16 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwendiya zimanê gel û zimanê dûgelê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ziman wekî hebûneke zindî ya ku her gav û li her derê di nav guherîn û pêşketinê de ye. Belê ya girîng ew e ku ziman bêyî ku cewhera xwe winda, bike rast were bikaranîn, pêşvebirin û parastin.

Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, girîngiya zimên hem gel û hem jî dûgelê (dewletê) her gav mecbûrî tekûzkirin, bikaranîn û parastina zimên dike. Çi ji bo zimanê gel û çi jî ji bo zimanê dûgelê (zimanê fermî) dibe, di navbera ziman û serxwebûna neteweyî de têkiliyeke pir xurt heye. Lewre zimanê neteweyî hem sedem û hem jî encama raman û fereseta netewî ye. Di parastina serxwebûna neteweyekê de girîngiya ziman a ku hêmaneke yekgirtî û pêkveker e, qet nayê înkarkirin. Di roja me ya îro de hukmê neteweyên serdest ê ku li ser neteweyên bindest didome, hê jî derbasdar e.  Bandor û karbidestiya neteweyên serdest û pêşketî ya li ser neteweyên bindest û paşmayî bi her awayî didome. Di warê aborî, siyasî û teknolojîk de neteweyên pêşketî her gav bi saya zimanê xwe bandorê li zimanê neteweyên paşmayî dikin.

Zimanê dûgelê (dewletê) ango zimanê fermî ew ziman e ku hebûna wî di nav sînorên neteweyî de ji aliyê netewe dewletê ve tê qebûlkirin û mecbûr e di nivîs û hînkirina dewletê de bê bikaranîn û erka wî bi qanûnê bê diyarkirin. Zimanê fermî bêtir ji hêla dewletê û nemaze jî ji hêla netewe dewletê ve tê bikaranîn

Dûgel /dewlet pêkhateyeke siyasî û jeopolîtîk e; belê netewe pêkhateyeke çandî û civakî ye. Netewe dewlet, li gor zagonên navneteweyî fermiyeta xwe ji serweriya neteweyeke ku di nav sînorên erdnîgariyekê de dijî, digire. Têgîna dewletê di erdnîgariyeke diyar de van herdu hêmanan digihîne hev û bi vî awayî jî hemû pêkhateyên dewletê yên nû ji bo xwe rewa dibîne. Netewe dewlet, berevajiyê dewletên din ên dîrokî, di modela xwe de pêwîst e ku hemû hemwelatiyên ku dewletê pêk tînin li gor yekzimanî, yekçandî, yekalî û yekneteweyî perwerde bike û bigihîne. Herwiha di çarçoveya têgiha netewe dewletê ya ku ji hêla dewletên naneteweyî ve hatiye diyarkirin de fikra ku “her netewe xwedî maf e ku çarenûs û xweseriya xwe tayin bike” jî heye. Ev taybetmendî li gelek deverên cîhanê bûye best û mebesta tevgerên neteweperest ên ku neteweyên din mandele dikin. Ji bo wê, ev fikir li tu devera cîhanê derbasî kardariya jiyanê nebûye.

Li gor rewşa heyî, têkiliya ziman û gel û gel û dûgelê wekî hêmaneke pêwîst, bêtir dema ku daxwaza avakirina netewe dewletekê derdikeve pêş û zimanê fermî li gel zimanê dewletê tê bikaranîn, derdikeve holê. Çendî ku beramberiya têgiha zimanê dewletê û zimanê fermî wateyên cihêreng di xwe de bihewînin jî, pir dişibin hev. Têkiliya zimanekî ya bi zimanên din re û herwiha deynkirina peyvan a ji ji zimanê din, gelek caran ji ber fermiyeta zimanê netewe dewletê ye. Netewe dewlet, ji bilî zimnê fermî, ne di xema tu zimanên din de ye. Her gav xwe dispêre hinceta “yekitî û bihevreyiya neteweyî û bi fikir û fikara parçebûna welêt”. Ev feraset hem ne zanistî ye, hem dûrî aqilan e û hem jî ji bo yekîtî bihevreyiya (xwedêgiravî) neteweyî ne derbasdar e. Heke wisa bûna, li gelek welatên cîhanê yên ku çend zimanên wan ên fermî hene, dê ji netewe dewletên ku yekzimaniyê li ser civakê û hemû gelên din didin ferzkirin ne pêşketîtir û yekitiya wan jî ji ya netewe dewletan ne xurtir bûna.

