Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8ê Adarê de ji bo jinan nameyek şand. Di peyamê de diyar dike ku pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakbûyîna jina pêşeng e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameyê de destnîşan dike ku heya ku çanda tecawizê/destdirêjiya zayendî têk neçe, di qadên zanistî, estetîk û olî de heqîqeta civakî jî dernakeve holê û dibêje: “Wekî ku ji Marksîzmê jî hat îspatkirin, heya ku çanda serdest a zilam di kûrahiya civaka serdema nû de neye fetisandin, serkeftina sosyalîzmê ne mumkun e. Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe. Heya ku azadiya jinê pêk neye hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê.”
Rêber Abdullah Ocalan bibîr dixe ku kesekî ku nizanibe bi jinekê re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Abdullah Ocalan rola jinê ya di nava civakê de jî bi van gotinan tîne ziman: “Sosyalîsbûyîna zilamekî bi pêwendiya wî ya bi jinekî re girêdayî ye. Jin bi xwe gerdûn e. Zilam jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pirozî û Xwedawendayî jî ya jinê ye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameyê de li ser kuştina jinan jî radiweste û pirsa “Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje?” dipirse û li ser çanda, Satiyan radiweste.
Têkildarî naveroka nameyê Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) û endama TJK-Eyê Kezban Dogan ji bernameya Mijarek û Mêvanek a Rojnameya Xwebûnê re nirxandinên girîng kirin.
‘Fîlozofiya xwe ya gerdûnî da nîşandan’
Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Almanyayê Kezban Dogan anî ziman ku peyama Rêber Abdullah Ocalan rûpelelek e, lê dîroka 10 salan têde veşarî ye û hemû bi rastiya jinê ve girêdayî ye.”
Kezban Dogan ewil li ser tevahiya peyamê rawestiya û wiha axivî: “Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan me jinan dest bi bihareke nû kir. Piştî 4 salan ku tecrîdeke mutlaq hebû, hatina vê peyamê û slava Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan hest û moraleke pir cuda bû. Bi taybetî piştî gotin dê di 8ê Adarê de peyamekê ji bo jinan jî bişîne kelecana me zêdetir bû. Me got çawa di nava şertê tecrîda giran de em ji bîr nekirine. Ev hest û kelecaneke pir cuda bû. Di 8ê Adarê de peyam hat xwendin. Peyam ji rûpelekê pêk dihat. Lê di wê rûpelê de dîroka jinê hebû. Ji serdema Neolotîkê dest pê dike û heta îro dinirxîne. Dîsa ji bo siberojê çareseriya pirsgirêkê nîşan dide. Em gelek matmayî hiştin. Di nivîseke ew qas kin de ew qas dîrok li ser bar kiriye. Nivîseke pir kûr û bi wate bû. Serokatiyê bi vê peyamê careke din fîlozofiya xwe ya gerdûnî da nîşan da.”
‘Rêber Ocalan xwendina me pêş xist’
Kezban Dogan destnîşan kir ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nû dîl hat girtin, di hevdîtina parêzeran de navê pirtûkan digot û pirtûk pêşniyar dikir û wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan bi van pêşniyaran rêjeya xwendina me jî zêde kir û em arasteyî xwendina pirtûkên rast jî kirin. Her carê ku min ew nîşeyên hevdîtinê dixwendin, min berê xwe dida Weşanxaneya Mezopotamya û pirtûkên ku Rêber Ocalan pêşniyar kiribûn min dikirîn û dixwendin. Di wê dema ku parêzer diçûn hevdîtinê û nîşe dianîn, hem di aliyê entellektueliyê de û hem jî di aliyê zanyarî, mîtolojiyê, çandî û dîrokî de pêşketina gel pir zêde bû. Serokatiyê di aliyê xwendinê de jî gelê kurd pêş xist û zelal kir. Arasteyî xwendina rast kir.”
