Meclisa Şaredariya Artemêtê ya Wanê di rûniştina xwe ya dawî ya meaha Adarê de bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pîrozbahiyê dest pê kir. Dayikên Aştiyê, Hevseroka Navçeya Artemêtê ya DEMê Reyhan Kaplan û gelek jin beşdarî rûniştina li eywana Meclisa Şaredariyê bûn. Hevşaredar Rabîa Başak Koç û endamên meclisa şaredariyê yên jin bi cil û bergên xwe yên gelerî ketin eywanê û rastî eleqeyê hatin.
Hevşaredar Koç beriya ku derbasî mijarên rojevê bibe, bal kişand ser kuştinên jinan. Koç, wiha got, “Em weke jinên bi her ziman û rengî yên hemû cîhanê di 8ê Adarê de vê serhildanê pêl bi pêl mezin dikin. Em bi hêvî û gavên xurt ber bi avakirina cîhanek wekhev, azad, bê şer û îstîsmarê ve dimeşin. Hikûmet êrîşên xwe yên li ser maf, jiyan, beden û keda jinan roj bi roj zêde dikin. Pêşî li tundiya li ser jinê nayê girtin. Her roj jin tên qetilkirin, ev komkujî bi polîtîkayên bêcezakirinê tên normalîzekirin û meşrûkirin.”
“Em jin bi hevgirtinê re wê bi hêztir bibin”
Koç, diyar kir ku ji bo jiyaneke wekhev divê hevgirtin û têkoşîn bê zêdekirin û ev tişt anî ziman: “Helbet ji bo ku ev têkoşîn bi hêztir bidome û bi hêsanî bigihîje rizgariyê, divê em bi hevgirtinê xurtir bibin, ji ber ku êrîşên li dijî jinan li hemû qadên jiyanê, li kar, li kolan û malê zêde dibin. Em ê bi hevgirtinê re bi hêz bibin bêyî ku hêvî, kelecan, şahî, hesret û kenê xwe kêm bikin.”
Dayika Aştiyê: “Bila nifşên nû di nava aştiyê de mezin bibin”
Dayika Aştiyê Hanîfe Kaçak ku piştre mafê axaftinê girt xîtabî dayikan kir û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku ji bo aştiya vî welatî têbikoşin. Em êdî xwînrijandinê bidin sekinandin. Bila nifşên nû di nava aştiyê de mezin bibin. Em bang li hemû dayîkan dikin; Bila destên me bidin hev û em bi hev re dev ji vê xwînrijandinê berdin. Êdî bes e mirin, bila aştî were welat.”
Endamê AKPê: Em hêvîdarin ku pêvajoya aştiyê bi kêrî me bê
Li ser navê koma xwe endamê meclisa AKPê Gokhan Gezgen jî 8ê Adarê pîroz kir û wiha got, “Em hêvîdarin ku pêvajoya aştiyê, ji bo herêma me û gelê me tiştên xweş bi xwe re bîne.”
Hevşaredar Rabîa Başak Koç piştî axaftinan qurnefîl li jinan belav kir.