Bi pêşengiya ciwanan ji bo pîrozkirina 76emîn Rojnûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî pêk hatin. Di 1ê Nîsanê de ciwanan ji Amedê dest bi meşê kirin û di 3yê mehê de gihiştin Xelfetiya Rihayê. Ciwan li her cihê ku jê derbas bûn rastî eleqeyeke mezin hatin. Dema ku ciwan gihiştin Xelfetiyê jî ji aliyê girseya ku ji bo pîrozbahê hatibûn ve rastî eleqeyek mezin hatin.
4ê Nîsanê bê guman rojbûna birêz Abdullah Ocalan e. Lê belê gelê Kurd, Ermen, Ereb, Suryan, Asûr û hwd. hemû gelên bindest Abdullah Ocalan rêberê xwe dibîn e. Dema em li sedemê vê dikolin û dipirsin dibêjin; ‘Rêber Ocalan felsefeyeke jiyanê ya hevpar derxistiye holê. Bi saya fikir, raman û paradîkmaya wî îro em bi hev re dijîn. Rêya têkoşîna azadiyê li ber me vekir û bi saya wî îro em li xwe, nasname, çand, ziman û baweriya xwe derdikevin.’ Belê ev bersiv ne ji rêzê ne û xwedîdarkin jî li ser vê bingehê pêş dikeve. Em jî şahidiyê ji vê yekê re dikin.
Me şahidî ji kêf û kelecana gel re kir ku bi hestên çawa ji bajarên dûr bi şert û mercên zehmet, tevî hemû astengiyan jî xwe gihandibûn Xelfetiyê. Me kesên ku ji Colemêrgê bigirin, heta Şirnex, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Êlih, Bedlîs, Wan, Agirî, Îdir, Mûş, Qers, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbolê hatibûn Xelfetiyê dîtin. Me ji pitikên di qumatkê de bigir heta zarokên 7 salî û kal-pêrîn 70ê salî kes dîtin ku ji bo pîrozbahiyê hatibûn. Xelfetî veguherîbû baxçeyên gulan! Xelfetî veguherîbû Gulîstanekê! Xelfetî veguherîbû Kurdistanê! Lewre ji her deverê, ji her herêmê, ji her bajarî gel hatibûn û her kes bi cil û bergên xwe yên gelerî hatibûn. Bi çand û devoka xwe, bi stran û govendên xwe Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikirin.
Bêguman hatina Xelfetiyê qet ne hêsan bû. Hêzên dewletê li ser hemû rêyan bendên kontrol û astengî danîbûn. Destûr nedidan ku yek kes jî derbas bibin û biçin rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin. Lê belê girêdan, hezkirin û biryardariya gel êrîş û bendên dewletê şikandin. Gel xwe li nav erd û zeviyan, çol û beyaran xist û xwe gihandin Amarayê. Li gel baran, herî û astengiyan biryardarî û girêdana bi birêz Ocalan xwe bi zelalî dida xuyakirin.
Ji aliyên bi hezaran Kurdistaniyan ve li parka 4ê Nîsanê ya Xelfetiyê 24 saetan di asta mihrîcanê de kêf, şahî û pîrozbahî pêk hat. Gel, bi şev û roj li ber muzîk û stranan govend gerandin û bê navber dirûşmên “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Ne êrîş û astengiyên hêzên dewletê û ne jî serma û barana ku dibariya dikarîbû bêzariyekê ava bike. Bi biryarî û kelecaneke mezin gelê Kurd hezkirina xwe ya ji bo Abdullah Ocalan dida xuyakirin.
Bê guman ne tenê li bakurê Kurdistanê li başûr, rojhilat, rojavayê Kurdistanê û her wiha Ewropa û Rojhilata Navîn jî gelê Kurd robûna Abdullah Ocalan pîroz kir. Lê ji ber ku em li Xalfetiyê bûn me şahidî ji pîrozbahiyên li vê derê kir em encax çavdirêyên xwe bi we xwînerên hêja re parve dikin.