‘Divê atolyeyên perwerdehiyê xurtir bibin’
Berdevka YJK-A Kezban Dogan li ser girîngî û wateya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo atolyeyan jî rawestiya û dîsa bal kişand ser rola jin û zilam a di nava civakê de û ev nirxandin kir: “Dema Serokatiyê di sala 1998an de bîrdoziya Rizgariya Jinê di 8ê Adarê de diyarî jinan kir, lêkolîn û zanista Jineolojiyê jî pêş xist. Piştî Bîrdoziya Rizgyariya Jinê pêş xist, jin ketin nava lêgerîna ku ‘Jinê li ku winda kiriye” û dest bi lêkolînan kirin. Ji ber Serokatî dibêje ‘We li ku winda kiriye li wir lê bigerin’. Dibêje we ji Neolotîkê winda kiriye, ji Neolotîkê dest pê bikin. Di nameyê de qala B.Z. 10 hezar sal û 4 hezar salan dike. Ev dema dayiksalariyê ye. Hêj nû şaristanî pêş dikeve. Êdî jiyana li ser Hîlala Zêrîn a Mezopotamyayê pêş dikeve. Piştî wê demê şikandina yekemîn ango têkçûna yekemîn dest pê dike. Dîsa B.Z. di navbera 4 hezar sal û 2 hezar sal duyemîn şikandina jinê pênase dikin. Wê demê olên semawî ango yek xweda dest pê dike. Serokatî dibêje niha hûn di serdema şikandina sêyemîn de ne. Êdî rizgarî jî têkçûn jî di destê we de ye. Ji ber vê yekê jî divê perwerdehî li ser vê yekê kûrtir bibe. Berê jî atolye û perwerdehî dihatin kirin. Lê niha divê bêtir kûrttir bibe. Niha qala çanda Satî dike. Me betê tenê çanda Babîl dizanî. Piştî li ser gotina Serokatiyî mirov lêkolîn dike, dibîne ku di Misira kevn û Greekê û Hindistanê têkçûna yekemîn a zayendî heye. Di her qadê de mîtolojî heman tiştî dibêje.”
‘Sargonê duyemîn 5 hezar ziman jêkirine’
Kezban Dogan li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên xwedavediyê jî rawestiya û wiha pêde çû: Serok di vê peyamê de qala çanda yek xweda dike. Yemek car di şaristaniya Babîl de, Xwedavend Tîamat û Xweda Mardûk hebû. Dema em li împaratoriya Babîl dinerin, Keyserê wê demê Sargonê duyemîn, di dîroka cîhanê û Mezopotamyayê de kesê herî qedar e. Ji serê mirovan dîwar ava kirine. Tê gotin ku wê demê 5 hezar zimanê kurdan ango zimanê Medan jêkiriye. Ji ber ku bi kurdî xebetdane. Wê demê bandora Keyser Sargon li ser têkçûna jinê zêde ye. Dîsa li Misirê jî dema Nefertîtî û Akhenaton de xwedayê wan ê mezin Amon heye. Ji wir derbasî Atom dibin. Serokatî qala Nefettîtî dike. Dibêje ew jina xwedavend kirine qesr û qonaxan. Heman tişt di mîtolojiya Girekan de jî derdikeve. Di şikestina zayenda yekemîn de cihê Zeus gelek mezin e. Wê demê jin bi jinê dane şikandin. Malzaroka jinê biçûk dîtine. Di tu mîtolojiya de xwedavenda şer tune. Lê ti mîtolojiya Yunanan de xwedavenda şer Atena heye. Dema em li Atena û kiryarê wê dinerin, em dibînin ku bi bedena xwe jin e, lê bi ruh û mejiyê xwe mêr e. Niha jî di nava moternîteya kapîtalîst de gelek jin bi bedenê jin in, lê ruh û mejî yê mêr e. Tê zanîn ku Afrodît yek xwedavenda mezin a sereke ya Girekan e. Lê ew biçûk xistine. Wê demê çanda tecawizê dest pê kiriye. Li wir em dibînin di perestgeh de li dijî Medûsa destdirêjî tê kirin. Li şûna mêr em dibînin jin tê sucdarkirin. Li vir tê dîtin ku jin çawa bi destê jinê dane kişandin.”
