19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdish Monitoring: Astengiyên li pêşiya kurdî berdewam dikin

Kurdish Monitoring di rapora xwe ya binpêkirinên bikaranîna kurdî ya 3 mehên destpêka sala 2025an de aşkere kir

Kurdish Monitoring, Platforma Çavdêriyê û Rapornivîsînê ya li Mafê Bikaranîna Kurdî rapora xwe ya “Binpêkirinên Mafê Bikaranîna Ziman û Çanda Kurdî yên li Tirkiyeyê” a qonaxa çile-sibat-adara 2025an weşand.

Li gorî rapora Kurdish Monitoringê di her sê mehên destpêka sala 2025an, li qada civakî, medya, qada çand û hunerê û li girtîgehan 24 caran mafên bikaranîna kurdî hatiye astengkirin. Ev bûyerên navborî, zext û zordariya di jiyana civakî de li kurdî dibin, careke din nîşan didin.

Li gorî kategoriyan bûyerên ku pêk hatine:

  • Qada Civakî: 5
  • Medya: 8
  • Çand-Huner: 7
  • Girtîgeh: 4

Li gorî rapora sê mehên borî, herî zêde di medyayê û qada çand û hunerê de mat hatine binpêkirin.

Malper û hesabên medyaya civakî yên Rojnameya Xwebûnê, Ajansa Mezopotamyayê, Jinnewsê û saziyên din ên medyayê hatin astegkirin. Piraniya caran malperên tirkî yên van ajansan tên astengkirin lê di heman demê de ev biryar bandorê li beşên wan ên kurdî jî dikin. Herwiha zext û zordarî li hunermend û akademisyenên kurd jî dibin.

Detay:

  • Li Civaka Giştî ya Parlamentoyê gotina “Jin Jiyan Azadî” di zabitnameyan de ne hat nivîsîn.
  • Pankartên bi kurdî hatin qedexekirin an jî bi darê zorê daxistin.
  • Ji ber ku stranên bi kurdî strane, stranbêjên kurd hatin cezakirin.
  • Li girtîgehan axaftin, dan û sandin û wergirtina nameyan ên bi kurdî hat qedexekirin.
  • Hesabên kurdî yên saziyên medyayê yên medyaya civakî hatin girtin. Bi giştî ev binpêkirin jî nîşan didin ku hebûna kurdî ya li qada civakî bi rengekî sîstematîk di bin zextan de ye.

Ji bo tevahiya rapora Kurdish Monitoringê bitikîne.