14 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo aqûbeta Nazim Babaoglû pêşnûmepirsek da Meclisê

Parlamenerê DEM Partiyê Omer Ocalan pêşnûmepirsek da Meclisê û xwest aqûbeta Nazim Babaoglû ku 31 sal berê ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê demê ve agahî jê nayên girtin bê aşkerakirin

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan, têkildarî nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku 31 sal berê hatibû windakirin, pêşnûmepirsek da Meclisê. Omer Ocalan, xwest Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz bersiva pirsên wî bide. Ocalan, di pêşnûmepirsê de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di salên 90î de. Ocalan, bi bîr xist ku Dayikên/Mirovên Şemiyê ji sala 1995an heta niha her hefteyê li Qada Galatasarayê ji bo dîtina xizmên xwe çalakiyê li dar dixin û wiha hate gotin: “Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ji bo şopandina nûçeyê çû navçeya Sêweregê ya Rihayê, li wir hate revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.”

Omer Ocalan, xwest Yilmaz van pirsên wî bibersivîne:

“* Çi bi nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû bû û li ku ye? Di vê mijarê de çi agahî li ber destê wezareta we hene?

* Hemwelatiyek çima ji 12’ê Adara 1994’an heta niha nayê dîtin? Gelo wezareta we ji bo dîtina Babaoglû tu hewldan kirine?

* Nazim Babaoglû li ku û ji hêla kê ve hate binçavkirin? Heke Babaoglû jiyana xwe ji dest dabe, wê demê gora wî li ku ye?

* Gelo di arşîvên Emniyeta Rihayê û Emniyeta Navçeya Sêweregê de têkildarî windakirina Nazim Babaoglû yan jî definkirina wî de tu agahî hene?

* Gelo dê der heqê Wezareta Karên Hundir, wezîr û berpirsyarên ku bûyer ronî nekirin de tu lêpirsîn bên destpêkirin?

* Çima Tirkiye nabe aliyekê Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Bêyî Windakirinê Parastina Hemû Kesan a Neteweyên Yekbûyî (NY)?Ji bo endamtiya peymanê gelo tu xebat an jî plansaziyên wezareta we hene?

* Di dewleta hiqûqê de gelo kes û saziyên xwedî hêza cemaweriyê tev li bûyerên revandina mirovan bûne yan na?

* Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi hinceta lêkolîna qeydên nifûsê îdia kir ku Babaoglû hêj dijî û biryar da ku binpêkirina mafê jiyanê nehatiye kirin. Li gorî we ev biryar biryareke rast e?

* Di sala 2021’ê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn li Nazim Babaoglû yê 31 sal in winda hate vekirin. Gelo Serdozgeriya Komarê ya Rihayê delîlên têkildarî Nazim Babaoglû li ku û çawa kom kirin?

* Di çarçoveya serlêdanên malbata wî de gelo tu xebatên bibandor û ji bo çareseriyê hatine kirin?

* Aydin Sevînç ê tê îdiakirin di sala 1993’yan de ji bo JÎTEM’ê xebitiye û di sala 2011’an de ji Girtîgeha Erziromê bo Baroya Rihayê faks û naverokek şand. Gelo wezareta we ev faks û naverok piştast kiriye?

* Piraniya lêpirsînên têkildarî sûcên di salên 1990’î de hatine destpêkirin bi hinceta demborînê hatin betalkirin an jî bi vê xetereyê re rû bi rû man. Sedema vê çi ye?

* Dema mexdûrek dimire yan jî winda dibe, mafê malbatê heye ku rastiyê bizane. Nirxandina vî mafî ya di çarçoveya demborînê de li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî çiqas rast e?

* Gelo sepana demborînê ya ji bo faîlên sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin çiqas rast e?”