Di 27ê sibat 2025an de birêz Abdullah Ocalan daxuyaniyek dîrokî da û bang kir ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dawî li şerê 41 salî yê çekdarî bê dayîn.
Bi gotin, an jî nivîsîn rehete lê şerekî bênavber 41 sal berdewam dike, ev şer bû egerên sed hezaran wendahiya canî, wêrankarî, derbederî û zîndan, sêdareyan. Demdirêjiya vê şerî, diyare mînaka vê cîhanê da nîne, herwiha aliyekî aliyê din têk nebir, rewşekî pata derket holê.
Devleta Tirk 101 sal berê hat damezrandin. Komara xwe li ser prensîbên yek nijad, yek ziman, yek ol yek al avakirin. Gorî vê armancê: Gelên ne musliman (ermen, cihû, grek) bi komî kuştin, qirkirin an jî ji welat derxistin. Lê yê misliman (kurd, laz, çerkez, pomak, abhaz û ereb) di nava nijada tirk de bi darê zorê wan bikin tirk. Herwiha wek baweriya elewî-rêyaheq a kurd, tirkmenên elewî, azeriyên şîîa jî yê bikin sunî û mesebê hanîfî (kurdên misliman giranî mesebê şafî bûn).
Komara Tirk ji bo van armancên xwe pêk bîne, komkujî, talan, zîndan, surgun û guherîna demografîk û komkujiya etnîkî pêk anî. Di van kiryarên xwe da paqijkirina yê ne misliman temamkir. Ermeniyan ji qirkirinê derbas kirin, cihûyan xwe bi navê “tirktiyê” veşart. Herwiha piraniya wan jî çûn welatê Ewropayê. Girêk hatin kuştin, yê mayî jî çûn Girêkya. Dervayî kurdan netewên din giranî di nava nîjada tirk de asîmîle bûn, zimanê xwe çanda xwe wendakirin.
Li ser kurdan ji hemû neteweyên Tirkiyeyê zêdetir zext, kuştin, talan û kuştina etnîkî pêk anîn, lê zeft nekirin, yanî nikaribûn bikin tirk.
Devleta Tirk di 1970 de êdî bawer dikir ku kurd jî li ber pêla bişaftinê ketine. Bi navê kurdîtî pel nedilivî, bi tenê Rewşenbîrê wekî Musa Anter û çend hevalên wî, goşeyên veşartî xebatê ziman, wêjeyî dikirin. Di wê demê de pêla bayê Şoreşê Cezaîr, Vîetnam û yê din li ser ciwanên kurd bandor dikir. Di vê pêvajoyê de PDK-Bakur, Kawa, Ala-Rizgarî derketin û PKK jî di vê pêvajoyê de bi navê Koma Apociya 1974-78an derket ser rêya şoreşgeriya kurd. Koma Apocî di 1978an de xwe wek Partî sazkir, navê xwe kir Partîya Karkerên Kurdistan (PKK). PKK hemû bajarên Kurdistanê çalak bû, rêbazê xebatên wê girseya gel der û dora xwe komdikir.
Devleta Tirk damezrandina partiyê (ku armanc dike Kurdistanê azad bike) ji bo xwe xeter dît. Ji bo vê jî seranserê Kudistanê li partiyê girtin û kuştinan dan destpêkirin. Li ser vê yekê li Mereşê komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de jin û zarok jî di nav de bi giştî gel dabû pêşxwe. Ev komkujî ji bo PKK peyameke vekirî bû, ku “eger zêde gavî bikî dawiya gelê te nesilkujî ye”. Ev zextan PKK naçarî şerê çekdarî dikir.
Di 12ê îlona 1980yî de derbeya leşkerî çêbû. Fermandarê leşkerî Kenan Evren “dema ez bi helîkopterê li ser Riha û Amedê difiriyam me bîryara derbeyê da, ji ber ku Apociya welat ji dest me derdixist” lê di rastiyê de ev derew bû, ji ber ku hêza Apociyan hinde nebû ku welat rizgarkin. Lê tesîra wan zîndî bû, kurd û Kurdistan dikir rojev, rejîma tirkan tirsandîbûn, neçarî derberya leşkerî kirîbû. Li gorî feraseta wan “Serê mar hêj bi çûkî divê were heciqandin” bû.
Derbeya leşkerî, bakurê Kurdistanê giştî kirîbû girtîgeh. Pêşengên PKKê bi giranî hatibûn girtin, zîndana Amedê bûbû labaratuwara îşkecexanê. Armanca wan Kurdên hişhar bi zindî wan bikujin, teslîm bigirin, vîna wan bişkînin, wan ji kurdbûnê dûr bixin ku bêjin, “ez tirk im, çi bextewariye ku ez tirk im”.
Reberê PKK Abdullah Ocalan bi komekî hevalên xwe berê xwe dabûn Filistînê, da ku xwe perwerdê bikin, xwe amede bikin û vegerin welat.
Derencam, li zîndana Amedê pêşengên PKKê teslîm nebûn, li hemberî zilmê dirûşmên “berxwedan jiyane, teslîmbûyîn dê bibe xiyanet, berxwedayîn dê bibe serkeftinê” berz dikirin.
PKK piştî sala 1981ê kom bi kom berê xwe da çar alîyê welat. Di encamê de van xebata 15 Tebaxê 1984an li hemberê Tirkiyeyê kir û şerê çekdarî dan destpêkir. Ji wê rojê û heta niha bênavber şerê çekdarî berdewam dike.
