15 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Strana Newroza îsal: Newroza Azadî

Strana Newroza “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” bi ruhê azadiyê bi navê “Newroza Azadî” hatiye amadekirin

Strana Newroza 2025an a bi dirûşma “Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” dê bê lidarxistin, hat amadekirin.

Navê stranê “Newroza Azadî” ye û aranje û muzîka stranê kemanjen Baran Ertaş çêkiriye û gotinên stranê jî ji aliyê Baran Ertaş û Devrîm Demîr ve hatiye nivîsandin.

Stranbêjên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) vokaliya stranê dikin. Vokalîstên stranê ev in: Sarya Ertaş, Mizgîn Turan , Bêrîtan, Devrîm Demîr, Emel Bejan, Mesûd Gever , Azad Bedran , Suleyman , Baran Ertaş , Xebat Zinar , Omer Arîn, Omer Baran.

Gotinên stranê wiha ne:

Newroza Azadî

“Newrozê tu bi xêr hatî

Li ser ser û çavan hatî

Agirê Kawayê Hesinkar

Tu ji me re xelatî

Jin û Ciwan Zar û Zêç

Tev ketine vê dîlanê

Agirê Newrozê geş bû

Li dora berxwedanê

Newrozê way tu hatî

Wek gulek sor xelatî

Kêf û şahî bi ter hatî

Ronahî ji boy welatî

Mazlûma serî rakir

Ala azadiyê li ba kir

Bû agirê newrozê

Gelê Kurd tev şiyar kir

Rabûn ketine dîlanê

Zekîya û Rewşanê

Serkêşên govendê ne

Ronahî û Bêrîvanê

Newrozê way tu hatî

Wek gulek sor xelatî

Kêf û şahî bi ter hatî

Ronahî ji boy Welatî”