Her çiqas zimanên ku di bin qedexekirin û çewsandinên netewe dewletê de mabin û bi demê re rastî çand, netew û olên cihê hatibin û têkelî û pevguhertina peyvan çêbûbe jî cewhera xwe winda nakin û wê cewherê diparêzin. Zimanê kurdî jî yek ji van zimanan e. Li gel hemû astengiyan, heta îro hebûna xwe domandiye û cewhera xwe parastiye.  Ji bo wê divê zimanê kurdî ji îro bi şûnde jî li hemû qadên jiyanê bi hemû awayî were tekûzkirin, bikaranîn û parastin.

Ziman hem li gor qada ku tê bikaranîn û hem jî li gor peyvên ku tê de cih digirin bi gelek awa û xisletên cuda tê senifandin û wekî zimanê dayikê, zimanê gel, zimanê neteweyî, zimanê axaftinê, zimanê hevgirtî, zimanê fermî, zimanê nivîskî, zimanê zanistî, zimanê edebî/wêjeyî, zimanê şaristaniyê, zimanê mirî, zimanê zindî, zimanê têkel, zimanê taybet, zimanê çêkirî, zimanê navbeynkar û hwd. tê dabeşkirin.

Forma ku di qada pêwendiya herî fireh de tê bikaranîn û têkiliyên gel û dûgelê hêsantir dike yekzimanî an jî zimanê yeketeşe û hevgirtî ye. Netewe dewlet bêtir hem yekzimaniyê û hem jî zimanê yekteşe wekî zimanê fermî destnişan dike û bi zagon û qanûnên hişk vî zimanî diparêze û li ser hemû gelan dide ferzkirin. Di hemû mezrîngeyên fermî (dibistan, dadgeh, zanîngeh, nexweşxane, girtîgeh û hwd.) de derfetên fêrbûn û bikaranîna yekzimaniyê diafirîne û bi her awayî vê yekê pêk tîne. Şêwaza axaftinê, cureyên gotinan û di hin rewşan de jî bikaranîna ku taybetiyên civakî yên di qada zimên de nîşan didin, wekî “zimanê gel(êrî)” belê li hin cihan jî forma zimanê gelêrî wekî “zarava” tê binavkirin. Dûgel bi vê fermiyetê, hem zimanê gelêrî û hem jî zarava û şêweyên din ji holê radike. Ev form, ji bo zimanê hevgirtî (standard) jî tê bikaranîn. Ango zimanê netewe dewletê yê fermî, hevgirtî (yekteşe) zimanê gelan û gelek zarava, şêwe û devokên gelên din qels an jî tune dike.

Zimanê gelan, zarava, şêwe û devokên wan û formên axaftinê yên herêmî ku ji hawirdorên fermî dûr ketine zêde nikarin kevneşopiyên xwe bi awayekî nivîskî bidomînin. Ji ber ku zimanê yekteşe li dibistan û saziyên fermî tên bikaranîn, hem derfeta gelek ziman û zaravayên din ên ragihandinê kêm dibe û hm jî tu nirx û prestîja wan namîne. Ji bo wê jî, gelek gel û netewe dev ji ziman, zarva û devokên xwe berdidin û xwe li zimanê dûgelê yê fermî digirin. Ev yek jî nirx, giramî û giraniya ziman û zaravayên gelên din ji holê radike.

Di navbera zimanê fermî (standard/yekteşe) û zaravayan de, ji aliyê taybetiyên dengî û qaîdeyên zimên û cihêrengiya peyvan de gelek cudahî hene. Belê mirov nikare di ferhenga zimanê standard de van cudahiyan bibîne. Lewre gelek mirovên ku li herêmên cuda dijîn û ziman, zarava û devokên xwe bi kar tînin, haya wan ji guhertina zimanê fermî tune ye.

Hemwelatiyên ku bi zaravayê herêmekê dipeyivin, dema ku bi kesên derdorên cihê re têkiliyê datînin an jî daxwaznameyeke fermî dinivîsin, pêdiviya wan bi fêrbûna zimanê dûgelê yê ku li mezrîngeyên perwerdehiyê û herwiha di pirtûk, rojname, radyo û televîzyonan de tê bikaranîn, heye. Ev rewş jî hemû gelên welatekî bi neçarî fêrbûna zimanê dûgelê yê fermî dike. Sedema vê yekê jî fikara rayedarên ku netewe dewletê bi rê ve dibin û hinceta parçebûna welêt e. Li gor rê û rêbazên zanistî, qedexekirina zimên û mandelekirina neteweyan tu car yekîtî û bihevreyiya welatekî pêk nayîne; berevajiyê wê, parçebûna welêt, lêkdan, jihevbidûrketin û belavbûna civakê lezgîntir dike.