20 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Klîba strana ‘Newroza Azadî’ weşandin

Klîba strana “Newroza Azadî” ku ji bo Newroza îsal hatiye amadekirin, hate weşandin.

Newroza 2025an îsal dê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo azadiyê” tê lidarxistin. Newroz, dê li herî kêm 89 navendan bê pîrozkirin. Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî ji bo Newrozê strana “Newroza Azadî” çêkir. Klîba stranê hate weşandin.

Navên kesên muzîka stranê amade kirin, striyan, gotin amade kirin û di amadekirinê de cih girtin wiha ne:

“Gotin: Devrîm Demîr & Baran Ertaş

Muzîk: Baran Ertaş

Vokalên Jin: Sarya Ertaş, Mizgîn Turan, Bêrîtan, Devrîm Demîr, Emel Bejan.

Vokalên Zilam: Mesûd Gever, Azad Bedran, Suleyman, Baran Ertaş, Xebat Zinar, Omer Arîn û Omer Baran.

Aranje û derhinêriya muzîkê: Baran Ertaş

Muzîkjen

Keman, Viyola, tembûr: Baran Ertaş

Mey, zirne: Ertan Tekîn

Bilûr: Yasîn Boyraz

Çello: Rûşen Arslanargun

Gîtara elektronîk: Baran Karakoç

Bass Gîtar: Hogir Nazlier

Dahol: Mûrat Bakrak

Perkusyon: Bariş Cem Sungur”

Gotinên stranê wiha ne:

“NEWROZ

Newrozê tu bi xêr hatî

Li ser ser û çavan hatî

Agirê Kawayê Hesinkar

Tu ji me re xelatî

Jin û ciwan zar û zêç

Tev ketine vê dîlanê

Agirê Newrozê geş bû

Li dora berxwedanê

Newrozê way tu hatî

Wek gulek sor xelatî

Kêf û şahî bi ter hatî

Ronahî ji boy welatî

Mazluman serî rakir

Ala azadiyê li ba kir

Bû agirê Newrozê

Gelê Kurd tev şiyar kir

Rabûn ketine dîlanê

Zekiya û Rewşanê

Serkêşên govendê ne

Ronahî û Bêrîvanê

Newrozê way tu hatî

Wek gulek sor xelatî

Kêf û şahî bi ter hatî

Ronahî ji boy welatî

Dilopek av ket axê

Şîn kir tovê jiyanê

Roja nû ji bo me hilat

Bihara me xemiland

Vaye hilbû Roja me

Tînê da welatê me

Li ba dibe ala me

Mizgîniya hebûna me

Newrozê way tu hatî

Wek gulek sor xelatî

Kêf û şahî bi ter hatî

Ronahî ji boy Welatî”

Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin klîbê: Hunermendên NÇM – Newroza Azadiyê (2025) [Official Audio © KOM Müzik] – YouTube