Tevgera Jinên Azad (TJA) wê fînala çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di 9ê Adarê de li Wanê bi mîtîngekê li dar bixe. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan dê beşdarî mîtînga ku wê saet di 11.00an de li Parka Aştiyê ya Musa Anter bi dirûşma “Em li dijî komkujiya jinan serî hildin, ji bo azadiyê dimeşin” bê lidarxistin, bibin. Hunermendên Koma Jin MA û Koma Vejîn wê derkevin ser dikê.
Aktivîsta TJAyê Dîlan Yildiz diyar kir ku ew ê wekî her sal îsal jî li qadan biqîrin. Dîlan Yildiz diyar kir ku ew ê banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berfireh bikin û got: “Em wekî jin vê xwedî li pêvajoyê derdikevin. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li pêvajoyê derkevin.”
Aktivîsta TJAyê Rozerîn Canpolat jî anî ziman ku ew banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl dikin û ji bo vê bangawaziyê pêk bînin dê têbikoşin. Rozerîn Canpolatê anî ziman ku wan bi coş û kelecana vê bangê çalakiyên 8ê Adarê li dar dixin û got: “Werin em bi hev re bangawaziya dîrokî hembêz bikin; werin em Parka Musa Anter bi dengên azadî û aştiyê tijî bikin. Em nîşan bidin ku ev bang ji bo me jinan çiqas girîng û bi nirx e.”
Dê aştî û azadiy biqîqrin
Ji Komeleya Jinan a Wan STARê Leyla Abukanê jî bal kişand ser girîngiya 8ê Adarê û got: “Îsal bû saleke ku komkujî û qirkirina jinan zêde bû. Em ê li qadan li dijî komkujî û qirkirina jinan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi van hestan biherikin qadan.”
Seroka Komeleya Jinan a STAR Zeynep Demîr bi bîr xist ku 8’ê Adarê di encama têkoşîna jinan de derketiye holê û got: “Her sal di 8’ê Adarê de me hêviya xwe ya aştiyê dibir, lê vê carê em di atmosfereke aştiyê de ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Wekî jin em ê bi coş û rengê xwe li qadan bin, têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinê mezin bikin. Em dixwazin ev 8’ê Adarê bibe saleke ku têkoşîn û keda jinan berbiçav bibe.”
Ji Komeleya Jinan a STAR Meryem Aslan jî bal kişand ser pêvajoya nû û got ku jin wê pêşengiya aştiyê bikin û ew ê aştiyê ava bikin. Meryem Aslan got: “Em ê bi reng û nasnameya xwe li qadan bin. Îsal em ê zêdetir azadî û aştiyê biqîrin.”