Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku beriya du rojan li Merîwanê 5 welatiyên bi navê Mihemed Eştek, Aram Nîkpeî û Mihemed Nîkpeî yên xelkê gundê Nê, Bîlal û Tehsîn Dardestî yên xelkê gundê Serdoş yên niştecihê Merîwanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.
Hate gotin ku her 5 welatî ji ber ku tevlî pîrozbahiya cejna Newrozê bûne, hatine binçavkirin.
Li gorî heman çavkaniyê di nava du rojan de îdareya Îstîxbarata Îranê ya li Merîwanê, bi sedema ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne, bang li 150 welatiyan kirine û gef li wan hatiye xwarin.