Dîrok bi îcadên nû yên ku çerxên mêjûyê dizîvirînin, bi maşîneyên bazirganî yên mezin û alavên nava malê yên piçûk ên ku bi demê re berbelavî û heya roja îro mane, ji bo xwezayê û mirovahiyê hem sûdmend bûne û hem jî carna zirardar bûne.
Ew alavên nû yên îcadkirî, hem di warê wêjeyê, di warê aboriyê, di bazara kar û xebatê de hem û jî di mijarên hawirdorê de tim û dayim cihekî giring girtine. Yek ji mînakên herî girîng û berbiçav ku mohra xwe li jiyana dîrokî xistiye, Ebû’l Îz El Cizîrî ye ku bi afirandinên xwe weke bavê sîbernetîkê hatiye hesibandin. El Cizîrî bi robotên xwe bingeha maşîneyan daniye. Mînakên din ên bingeha alavan jî, aşên bayî û aşên avî ne ku ji afirandinên destpêkê yên mirovatiyê ne.
Di wêjeyê de, di romana herî balkêş a destpêkê, Don Kîşotê de lehengê romanê dema ku aşên bayî dibîne, bi mertalê xwe diçe li dijî wan aşan şer dike, weke bi xerabiya dêwasa re şer bike. Li gora lehengê romanê, ew aş dêwên pergalekê ne û ew li dijî wê pergalê şer dike. Bi vî awayî alav di çîroka yekem a vê romanê de bûne semboleke mezin. Mirov dixwest beriya bi sed salan ji bo El Cizîrî jî heman hewldan hebûna. Sed heyf û mixabin, mirovekî weke El Cizîrî û berhemên wî yên afirandî heta niha jî nebûne lehengên sereke yên romanan û bi vê sedemê em nikarin bi awayekî hûrgilî li serê rawestin û weke berhemên wêjeyê wan derxînin pêş.
Sedem bi îcadkirina alav û maşîneyan em ê li ser mijara aşên bayî rawestin. Dîroka bayê li ser bingeha mêjûyeke dirêj e. Em vê yekê ji nîgarên mirovê pirhêl Leonardo da Vinci yên destpêkê û bikaranîna pismamên kurdan, a Farisan ku aşên bayî di demên kevnar de ava kirine jî têdigihîjin. Wekî din, em baş dizanin ku hûrkirina genim ê ku bingeha hemû xurekên mirovatiyê, ji demên pir kevnare dest pê dike. Li gora jêderên dîrokî, aşên bayî yên pêşîn li Sêistana li ser sînorê Îran û Afxanistanê, di sala 644ê zayînî de hatine dîtin.
Da Vinçiyê ku jê re digotin (Mirovê yekem ê ji tariyê hişyar bûye ), di serdema herî dijwar a hikumraniya dêran de ku pirtûka Xrîstiyaniyê a bi navê Mizgîn pirtûka sereke bû, xêzkirina wî ya aşên bayî dikare wekî xêzên pêşîn ên li ser vê mijarê werin pejirandin.
Aşên bayî yên di dîrokê de herî li pêş, destpêkê ji bo hilberandina enerjiyê bi hêza bayê weke maşîneyên li ser tekeran derketine pêş. Aşên bayî ji demên kevnar û vir ve ji bo hêrandina genim, pompekirina avê (avkêşanê) û afirandina enerjiyê hatine bikaranîn. Di roja me de welatên serkeftî digel ku hê jî weke çavkaniyên enerjiyê bi kar tînin, di sanayiyê de rista wan kêm bûye. Aşên bayî yê weke çavkaniya elektrîkê yê destpêkê di sala 1850î de li welatê Danîmarkayê hatiye avakirin. Piştî vê dîrokê aşên bayî ji bo hin herêmên cihnişîn û çewlikan bi armanca hilberîna elektrîkê têne bikaranîn.
Aşên bayî yên ku bi sedsalane bi kar tên, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo hilberîna elektrîkê trîbunên bayê têne bikaranîn. Yekemîn trîbunên bayê ji alî mûcîd Charles Brush di sala 1888an de li eyaleta Ohioyê bi armanca hilberîna malîkaneya xwe hatiye avakirin.
Trîbunên bayê, bi tenê ne ji bo zîvirandina aşê û avkêşanê, her wiha ji bo zîvirandina baskan ku bi enerjiya zîvirandinê elektrîkê diafirîne têne bikaranîn. Trîbuneke bayê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kêm zêde li bilindahiya 280 fît (85 metre) têne bicihkirin, lêbelê aşên bayî yên berê ji 80 fîtan (24 metre) ne bilindtir bûn. Cudatiyên dîtir jî, mezinbûna babirok û baskan bû. Aşên bayî bi awayekî kevneşopî li gora çapa tekerê dihatin pîvandin.
Ji hêleke dîtir ve dirêjahiya baskekî trîbuna bayê dikare ji 30 metreyan dirêjtir be. Trîbunên bayê bi hebûna xwe pêdiviya sotemeniyên fosîlî kêmtir dikin. Trîbunek bayê bi serê xwe şopa komirê di nava şeş mehan de amortî dike û bi dehan salan rê ji enerjiyeke bêemîsyon vedike. Hin welatên weke Îskoçyayê, razemeniya xwe ji enerjiya bayê re veqetandine ku ew dikare têra du welatên weke Îskoçyayê bike.
Bi vî awayî aşên bayê yên ji serdema Farisan û Çînê heta roja me ku gihîştine trîbunên bayê yên weke hûtan, hê jî weke teknolojiya bingehîn hebûna xwe diparêze. Aşên bayî yên ku bi teknolojî û maşîneyan re gihîştine qonaxekê li dû merhaleyên dirêj li çolterê ji hêla dîtbarî ve bi estetîka xwe hebûna xwe diparêze, nîşan dide ku pêdiviyên herî hêja ji xwezayê derketine û li xwezayê vegeriyane. Bi vî awayî bêyî ku xweza were texrîbkirin, were herimandin, ax û av û hewa were qirêjkirin divê qadên jiyanê yên nû ji mirovatiyê re were hiştin. Ger wê hişmendiyeke ekolojîk were avakirin, divê em van mînakan ji xwe re weke bingeh bihesibînin. Ji lewre wêje jî dikare zimanê mirovatiyê di vî warî der estetîze û paqij bike.
Helbestkar Turgut Uyar bi kurtehelbestekê aşên bayî wiha raber kiriye:
Gelo çima aşekî bayî dizîvire?
Ger ez Don Kîşot bûma, min ê ev meraq bikira.
Lê ez dîsa weke xwe, ger bibim Aşekî Bayî,
Îllehî min ê ji Don Kîşotekî hez bikira…