Gelê Amedê û yên derdorê xwe ji bo Newroza dîrokî ya sibê ku dê li Qada Newrozê ya Amedê bê li darxistin amade dike. Newroza îsal bi şiyara “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê lidarxistin. Newroza 2025an di bin siya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê pîrozkirin. Amed dê sibê ji sedhezaran kesî re malovaniyê bêke. Hemû amadekarinên Newrozê li ber qedandinê ye. Li aliyekî qad tê xemilandin li aliyekî dika Newrozê tê amadekirin.
Wê gelek mêvan jî di protokola Newrozê de cih bigirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat re vexwandname şandiye. Li bendê ye bi dehan siyasetmedar û rewşenbîr tev li Newrozê bibin. Her wiha îsal 629 rojnamegeran ji bo akredîtasyonê serî li DEM Partiyê dane da ku pîrozbahiya Newrozê bişopînin û ji cihanê re ragihînin.
Her wiha li bendê ye ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e peyemek were û li qada Newrozê ji milyonan mirovî re bê xwendin an jî ku dîtbarî be bê pêşandin.