‘Jinan êl û gundê xwe di parastin’
Kezban Dogan li ser pêşengiya jinê û sazimankariya jinê jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Em her tim tînin ziman ku di serdema Neolotîk de şaristaniya xwecihî dest pê kiriye.Mirov derbasî jiyana xwecihî bûne. Berê jî û niha jî jin li gorî pêwistî û pêdiviyên xwe di afirine. Pêdiviya wê bi çi hebe wê diafirîne. Wê demê di aliyê welidandina zarok de jin tenê jin dihat dîtin. Rola mêr nedihat dîtin. Wê demê neçirvanî zêde bû. Mêr diçû nêçîrê. Wê demê şert û mercên neçîrê zor û zahmet bû. Wê demê ji ber mêr diçû bi mehan li neçîrê dima, jinê li civakê dinerî û civak hem xwedî dikir û hem bi rêve dibir. Îro dema em têne Kurdistanê jî piştî 12 hezar sal em dîsa heman çandê dibînin. Heta çend sal berê jî qaçaxvanî û serhildtan hebû. Dîsa yên li gund diman jin bûn. Jinan dîsa di aliyê parastinê û xwe bi rêvebirinê de rol dida ser xwe. Dema em zarok bûn, dayikên me ji bo leşkerên tirkan digotin ‘Gur hatin’ Ji bo ku berx xwe ji guran biparêze, divê şivanek hebe. Jina herî jêhatî û xwedî tecrûbe hem êla xwe û hem jî gundê xwe ji êrîşan diparast. Ji dema neolotîk heta îro her tim jinê civak, ziman û çand parastiye. Jinê piştî şikandina yekemîn û duyemîn, di serdema şikandina sêyemîn de êdî bi hestê xwe dijî. Ji ber vê yekê di jinan de hesta şeşemîn pêş ketiye. Ev alî di hemû zindiyan de heye. Dema aliyekî mirovan kêm be, aliyê din pêş dikeve. Mînak dema çav nebîne guh pêş dikevin. Ji ber ku fikr û xwe îfadekirina jinê hatiye gorkirin hestê wê derdikevin pêş. Jin ji serdema Neolotîk heta iro hestê wê pêş ketiye. Ev di aliyê zanistî de hatiye aşkerekirin ku mejiyê jinan ji yê mêran bêtir dixebite.”
‘Mêr her tim xwe wekî xweda dît’
Der barê ji rêderketina mêr jî Kezban Dogan ev nirxandin kirin: “Di serdema ewil de neçîrvanî bi awayekî hovîtî dihat kirin. Piştî demekê ajalên ku neçîra wî dikirin kedî kirin. Mêran ew ajal bi zext û zordariyê kedî dikirin. Bi birçîhiştin û zextan dawiya dawî ew sewal kedî kirin. Ew sewal ne bi daxwaza xwe kedî dibe. Dizane ku dê çi bê serî mecbûr dimîne ku bi ya xwediyê xwe bike. Dema mêr dît ku bi kuştin, tundî û zordariyê kare ajalan kedî bike, dîsa bi birçîbûn û tenêhiştinê kare kedî bike, heman rêbaz li ser jinê jî pêş xist. Ev yek hêdî hêdî pêş xist. Bi rêbaza ol, bewerî û amûrên din pêş xist. Mêr her tim xwe wekî xweda dît û li jor dît. Niha Serokatî dibêje kesekî nikaribe bi jinekê re xebet bide û bijî ne sosyalîst e. Li Kurdistanê berê zilamekî ku ji jinê re diyalog pêş dixist û jiyanek hevpar pêş dixist biçûk dihat dîtin. Navekî din li zilam dihat kirin. Ev detayên biçûn in, lê ev bi remê re di nava civakê de wekî çiyayê Araratê mezin bûn.”
