17 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Malbata Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3yê adara 2020an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25ê Adara 2021ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23yê Cotmeha 2024an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.