Armanca Dewleta Tirk ev sed sal in kurdan bike tirk e, lê ev pêk nehat, yanî tirkan di armancên xwe yên stratejîk de wendakir. Ji ber kurd nebûn tirk, berevajî kurd êdî bûn cîhanî.
PKK despêkê da armanca wê: Kurdistanekî serbixwe, pêk nehat, lê kurd ji bişaftinê, tunebûnê azad kir. Kurd kir xwedî rêxistin, xwedî sazî û li Rojhilata Navîn û cîhanê kir aktorên sereke.
Di 27.02.2025an de birêz Abdullah Ocalan bi peyameke ji raya giştî re aşkera kir, di wê peymanamê de dibeje ku “ di warê teorî, bername, stratejîk û taktîkan de bandora rastiya pergala Reel-Sosyalîst a sed salê li ser ve avabûne çêbûye. Di salên 1990î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna Reel-Sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe zêde bike.” Ev têbîn xalekî herî girîng e, ji ber ku PKK wek partiyekê, saziyekê êdî têrê nake ku potansiyela ku di civaka kurd de derketiye holê rêxistin bike. Dema PKK derket civaka kurd ji sedî 75-80 li gundan dijiya, niha ji sedî 25 li gundan dijîn. Burjuvayê kurd nebûn, niha bûrjuvaya kurd di pazara cîhanî de aktor e. Hunermend û rewşenbîriya kurd bi çend hejmarbûn, roja îro bi hezaran û di asta cîhanî de xwedî ked û bandor in. Wek netew lênûsên îstîxbarî, an jî amûrên lekolînên akademiye cîhanî bûn, lê îro xwedî nasnameyekî cîhanî û civakeke zindî, çalak in. Wek netew bê agahiyê hev li çar parçeyê welatê xwe zîndan di nava zîndanê da bûn, herwiha di nava her parçayî de jî cudahiyên ol-bawerî, zarava û eşîrî hebû. Her alî jixwe re giravekî jiyanî çêkiribû, kes derdê kesî nazanî bû, an jî ne dihîştin ku hev nasbikin. Lê di roja me ya îro de nasnameyeke hevbeş Kurd-Kurdistan li ser hemû diyardeyên din pêşketiye, yekitiya ruhî avabûye û ev sînorê Kurdistanê derbasbûye, êdî bûye cîhanî.
Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa, Kafkas û Sovyetan bi şêwazên cuda û bi navên cuda, lê li ser pirensîbên PKKê civaka kurd xwe rêxistinkiriye.
Herwiha raman û bîrdoziya rêxistinê li hin welatên cîhanî jî tesîrbûne, gorî paradigmaya PKKê, program, peyrewê xwe sazkirine.
Di encamê de tişta ku Rêberê Gelê Kurd pêşdixe, an jî ji holê radike girîng e. Armanc ew e ku ji bo PKK azadiya kurd û Kurdistanê misoger bike divê ji nû ve derfetên xwe saz bike, ji partiyekê wêdatir bi rista sazumankarî di bin sîwanekê de hemû alî, rêgez û rengên din ên civakê di rûbarekî de biherikîne. Divê ev rûbar, yekîtiya cuda rengan be, yeksaniya cudahiyan be. Yanî xwe ji nû ve sazûmankirine.
Em tû carî ji bîr nekin; Gel û Welat armanc e, partî amûr in, partiyên ku temenê xwe temam kirin heke xwe nûjen nekin, an dê bişkên, parçe bibin, bibin tarîqat. An jî dê li gorî serdemê guherînê pêk bînin ji civakê re bibin bersiv û xwestkên civakê bi cih bînin ku li ser mîrateyên xwe bi rûmet bimeşe.
Derencam, pirsa girîng em ji xwe bikin, an jî bipirsin ji îro û şûnde em çi bikin? Pêwîste çi bibe? Di gerdûnê de, di sosyolojiyê de tu valatî nîne û valatî nayê pejirandin. Dilê me bibe an nebe, başbe xirab be, herwiha li gorî dilê herkesî jî bibe pîvan, qaîde-qural wisa jî nîne! Lê ya girîng; di vê pêvajoya werçerxanê de ji her demê bêhtir hişyarî, baldarî, bi sebir, dûrbînî û bi xwînsarî stratejîk û hedefên xwe esas bigrin. Ji ber ku ev demê werçerxanê yê hemberî me yekem armancê wê ew e ku armanca me şêlû û nediyar bike. Armanca me ya stratejîk welat û civaka azad e. Ev 50 sal in Rêberê stratejîk û rêxistina wê heye û berdewame, li gorî vê divê em êrîşên pskolojîk, ramanî ku li ser Rêbertî û rêxistina wî bizanibin. Êrîş raste rast, li ser armancame ya stratejîk e. Ji ber ku Rêbertî û Rêxsitin diyardeyên sosyolojîk in, diyardeyên hişmendiya hevbeş in.
Kî çi dibêje bila bêje em bawer dikin û pêwîstî dibînin ku xwe ji nû ve saz bikin, sazûmankarkin. Ev ne kêfê, an jî em şoreşgerî bêzar bûne, beravajî Kurdistan de şoreşgerî her roj cejn e, lê diyardeyên şênber ê serdemê, pêwîstiyên şoreşê me neçarî xweçerxanê dike. Em wek gel û şoreşgerên vî gelî dikevin pêvajoyeke stratejîk, rê û rêbaz, herwiha saziyên nû erkên xwe yê serdemê pêşwazî dikin. Wek dirûşmekê: her tişt bi navê azadiya gel û welat.