17 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê bi rojeva peyama Abdullah Ocalan serdana ÎHDê kir

DEM Partî di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi nûnerên ÎHD’ê re hevdîtin kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevdîtinên xwe yên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re dabû destpêkirin, didomîne.

Şandeyeke DEM Partiyê ku ji Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Ozlem Zengîn, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sîncar pêk dihat, ji bo têkildarî pêvajoyê agahiyan bidin û nîqaşan bimeşînin, çûn serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Şandeya DEM Partiyê ji hêla Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya DEM Partiyê û ÎHDê piştî hev silavkirinê civîna xwe ji çapemeniyê re girtî li dar xist.