17 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pedersen: Divê hikûmeteke pêbawer bê avakirin

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen banga avakirina hikûmeteke dema derbasbûnê ya rasteqîn û pêbawer kir.

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen piştî pêşnûmeya destûrê ya desthilata Şamê axivî.

Pedersen got dema avakirina “Hikûmeteke dema derbasbûnê ya rasteqîn, pêbawer û berfireh hatiye ku kesî dûr nexe.”

Pedersen bi daxuyaniyekê anî ziman ku ew hêvî dike ku “pêşnûme Sûriyeyê ber bi vegerandina serdestiya qanûnê, pêşxistina pêvajoya derbasbûnê ya rêxistinkirî û giştî ve bibe.”

Serokê desthilata demkî ya Şamê Ehmed El Şerî duh pêşnûmeya destûrê ya pêvajoya derbasbûnê îmze kiribû.