bi sedan şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê vê sibehê ji bo ku tev li berxwedana li Bendava Tişrînê bibin, berê xwe da bendavê.
Çalakvan bi coşeke mezin piştî gerandina govendê li seyareyan siwar bûn û bi rê ketin.
Çalakvanan ji ANHAyê re diyar kir ku wan vê carê derfeta çûyînê dît, lewma bi xwestekeke geş ew ê tev li berxwedana Bendava Tişrînê bibin û destnîşan kir ku rêya Bendava Tişrînê ji bo wan rêya azadiyê ye.
Ji 8ê çileyê ev karwanê 15an e ku ji kantona Cizîrê diçe Bendava Tişrînê.
Ji 8ê çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê li bendavê nobedariyê dike.