13 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Welatiyê 85 salî Mehmet Zekî Sayak hat girtin

Welatiyê 85 salî Mehmet Zekî Sayak ku 6 sal û 3 meh cezayê wî yê hepsê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, serê sibehê li Çewligê hat biçavkirin û dû re jî hat girtin.

Li gor nûçeya Ajansa Welat li gundê Xişoka bi ser navçeya Kanîreşa Çewligê ve îro danê sibehê welatiyê bi navê Mehmet Zekî Sayak (85) di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Hat zanîn ku şeveqê leşkeran bi ser mala welatî Mehmet Zekî Sayak de girtiye û wî kirin e binçavan. Hat diyarkirin ku 6 sal 3 meh cezayê Mehmet Zekî Sayak ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin û welatî Zekî Sayak şandin Girtîgeha Xarpêtê.

Mehmet Zekî Sayak, di 13ê îlona 2012an de li navçeya Kanîreşa Çewligê hatibû binçavkirin û sê roj piştre di 16ê îlona 2012an de bi hinceta “yekîtî û yekparçebûna dewletê xera kiriye” hat girtin. Piştî salekê 19ê îlona 2013an hat tehliyekirin û hinceta girtina wî ya “yekîtî û yekparçebûna dewletê xera dike” ji aliyê dadgehê ve hat xerakirin. Dadgehê vê carê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” ew darizand û 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li wî birî. Di sala 2019an de cezayê wî ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin û ev 6 sal bûn ji bo neyê girtin xwe diparast.