‘Di evîna Derwêş û Edûlê de 5 rêgezên bîrdoziya jinê heye’
Têkildarî mijara evîn û kesên evîndarê xwe dikuje jî Kezban Dogan wiha axivî: “Dema mirov li evîndarên dîrokî yên wekî Kerem û Asli, Leyla û Mecnûn, Mem û Zîn, Ferhat û Şîrîn û mînaka herî mezin jî Derwêş û Edûlê gelek kesên din dinere, li wir evînek cuda heye. Mêr ji bo evînê canê xwe dide. Di van mînakan de mêr ji bo evînê hemû berdêlên giran dide. Lê mînaka Derwêş û Edûlê cuda ye. Di mînaka evîna Derwêş û Edûlê de 5 xalên rêgezên bîrdoziya jinê têde heye. Rêgeza welatparêziyê heye. Estetîk têde heye. Têkoşîn têde heye. Vîn heye. Edûlê bi vîna xwe astengî û perdeyên di navbera baweriyan de ji holê radike. Di mînaka Derwêş û Edûlê de aliyek winda bike aliyê din jî winda dike. Di aliyê bawerî, zayendî û welatparêziyê de aliyek winda bike aliyê din jî winda dike. Di aliyê erdnîgariyê de jî aliyek winda bike aliyê din jî winda dike. Ji ber ku eşîr û baweriyên Edalû û Derwêş cuda ne. Yek winda bike yê din jî winda dike. Di vê evînê de herdu hev mezin dikin. Her du hev xurt dikin. Ji ber vê yekê ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan baş bê famkirin divê her kes çîroka Derwêş û Edûlê bixwînin.
Serok dibêje sedsala 21emîn dê bibe sedsala azadiya jinê. Di destpêka sedsala 21an de em dibînin li her derê serhildana jinan pêş dikeve. Ji Amarîkaya Latînê bigire heta Efrîqaya Başûr, em dibînin jin bêtir li hev xwedî derdikevin û li hev kom dibin. Lê li diijî vê yekê em dibînin ku pergal polîtîkayên cuda pêş dixe. An carna raste rast jinê dikuje, an jî vina wê tune dike. Niha pergalê çandeke wisa pêş xistiye, bi taybetî di sitranan de dibêjin ‘Ya tu ya min e, yan jî tu ya axê ye.’ Vê çandê di rêzefîlman de jî pêş dixin. Li her welatî jin bi rebaz û zagonên cuda tên sînordarkirin û vîna wan tune tê hesibandin. Em dibînin ku li Iraqê zagona ku zaroka 9 sali dikare bi zilam re bizewice derxistin. Li Tirkiyeyê jî jinê di malê de hepis dike û tenê zarokan xwedî dike. Li ewropayê keda jinê li gorî ya mêr kêm tê dîtin. Li Ewropa di aliyê fikrî de kuştin heye. Lê di demên dawî de kuştina jinê zêde bûye.
Kezban Dogan bal kişand ser nêzîkatiya HTŞê ya li dijî jinan û wiha got: “Îro vîna jinan tune dihesibîne. Baş e ku Serokekî me yê wekî Rêber Abdullah Ocalan heye. Dijminê me yê ew qas xedar bi salan e ew qas li ser serê me zilm û zodariyê dike. Bi taybet li ser serê me jinan zilmek mezin dike. Serokatî di peyama xwe de qala çanda tecawizê dike. Bi destê dewletê aşkere ji sala 1980i heta îro li dijî jinan tecawiz tê kirin. Di demên dawî de destdirêjiya li dijî jinê kurd derketiye asta herî jor. Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu got PKK partiya tevgera jinan e û jin kirin hedefa xwe. Piştî vê yekê dewletê bi her awayî êrîşî tevgera azadiya jinê kir. lê nekaribû encam bigire. Ji ber ku bingeha tevgera jinê xurt bû. Xwe li ser paradîgmaya konfederalîzma jin ku li ser esasê pergala ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ava kiriye. Rêber Apo her cara ku em xetimîne, bi fikr û felsefeya xwe reya me vekiriye. Di çar salên dawî ku tecrîd giran bû de bi taybetî li Bakurê Kurdistanê çanda tacîz û tecawizê, kuştin û gelek aliyan li ser jinan zêde bûye. Di 2 salên dawî de dewlet li Bakur û Başûr raste rast êrîşî jina kurd dike. Li dijî jinan polîtîkayê tiryak û fihûşê pêş dixe. Lê Rêber Apo di vê peyama xwe ya dawî ya 8ê Adarê de nîşan da ku hem jinên kurd û hem tevahiya jinên cîhanê dê çawa karibin li dijî vê çanda tecawizkar û qirker xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Ev peyam mifteya çareserî û têkoşîna li diji van êrîşan e.”