Têkoşîn bi qasî dîroka mirovahî kevn e. Gelek awayên têkoşînê hene. Di destpêkê de mirovan li dijî şert û mercên zor ên xwezayê têkoşiya ne. Piştre awayên têkoşînê berfireh bûne û bi avabûna pergalên siyasî re jî li hemberî van pergalan têkoşîn hatiye domandin. Di pergalên siyasî yên neheqî û zordarî serdest bûyî de têkoşînîn li ser bingeha azadî, serwerî û neqiyê pêş ketine. Bêguman têkoşîn ne tenê di qada siyasî de, her wiha di qadên cur bi cur de pêş ketiye. Hê jî tê kirin. Di meseleyên fîlozofiyê de ramanên cuda li dijî hev têkoşiyane û her ramanê xwestiye ku li dijî ya din serdest bibe. Ango têkoşîn parçeyek ji jiyanê ye û her wiha tişteke jiyanî ye jî. Têkoşîn ji bo parastina mirovahî, mirov û hemû nirxên civakî pêwist e. Heke li hemberî zor, serdestî û desthilatdariyê têkoşîn nebûya wê ji dinya û nirxên mirovahiyê gellek tişt kêm bûbana.
Dîroka kurdan jî tijî têkoşîn û serhildan e. Bi taybetî jî bi pergala netew-dewletan û parçekirina Kurdistanê ya di nav van dewletan re kurd ketine nav têkoşîneke domdar. Kurd bi gellek awayan û bi amûrên cuda li hemberî pergalên qirker têkoşiyane. Li ser meselê parastina zimanê kurdî bi serê xwe awayekî têkoşînê ye. Kurdan li hemberî hemû dagirkeran li ber xwe dane û serî hildane. Wekî mînak li Rojhilat têkoşîna Qazî Mihemed, li Bakur serhildana Dêrsîm û Agiriyê hwd. Di encamê van têkoşînên li hemberî dagirkeran de têkoşîna Başûr û Rojavayê Kurdistanê heta astekî gihiştine armanca xwe. Bakurê Kurdistanê jî di pêşengiya tevgera azadiya Kurdistanê de 50 sal in ku têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Di vê têkoşînê de dewleta dagirker gellek komkujî û kuştin pêk anî. Her wiha dewleta dagirker li hemberî kurdan gellek cureyên qirkirinê yên dijmirovane yên wekî valekirin û guhertina navên gund û bajaran, qedexekirina çand û zimanê kurdî, binavkirina deverên dîrokî hwd. pêk anî. Bi kurt û kurmancî dewleta dagirker ji bo tunekirina kurdan çi jê hat texsîr nekir. Lewra tevgera azadiya Kurdistanê jî li hemberî van polîtîkayên tunekirinê gellek rê û rêbazên têkoşînê bi hev re meşand û gelek qad û mekanên têkoşînê ava kir. Di bingeha van rê û rêbazan de parastina hebûn, ziman, çand, ax û Kurdistanê esas bû. Ango armanca van rê û rêbazan qebûlkirina kurd, kurdî û Kurdistanê bû. Ji bo pêkanîna armanca xwe tevgera azadiya Kurdistanê gelek amûrên têkoşînê bi kar anî. Bikaranîna qad û amûrên cuda di heman demê de mezinbûn û xurtbûna têkoşînê jî dide nîşandan. Jixwe ji ber vê yekê ye ku carinan hinek amûr cihên ên din digirin. Amûr bên guhertin jî armanc bi awayekî stratejîk li cihê xwe dimîne. Ango amûr carinan serdestiyê li hev dikin û şûna hev digirin. Bi vî awayî amûr di nav guhertin û veguhertinê re derbas dibin. Guhertin û veguhertina amûran bi xwe re dikare nûbûnê û ji nû ve avakirinê jî bîne. Lewra pêwistî pê heye ku amûr rê bidin hev û qadê ji hev re vekin. Jixwe ya îro pêk tê jî ev tişt e. Çek cihê xwe dihêle ji siyaset û dîplomasiyê re. Di bingehê de hemû amûrên têkoşînê ji bo serkeftin û serketinê alîkariya hev dikin.
