19 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qîr û qêjîn li ezmanan belav bibû!

 Rojek ji rêzê bû, herkesek diçû kar û barê xwe. Hin ji wan diçûn kar, hin ji wan li ser taştê bûn, hin ji wan hêj nû şiyar bibûn û dest bi rojê kiribûn. Tu kesên ku ne li benda êrîşeke wiha hovane bûn li cihê xwe cimîdî û matmayî mabûn. Li gorî şahidan piştî êrîşa kîmyewî ya dijmirovî û derbaskirina wê cemidînê,  êdî qîr û qêjîn di nav hev de bilind bibû û li erşê ezmanan belav bibû

Gelê Kurd bi gelek komkujiyan re rû bi rû meye. Yek ji van komkuiyan jî ya Helebceyê ye. Komkujiya Helebceyê komkujiyeke kîmyewî ye ku di 16ê Adara 1988an de ji aliyê Rejîma Sedam Huseyîn ve li dijî gelê Kurd ên li bajarê Helebceyê pêk hatiye. Dewleta Iraqê bi balafiran û çekên kîmyewî êrîşeke hovane bir ser gelê sivîl. Di encama vê êrîşê de li Helebçeyê bi qasî 5 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi 10 hezaran jî birîndar bûn. Ev komkujî binavê “enfal” jî tê bi navandin.

Belê rejîma Sedam Huseyîn li dijî gelê Kurd komkujiyek pêk anî bû lê haya kesî jê tune bû! Raya giştî ya cîhanê, piştî çend rojan ji komkujiyê haydar bû. Mirov dikare bêje ew jî bi saya rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çûbû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, weşandibû.  Bê guman gelek wêne kêşabû û parvekiribû lê belê yek jiwan gelekî bi bandorbû. Ew jî wêneyê welatiyekî bi navê Omer Hawar bû. Xuyabû ku Omer Hawer dema êrîşa kimyewî xwestiye zarokê xwe rizgar bike. Ji xwe piştre çîroka wî wêneyî bi xwe jî gelekî dilê mirovan sot. Omer Hawar ku zokê wî hêj yek mehî ye û piştî salan jê re çê dibe hewldide ku ji vê êrîşê biparêze.  Lê li ber derî dikeve xwerê û tevî zarêkê xwe yê ku hêj nav jî lê nekiriye can dide. Ev wêne, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola Komkujiya Helebceyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebceyê tê kirin, Omer Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirovan.

Rojnameger Ramazan Ozturk, li ser vî wêneyê ‘Şahidê Bêdeng’ ku bûye sembola komkujiyê, wiha dibêje: “Ez çawa dikarim wehşeteke wiha vebêjim! Bi kîjan nivîsê, bi kîjan wêneyê? Dema ku min cesedên Omer Hawar û pitika wî dema ku li kolanan digeriyan dît ez pir bandor bûm. Ev dîmena balkêş e ku ez lê digeriyam. Fikirîm, min çong danî û çend caran pêl deklanşora wênekêşê kir…”

Wêneyê ‘Şahidê Bêdeng’ ku ji aliyê Ramazan Ozturk ve hatiye kişandin, piştre (di sala 2014’an de) li baxçeyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku navenda wê li Den Haaga Hollanda ye, wekî ‘Bîrdariya Qirkirina Helebçeyê’ hat çêkirin.

Kesên ku ji Komkujiya Helebçe rizgar bûne dibêjin, ji bombeyên kîmyawî yên ku hatine avêtin, bêhneke tund dişibiya bêhna sêvê û zarokên ku vê bêhnê digirtin, digotin “Dayê bêhna sêva tê” kef bi ser devê wan diket û dimirin.

Mirina kîmyewî bi bêhneke tund a sêvan bi ser xelkê Helebceyê de barand; Hin ji wan li malê li dora maseyê girtin, hin ji wan li kuçeyê dilîstin, hin ji wan jî hewl didin zarokên xwe biparêzin û direviyan.

