12 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê jin ji qonaxa nû re pêşengiyê bikin

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga 8ê Adarê ya Nisêbînê de axivî û anî ziman ku banga Abdullah Ocalan ji bo hemû jin û gelan azadiyeyê. Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Me felsefeya jin jiyan azadî bir hemû cîhanê. Ew bi têkoşîna wê pêkhat. Divê ew qonaxa nû ya em di nav re derbas dibin jin pêşengiyê bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), mitînga 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya, “Em li dijî qîrkirinê radibin û ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qada Newrozê ya Nisêbîna Mêrdînê mitîng li dar xist. Jin, bi cil û bergên Kurdî û xemla xwe tev li mitîngê bûn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Aktivîsta TJA Çîmen Fîdan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Mêrdînê jî tevlî mîtîngê bûn. Di mitîngê de ewilî hevşeredara Mêrdînê Devrîm Demîr axivî. Devrîm Demîr anî ziman ku 8ê Adarê li jinên ku li her derê ji bo azadiya jinan ditêkoşin pîroz be û got: “Em li dijî pergala ku jinan tunedihesibîne li vir dengê xwe û bertekên xwe bilind dikin. Raberîna me li dijî qîrkirina jinê û qeyûman e. Divê herî zede em jin xwedî li banga birêz Abdullah Ocalan derbikevin.”

Paşê jî aktvîsta TJAyê Çîmen Fîdan axivî. Çîmen Fîdan jî diyar kir ku 8ê Adarê ji dayikên ji bo aştiyê ditêkoşin pîroz be û wiha axivî: “8ê Adarê ji jinên têkoşêr pîroz be. 8ê Adarê jinên di zindanan de li ber xwe didin pîroz be. Desthilatdar, bi heman hişmendiyê kuştin û qîrkirinê li ser jinan ferz dike. Ji ber wê jî dirûşmeya me ya 8ê Adarê raperîna li dijî qîrkirina jinan bû. Dixwazin bi şerê taybet jinan bigrin hedef lê em ê li dijî polîtikayên şerê taybet jî bitêkoşin û van polîtikayan vala derxînin. Li ser ziman û çanda me polîtikayên pişaftinê tê meşandin. Em ê li dijî polîtikayên pişaftinê jî têkoşîna xwe mezin bikin.Di vê 8ê Adarê de mizginiya herî mezin li Girava Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan vê hat. Em weke jin dibêjin em ê pêşengiya vê pêyamê bikin. Ji ber ku ew peyam ji bo azadiya jinan û civakê ye.”

Felsefeya jin jiyan azadî li cîhanê belav bû

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bi lêv kir ku desthilata mêr bi politikaya şerê taybet dixwaze li ser pêya bimîne û wiha axivî: “Mêrdîn wê li dijî van polîtikayan bersiv bide. Li dijî vê yekê jinên Kurd azadiyê bi rêxistin dikin. Li Rojavayê bi berxwedanê jinên ku şoreş pêk anîn re em silav dişinin. Azadiya jinan ji bilî rêxistin bûyînê nabe. Ya ku me bi rêxistin dike baweriya me ya azadiyeyê. Li her derê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin qala azadiya jinê û banga birêz Abdullah Ocalan dikin. Meşa me ya azadî tu car neqediya wê tu car neqedê. Birêz Abdullah Ocalan dibêje dengê jinan netewa demokratik ber bi demokrasiyê ve dibe û desthilat ditirsîne. Birêz Abdullah Ocalan bang li siyaseta demokratik kir. Ya ku siyaseta demokratik li ser pêyan dihelê vîna jinan e. Jinan sînorên serdestan derbaskirin. Me felsefeya jin jiyan azadî bir hemû cîhanê. Ew bi têkoşîna wê pêkhat. Divê ew qonaxa nû ya em di nav re derbas dibin jin pêşengiyê bikin. Li Suriyeyê demekê dirêje Elewî û baweriyên cûda rastî qîrkirinê tên. Em vê qîrkirinê qebûl nakin. Divê hemû netew û bawerî berê xwe bidin Rojava. Tu desthilat nikarê bi qîrkirinê li ser pêyan bimîne. Divê statuya Rojava hekimî hemû Suriyeyê bibe. Em hemû gelan vêdixwînin pêşî girtina komkujiya Elewiyan. Helbet jinên li dijî DAIŞê sekinin wê van komkujiyan jî bidin sekinandin. Divê hemû kes xwedî li banga birêz Abdullah Ocalan derbikeve. Ji ber ku xilasiya jinan û gelan di banga birêz Abdullah Ocalan de ye. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li pêvajoyê derbikevin û aştiyê li benda zilaman nehelin. Aştî wê bi kêda jinan pêk were. Birêz Abdullah Ocalan ceserata herî mezin nişan da. Niha ew bang li benda muxatabên xwedî cesaret in. Berpirsyariya partiyên siyasî, saziyên sivîl û hemû kes di vê pêvajoyê de muxatabin. Divê vê pêvajoyê em hemû xwedî derbikevin. Îro sekna me ya li vir kameraya Cîhan Bîlgîn e, porê Jîna Emînî ye, pênûsa Nagîhan e û têkoşîna Sakîne Cansiz a ku qet neqediya ye.”

Piştî axaftinan hunermend Ruken Yilmaz derket ser dikê û stran gotin. Mitîng bi stran û gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.