15 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

8ê Adarê ronaka șoreșa jinên kurd a serdemên nû ye

Çawa ku jinan bi hezarên salan li ber xwe dane û agirê şoreşê herdem gur hiştine, îsal jî jinên li seranserî Kurdistan û cîhanê bi coşa avakirina pergaleke wekhev, bi destxistina mafên xwe û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan in.

Eger mirov bixwaze li bedewbûn, etîk, estetîk, xwedawend û pêşengan binere, dê berê xwe bide Mezopotamya yê. Ji ber ku jinên ne ji rêzê yên ku mohra xwe li dîroka Rojhilata Navîn xistine, ew jinên ji axa Mezopotamya yan jî ji çanda arî ne.

Agirê azadî, berxwedan û têkoşînê ku niha di dilê her jinekê de lêdide, çirûska wê vedigere 4 hezar sal beriya zayînê. Di wan deman de tovên ku bi destê jinan ji bo jiyaneke bi rûmet, jiyaneke azad, berxwedanî û têkoşînê li ser axa pîroz hat reşandin, îro berhemên wê bi pêşengtiya jinên kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn şax dane.

Pîrozî û hûrguliyên jina xwedawend nehiştiye ku di dîrok û serdema şaman û sermayan de jin serî bitewîne, li hember mafên asayî yên jiyana civakî jinan di dîrokê de her têkoşiyane.

Ji bûyera greva 8ê Adara 1857an ku di herikîna dîroka tarî ya bi destê zilamê fêlbaz hatiye ji rê derxistin de heta roja îro jinan li hemberî vê têkoşîna wekhevî, azadî û aştiyê kirine. Ji Clara Zetkîn û heta Sarayan û Avestayan jinên ku tama azadiyê dîsa girtine li seranserî cîhanê pêşengtiya serhildanan kirine û bi tava rojê re li deşt û newalan, çiya û bajaran xwe kirine ronahiyek nû. Xeta wan xwedawendan ji Neolîtîkê û heta bi Şoreşe Rojava re her bi ked û berxwedaniya lehengan hatiya domandin.

Jinên kurd ku îlhama xwe ya berxwedan û têkoșînê ji felsefeya azad a Rêber Apo girtine li hember koledarî û tunebûna nasnameyê serî hildan û tevahî rojên xwe kirin 8ê Adarê. Bi pêșengtiya Tevgera Azadiyê ku yekem tevger artêșbûna jin ava dike û di oxira azadiya jinan de bi hezaran keç û xurt ber bi xwe ve kișand, ne tenê li Kurdistanê li cîhanê jinan ji xewa giran rakir û li hember desthilatdar, hişmendiya mêrperest, olperest û hișmendiya paşverû şerê misogerkirina hebûn, rol û mafên xwe kir.

Rêber Apo li Kurdistanê qalib û kelepçeyên ku li dijî jinan hatibûn danîn, bi hostayî şikandin û li şûna pergala koledar, pergala azadiyê serwer kir. Yekem car dema ku Rêber Apo konferansa damezirîner a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dar dixe, fermandar û pêşenga kurd Sakîne Cansiz (Sara) cihê xwe tê de digire û dibe yek ji damezirînerên tevgera azadiyê.

Rêber Apo li gel pirsgirêkên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê, giringiyeke taybet dide mafên jinan û bingeha pergala bihevrejiyanê datîne, ji lew re bi dehhezaran keçên kurd ref bi ref berê xwe didin têkoşînê û ji bo avakirina pergaleke wekhev li ber xwe didin.

Tovê azadiyê yê ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kir, li çar aliyên welêt serwer bû û bingeha Şoreşa 19ê Tîrmehê ango Şoreşa Rojava danî.

Şoreşê bi pêşengiya jinan li hember zihniyeta statukoparêz û koledar dest pê kir. Cihgirtina jinan di şoreşa Rojava de bandor li parçeyên din ên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li Cîhanê kir. Bi ruhê şoreşa jinan 19ê Tîrmehê, jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi kuştina jinan ciwan a kurd Jîna Emînî di 16ê îlona 2022yan de li hember desthilata tarî ya Îranê bi şewitandina şalên serî û jêkirina keziyên xwe ji desthilata Îranê re gotin na.  Jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” serhildanek ku navê xwe di dîroka têkoşîna jinên kurd û azadîxwaz de nivîsand li dar xistin.

Li gel van destkeftiyan jî îro jin bi xetereyeke din re rû bi rû ne ku ew jî îslama siyasî ye. Hêzên desthilatdar bi rêka îslama siyasî dixwazin civakan bêhiş bikin û careke din jinan kole bikin.