Qîr û qêjîn bilind bibû

Ew roj jî bi xweşî dest pê kir. Herkesek diçû kar û barê xwe. Lê rejîmê ji hewa bi balafiran kimyesal rejand ser gelê Kurd. Di wê êrîşa hovana ya rejîmê de her ferdekî civakê li cih û deverên cuda bibûn hedef. Hin ji wan diçûn kar, hin ji wan li ser taştê bûn, hin ji wan hêj nû şiyar bûbûn û dest bi rojê kiribûn. Tu kesên ku ne li benda êrîşeke wiha hovane bûn li cihê xwe cimîdî û matmayî mabûn. Li gorî şahidên biyerê piştî êrîşa kîmyewî ya dijmirovî û derbaskirina wê cemidînê,  êdî qîr û qêjîn di nav hev de bilind bibû û li erşê ezmanan belav bibû. Dengê mirovan di nav hev de bûn. Hinekan ji wan bi derfetên xwe dikarîbûn ji bajêr debikevin. Mirovan berê xwe didan herêmên ewle. Hin ji wan berê xwe dabûn Rojhilat û hin ji wan jî berê xwe dabûn Bakur. Lê dewleta Tirkiyeyê bi hêsanî deriyên sînor venekirin û destûr nedida ku kes derbas bibe. Piştî pertek û nerazîbûnan neçar ma ku destûrê bidin, lê xwest tenê li xeta sînor bi cih bibin û di konan de bi cih bibin û  tu alîkarî nedan wan.  Lê Kurdên Bakûrê Kurdistanê di nav xwe de bi wesayîtan cih û xwarin dan hevdû û ji wan re birin.

Li ser komkujiyê bibûn yek

Wê demê jî wekî her gav dewletên ku Kurdistan kiribûn çar parçe li dijî Kurdan yek helwest bûn. Dewleta Turkiye, Îran û Sûriye, li cem dewleta Iraqê  û Sadam cihê xwe girtibûn. Heya wan ji komkujiya Helepçe hebû û ev komkujî erê kiribûn. Roja ku komkujiya Helepçê bû, piştî wê rojê bi du rojan “Konfransa welatên Îslam” pêk hatibû lê tu welatekî Misilman ev komkujiya li hemberî Kurdan pêk hatibû negirtibûn rojava xwe.  Piştî komkujiyê, tu carî herêm weke berê ne bû. Êşên nû rû dan. Piştî êrîşê zarokên ku ji dayik dibûn,  ji ber wê kîmyasalê saqat dihatin dinyê. Piştre bi çend salan jî ji bo ku baş bibin tedevî dibûn. Ji xwe ji aliyê derûnî ve tu carî bi ser hişê xwe ve nehatin. Herêm û mirovên herêmê bi çarenûsa xwe re rû bi rû mabûn.  Tu kes newekî berê bûn. Di warê manewî û derûnî de qet nebaşbûn.  Li gel ewqas sal di ser Komkujiya Helepçeyê derbas bûye jî hêj ji wê birînê xwîn diherike!

Hê jî bandora bombeyên kîmyawî heye

Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina 5 hezar Kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve sînor nema.Bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde bibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bibûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî li ser zarokên ku çê dibin heye.

Êşke herî mezin e

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn Sedam Huseyin û Elî Hesen Ebdulmecîd ê bi navê “Eliyê Kîmyawî” bûn. Piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyîn a di 2003yan de  Sedam Huseyin di 2006an de hat bidarvekirin û Eliyê Kîmyawî jî di 2010an de hat darvekirin. Deme ku mirov li dîroka Kurdan dinêre, mirov pir êşeke mazin dibîne. Helebce, qirkirinaka etnîkî ya sedsala 20an e û weke ya ermenî û cihuyan, êşeke herî mazin e.

Naskirin û erêkirina jenossîde Helepçê

Li gel ku komkujiyeke wiha bi serê Kurdan ve hat jî di qada navneteweyî û ya navdewletî de wekî jenosîd nehatiye qebûlkirin. Belê hin welatên ku qebûl kirine jî hene. Lê ev ne bes e. Di qada navneteweyî de naskirin û erêkirina wê pir girînge. Heke Komkujiya Helepceyê bihata naskirin û sepaneke li ser dewleta Iraqê pêş ketibûya dê gelê Kurd îro ne di vê rewşê de bûna. Dê bi mafên xwe bijiyan û hebûna wan bihata qeqûlkirin ku heta roja îro ew qas bedelên giran nedihat dayîn.  Bi taybetî jî dê li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê pêşiya komkujiyan bigirta.

Piştî ku rejima baasê ya Sadam bi mudaxaleya Amerikayê ve hat rûxandin, rejima nû ya ku hat avakirin,   Komkujiya Helebçê ya li dijî Kurdan qabûl kir. Piştre di 5ê mijdara 2012an de parlamane Swêd, bi biryara ku parlamanê de girtî, Komkujiya Helepçê nas kir weke sucekî mazin li dijî mirovatiyê dît. Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraqê, Norwec, Swêd û Brîtanyayê qebûl kirine ku sûcên ku di êrîşa Enfalê de hatine kirin Komkujî ye.

Lê belê tevî ku 37 sal derbas bûne jî êş û bîranînên vê komkujiya ku weke tepqeke reş li dîrokê hişt, hê jî weke roja yekem di di dil û mejiyê gelê Kurd de teze ne.