Di vê pêvajoya nû de çek wê cihê xwe bihêlin ji siyasetê re. Lêbelê wê di jiyana civakek wekî kurd de ti carî tune nebin. Jixwe parastina cewherî vê yekê piştrast dike. Lewra di vê pêvajoyê de divê em wekî civaka kurd li ser bingeha parastina cewherî xwe rêxistin bikin û ji her tiştî re amade bin. Ji ber ku pêvajoyên wiha xwedî krîz in. Heke civak li hemberî encamên van krîzan ne amade be, dibe ku gellek tiştan winda bike. Ji bo refleksa ewil û rast a li hemberî encamên krîzan pêwistî bi rêxistinbûneke xurt a civakî heye. Ji bo vê jî di vê pêvajoyê de hewce ye ku civaka kurd rêxistineke sivîl a xurt û mezin ava bike.
Gellek caran dewletên dagirker bi gotinên xapînok xwestine ku bi kurdan re aşitiyê çekin. Lêbelê her tim di encama van hevdîtinan de dek û dolabên wan derketine holê û encam bûye qirkirina kurdan. Dîroka komara Tirkiyeyê tijî mînakên bi vî awayî ye. Her wiha dîroka Îranê jî bi heman awayî ye. Li ser meselê Abdurrehman Qasimlo li ser maseya hevdîtinê qetil kirin. Sakîne Cansiz û hevalên wê di dema pêvajoya aşitiyê de hatin qetilkirin. Ango dewlet dema bixwaze wê krîza derxîne û pêvajoyê sabote bike. Lewra civaka kurd ji dagirkeran bawer neke û di vê mijarê de heta dawiyê jî mafdar e. Ango ceribîn û tecrûbeyên kurdan di vê hêlê de pir in. Ji ber vê yekê baweriya civaka kurd bi dewletên dagirker nayê û jixwe ti hêviyên kurdan jî ji vê pergala îslama kesk a tirkperst tune ne. Ev encama ceribîn û tecrûbeyên kurdan e. Lêbelê divê bê destnîşankirin ku êdî kurd xwedî, ceribîn, tecrûbe, rêxistin û têkoşînê ne. Bêguman divê di hêla baweriyê de kurd li ser fikr û ramanên xwe bin, ango divê baweriya xwe dewletên dagirker neynin. Divê kurd baweriya xwe bi xwe, rêxistinbûn, berxwedan û têkoşîna xwe bînin. Heke em kurd di vê pêvajoyê de xwedî yek helwest bin, rêxistin û têkoşîna xwe mezin bikin wê encama vê pêvajoyê ji berê cudatir be. Wê dewlet li gorî dilê xwe nikaribe krîzan derxîne.
Ev pêvajoya serok Apo daye destpêkirin, li ser esasê ji nû ve avakirin, guhertin û veguhertina tevgera azadiya Kurdistanê ye. Lêbelê ji nû ve avakirin, guhertin û veguhertin him di hêla rê û rêbazê de him jî di hêla mezinkirin û xurtkirinê de vê carê dikeve ser milê civakê an jî qada sivîl. Heke qada sivîl ango civak li ser esasê parastina cewherî xwe rêxistin bike, têkoşînê mezintir bike wê karibe li hemberî hemleyên nerast û sabotekirina hêzên cuda refleksa rast nîşan bide û têbikoşe.
Dema bilindkirin û mezinkirina qad û amûrên cuda ye. Yek ji van jî siyaset û dîplomasî ye. Divê bi dewletên wekî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê re siyaseteke xurt a li ser qebûlkirina maf, çand, ziman û nasnameya kurdan bê meşandin. Her wiha di qada navnetewî de jî diplomasiyeke xurt li ser bingeha naskirina kurdan di qada siyasî de bê meşandin. Divê kurd her awayî tevlî vê pêvajoyê bibin, rêxistinên xwe mezin bikin, têkoşîna welatê xwe bilind bikin, bibin yek helwest û yek dengî. Li ser meselê divê parastina deskeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê xetên sor ên kurdan bin. Her wiha divê her kurd fikr û ramanên xwe, xem û tirsên xwe, bawerî û ne baweriya xwe bibêje, binivîse û bixe rapor bigihijîne cih û kesên pêwist.