Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encamnameya civîna hevserokên bajaran û endamên PMê li Amedê hatibû lidarxistin, parve kir. Di encamnameyê de hat gotin ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi serokatiya hevserokên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û bi beşdariya endamên PMê û hevserokên bajaran civîn hatiye lidarxistin. Hat gotin ku di civînê de li ser banga Abdullah Ocalan nirxandinên berfireh hatine kirin.
Di encamnameyê de ev tespît hatin rêzkirin:
*Banga birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo hemû gelan û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî xwedî wateyeke dîrokî ye. Ev bang; îfadeya îradeyeke xurt a ku dê rêya aştî, azadî û wekheviyê vebike ye. Weke DBPê, ji bo xwedîderketina li bangê, ji bo gavên hatine avêtin veguherin pêvajoyekê û ji bo parastina destkeftiyên gelên me, em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin.
*Avakirina civakeke demokratîk divê ne tenê hedef be, divê bibe şêwazê jiyanê. Ev yek, bingeha sereke ya pêkvejiyana gelan, misogerkirina azadiyan û cîbicîkirina wekhevî û edaletê ye.
*Xwedîderketina li îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan, ne tenê berpirsyartiyeke siyasî ye, di heman demê de îfadeya berpirsyartiya mezin a ji bo pêşeroja gelên me ye. Îradeya wî ya çareseriyê, ji bo azadî û wekheviya gelan firsendeke û em ê nehêlin ev firsend ji dest biçe. Destkeftiyên gelê kurd, divê bi serdema nû re bên parastin û hîn bêhtir bên pêşvebirin.
*Civakîbûna pêvajoya bi pêşengtiya birêz Ocalan hatiye destpêkirin, xwedî girîngiyeke krîtîk e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de îfadeya daxwazên hevpar ên gelan e. Xwedîderketina gelên me û tevahiya civakê ya li pêvajoyê, ji bo aştiyê û mayindebûna wê dê roleke mezin bilîze.
*Ji bo ku îradeya çareseriyê li ser zemîna civakî xurt bibe, em ê di rojên pêş de li zêdetirî 100 navendan bi gel re bên gel hev û bicivin. Di çarçoveya vê plansaziyê de, em ê wan jî bikin parçeyeke vê pêvajoyê. Bi taybet jî, bi pîrozbahiyên 8ê Adarê û Newrozê re ku dê bi pêşengtiya jinan li hemû qadan bên lidarxistin, em ê biryardariya xwe ya xwedîderketina li îradeya çareseriyê bi coşeke herî mezin pratîze bikin.
*Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, ji bo serkeftina pêvajoyê gelek girîng e. Ji bo ku bikare fikr û ramanên xwe bi awayekî azad rave bike, hewceye ji hêla fîzîkî ve azad bibe û mercên wî bêyî bi demê re bê vehêlan yekser bên başkirin.
*Di çarçoveya van xisûsan de, di mijara çawaniya nexşerêya têkildarî çareseriyê hewceye dewlet û îktîdar xwe ji vê rewşa nediyar xelas bike, bêhtir zelal bibe û gavên şênber biavêje. Herwiha, divê zemîna parlamentoyê ku birêz Ocalan biisrar balê dikişîne ser were karîgerkirin û ji muxalefetê heta rêxistinên civaka sivîl, berpirsyartiyê bidin tevahiya civakê.”
Piştî tespîtan, ev nirxandin hat kirin: “Weke DBPê, em bibiryar in ku xwedî li Banga Sedsalê ya di 27ê Sibatê de hatiye kirin derkevin û vê pêvajoyê tevî gelê me mezin bikin. Ji bo îradeya çareseriyê bijî, ji bo daxwazên gelê me bên cîbicîkirin û aştî mayinde bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev pêvajo, ne tenê pêşniyareke siyasetê ye, di heman demê de îfadeya şênber a têkoşîna azadî û wekheviyê ya hemû gelan e. Ji bo ku ev banga birêz Ocalan bêhtir civakî bibe û veguhere tevgereke civakî, em ê tişta dikeve ser milê xwe bikin û di her gavê de ji bo aştî û çareserî bihêztir bibe bixebitin.”