Li Qada Sera û Terhikan ya girêdayî Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê hilberîna darên behîv, hirmî, mişmiş, hejîr, xox, vîşne, alûçe, tû, bîhok, kulîlk, tovên fêkiyan, şitlên fêkiyan û darên xemilandî yên demsalî dewam dike. Şaredariyê dest bi belavkirina 4 hezar darên fêkiyan berhemên xwe dê bide tax û gundên girêdayî navçeya Peyasê ne kir û li qadên hevpar danîn. Hevşaredarên peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar jî beşdarî belavkirina darên fêkiyan bûn û diyar kirin ku dê wek şaredarî ji bo bajarekî hêşîntir xizmetên bi vî rengî bidomînin.
Li her gundî wê qadên fêkiyan hebin
Bi beşdariya Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar ji bo dibistan, mizgeft, mala şînê û qadên hevpar ên tax û gundan dar werin danîn, bi giştî dest bi belavkirina 4 hezar daran kir. Li 26 qadên hevpar ên li tax û gundên bi ser navçeya navçeya Peyasê ve darên behîv, hirmî, mişmiş, hejîr, xox, vîşne, alûçe, tû, bîhok, kulîlk, tovên fêkiyan, şitlên fêkiyan û darên xemilandî yên demsalî ji alî şaredariyê hat belavkirin û hat çandin.
Şaredariya Peyasê ji bo qadên hevpar xebatên xwe yên ji bo çêkirina baxçeyên fêkiyan li deverên cuda yên navenda bajêr jî didomîne. Di qonaxa yekem de wê 2 hezar darên fêkiyan li park û baxçeyên bajêr ên li navçeyê bên çandin. Bi vî awayî hemwelatiyên navçeyê dê bi hêsanî karibin ji darên fêkiyan ku hatine çandin fêkiyan berhev bikin.