Îslama siyasî çi ye û bandorên wê yên çawa li ser Sûriyeyê hene?

Di vê benda jêrîn de em ê ji we re behsa vê mijarê bikin.

Îslama siyasî tê wateya îslama lihevçêkirî, ji bo sîstemekê û pêkanîna berjewendiyên wê di bin navên sexte de dixebite. Mirov dikare “Îxwan El Muslimîn, DAIŞ, El Qayîde û tevgera Hemasê bi navê tevgerên îslama siyasî pênase bike. Ev tevgeran ji bo pêkanîna berjewendiyên hêzên hegemonîk xebitîne û di bin nav, rêgezên exlaq, bawerî û başiyên îslama rast de kiryarên herî hovane di derheqê gelan de pêk anîne û her tim ji bo pêkanîna daxwazên hêzên hegemon û serwer bûne destek.

Li Sûriyeyê jî di bin navê Nusra, DAIŞ û Heyet Tehrîr El Şam de Dewleta Tirk herî zêde îslama siyasî bi kar tîne û li gorî xeyalên xwe ev tevger bikar anîne. ‏Li Sûriyeyê ev rewş taybet li ser jinan xwe disepîne. Pirsa ku gelo rewşa jinan di Sûriyeyê de çawa ye û wê ber bi kû de biçe her kes meraq dike?

Li gorî tişta ku dixuye rewşa jinan di bin bandora hêzên hegemonîk de xirabtir dibe û bi taybetî mînakên ku derdikevin holê tev zengilê xetere û metirsiyeke mezin lêdidin. Jiyanê ji her alî ve li jinan dipêçin û rengê reş li wan ferz dikin. Bi taybetî sembolên jinan ji nava minhacên xwendinê derdixin û dixwazin careke din jinan ji qadên jiyanê bi dûr bixin û di destûra nû ya Sûriyeyê de jinan bêmaf bihêlin.

Lê li aliyekî din jî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya Neteweya Demokratîk ku mafên jinan û gelan diparêze heye. Jin xwe li dora vê projeyê kom dikin û di bin sîwaneke yekgirtî de têkoşîna xwe mezin dikin.

Îro li rojavayê Kurdistanê ku bi keda destê jin şoreşa xwegihandina azadiyê ava bûye, pêşengên vê şoreşê dibin armanca polîtîkayên qirkirin, tunekirin, jiholêrakirin û tasfîyekirinê. Şoreşa rojavayê Kurdistanê ku wek Şoreşa Jinan jî tê nasîn, dijminê sereke yê şoreşê Dewleta Tirk a dagirker niha di şexsê jinan de dixwaze destkeftiyên şoreşê têk bibe. Ji Hebûn, Zehra, Evîn, Salîhe, Zeyneb û Yadê Emîne bigire, heta bi Sorxwîn û Azadiyan Dewleta Tirk bi berdewamî pêşengên şoreşa 19ê Tîrmehê û fermandarên ku bi destê xwe DAIŞê têk birin, dike hedefa êrîşên xwe. Bêguman ev êrîş nikarin vîna jinên perwerdekirî bişkînin, berovajî wê yekê jinên herêmê di serxistina projeya demokratîk de bi israr in.

Îro li rojavayê Kurdistanê jinên koçber ên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî her roj bi hesreta mal, bîranîn û axa xwe dibin şevder, di kampên ku alîkariyên navneteweyî jê dûr in li hember tunebûnê hebûnê diafrînin, di seqema zivistanê û germa havînê de hêviyên xwe mezintir dikin û di konên çargoşeyî de xeyalên xwe yên vegera li warê xwe dirîsin. Tevî êrîş, hedefgirtin, zehmetî, astengî û planên jiholêrakirina reng û dengê jinan, jinên li Rojava serî hilda ne û dîlana azadiyê bi rengê xwe li Bendava Tişrînê ku êdî bûye Bendava Şehîdan li hember dijminê xwînxwar digerîne. Li ser şopa Menîceyan û bi dehan jinên ku di oxira azadiyê de canê xwe dane, di doza xwe de bi israr in. Îro li Bendava Tişrînê jin bi reng, deng û nasnameya xwe dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bilind li ser asîmanan berz dikin û bi dilekî wêrek şerê misogerkirina hebûn, rûmet û azadiya xwe dikin.

Çawa ku jinan bi hezarên salan li ber xwe dane, bi tîpên zêrîn dîrok nivîsandine, serî hildane û agirê şoreşê herdem gur hiştine, îsal jî jinên li seranserî Kurdistan û cîhanê bi coşa avakirina pergaleke wekhev, bi destxistina mafên xwe û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî ber bi 8ê Adarê ve” li qadan in.