Di ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re zêdetirî mehekê derbas bû. Dema ev banga dîrokî hate kirin di gelek derdorên cûda de hêvî û bendewariyek mezin çêbû. Bi taybet kesên ku alîgirê aştiya civakî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ne ev bang erênî û weke firseteke dîrokî nirxnadin.
Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di gava ewil de erk û berpirsyariya dikeve ser milê wê bêyî şik û guman hebe bi cîh anî. Bi daxuyaniyekê bersiv da vê bangê û agirbest ragihand. Li ser vê Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Gel jî bang li hemû yekîneyên xwe kir ku li gorî vê bangê tevbigerin û ji pozîsyona aktîf derbasî pozîsyona xweparastinê bibin.
Ji ber geşedanên li seranserî herêmê diqewimin rojane tên guhertin û bûyerên cûda dikevin rojevê, banga ji aliyê Rêber Apo ve hatî kirin jî weke ku dihat xwestin nebû rojev. Ango nehat nîqaşkirin. Bêguman em vê bangê nenîrxînin û dernexin zanebûnê em ê nikaribin li gorî pêdiviyên wê jê erk û berpirsyariyên xwe bînin cîh.
Divê bê zanîn ku pirsgirêka kurd yek ji mijarên girîng ên siyasî û civakî ya Tirkiyeyê ye. Tevî hemû hewldanên qirkirin û înkarê yên dewleta tirk ev mijar hîn bi hemû girîngiya xwe ve li holê ye. Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji 15ê Sibata 1999an ve tevî şertên giran ên li girtîgeha Îmraliyê herdem di nava hewldanen pêşxistina aştiyek bi rûmet de bû. Rêber Apo bi pêşxistina paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê hewlda ku balê bikşîne ser pirsgirêkên civakî. Lê ev hemû hewldan ji aliyê şerxwazên demê ve ji nedîtinên ve hatin û li şûna aştiyê li herêmê şer kurtir bû.
Li beramberî vê înkarê di sala dawî de daxwazên azadiya Rêber Apo kete rojava cîhanê. Bi taybet di qada navneteweyî de fîlozof, akademîsyen, rewşenbîr, siyasetvan, sendîqevan û hwd. gelek kes xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derketin. Bi pêşengiya kes û saziyên cûda ji bo azadiya Rêber Apo kampanya hatin despêkirin. Ev hemû bandora vê paradîgmayê bûn.
Di encama têkoşîna 52 salan de, êdî em bi zelalî dibînin ku rejîm û pergala dewleta tirk a qirker û faşîst îflas kiriye. Êdî bi van pergal û polîtîkayan encamekê bi dest naxin. Ev rastiyek e. Bi saya berxwedana bêhampa ya gelê kurd û gerîlayên azadiyê ev zîhniyet têk çû. Yekem têkçûna pergala tecrîda Îmraliyê û rûxandina vê pergalê encama têkoşîna serkeftî û bêhempa ye.
Pergala ku di van êrîşan de bi ser neket naçar ma ku li rêyên diyalogê bigere. Li ser vê bingehê zexteke mezin jî pêş dikeve. Eger dewleta tirk Rêber Apo û kurdan qebûl dike, helbet ev bi saya têkoşîna azadiyê û pêngava azadiyê ya navneteweyî ye. Ev hemû bûn yek. Lewma dewleta Tirk neçar ma û çû cem Rêber Apo.
Li himberî banga ku hatiye kirin tişta ku ji aliyê dewleta tirk ve divê were kirin ew e ku ev berpirsyariya dîrokî vale neçe. Îro çavê herkesî li vê pêvajoyê û gavên bên avêtin e. Lewma pir girîng e ku di vê qonaxa wisa girîng de her kes wezîfeya xwe bi cih bîne. Eger bi cih bîne, dewleta tirk wê neçar bimîne ku vê gavê bavêje.
Banga hatî kirin ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyeke mezin e. Ne tenê ji bo gelên kurd û tirk e. Ji bo hemû gelên herêmê xwedî girîngiyek mezin e. Ji ber vê girîngiyê gelek derdoran ev wek manîfestoya demê nirxand. Ev banga ku hemû beşên civakê digre nava xwe ne tenê pirsgirêkên etnîkî, li hemberî hemû krîzên ku îro civak dijî rêyên alternatîf pêşkeş dike.
Rêber Apo paradîgmaya xwe ya neteweya demokratîk, bi vê bangê ve pêş dixe û xurt dike. Li ser vê bingehê dixwaze têkoşîna gelê kurd a ji bo azadî û demokrasiyê bi ser dixe û dixe rojava hemû cîhanê. Ev di haman demê de daxwaza demokratîkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Banga daxwaza mirovan a ji bo azadî û demokrasiyê ye. Rêber Apo dixwaze van armancên xwe bi ser bixîne. Lewma em dikarin bêjin ku pêvajoya heyî, di heman demê de pêvajoyeke têkoşînê ye.