12 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nexşereya çareseriyê êdî di destê jin û gelê kurd de ye

Bîra ku bi derziyê hat kolan, îro veguherî çemekî ku ne tenê gelê kurd û Kurdistanê lê belê Rojhilata Navîn û giştî cîhanê jê vedixwine. Ev bîra ku Rêber Abdullah Ocalan kolaye û bûye malê gelên bindest û mezlûman.

8ê Adara îsal bi banga dîrokî ya Rêber Apo divê ku têkoşîna jinan bigihêje lûtkeyê. Têkoşîna gelê Kurd a zêdetirî sed salin û berxwedana wî ya çekdarî derbasî pêvajoyeke nû dibe. Ji pêvajoya çekdariyê gavên ber bi pêvajoya siyasî û aştiyê ve tên avêtin ku sedsaleke gelê kurd û taybet jinên kurd rastî êrîşên herî tund hatin û bêguman li hember êrîşan bêbersiv neman. Îro di sedsala 21an vediguhere sedsala guhertin û veguhertinê ku gelên cîhanê şahidiya wê dikin. Banga Rêber Apo ya dîrokî hemû planên dewleta tirk tevlîhev kir. Bêguman her çiqasî şerên çekdarî werin kirin, armanc jê ew e ku gelê ji bo wî şer tê kirin pêwîstiya wan bi misogerkirina mafên wan ên hiqûqî destûrî û siyasî hene ku careke din bi êrîş û polîtîkayên qirkirin, înkarkirin û îmhayê re rû bi rû nemînin. Di nav guhertineke wisa de gelê kurd bi bawerî dê ji bo banga dîrokî têbikoşin. Me berê jî gotibû ku Nelson Mandela yê kurd Birêz Abdullah Ocalan e û yê ku aştiyê û demokrasiyê bîne jî ew e.

Hevrêya me Cîhan Bîlgîn jî beriya ku ji aliyê balafirên dewleta tirk a dagirker ve were hedefgirtin bi van gotinan pêvajoya ku herêm têre derbas dibe rave kir: “Ez hîs dikim ku dê tiştên gelek xweş ji bo gelê kurd çêbibin, min bi vê ji kûrahiya dilê xwe bawer kir. Erê, niha êrîş hene, lê Rêbertî bi hêza xwe ya siyasî û rewşenbîrî dikare hemû pirsgirêkan çareser bike.”

8ê Adara îsal ne wekî giştî salên xwe yê derbasbûyî ye. Êdî têkoşîna jinan a deh salan divê ku bigihêje lûtkeyê. Mafên jinan divê ku di hemû qadan de were misogerkirin. Pêwîste Şoreşa Jin a li Rojava jî têkoşîna hatiye meşandin û berdêlên herî giranbuha yên hatin dayîn, pergala ku ji giştî neteweyan re azadî û demokrasiya windabûyî û di bin kavilan de mayî dabîn kir, divê ku ji aliyê hikûmeta nû ya Şamê ve were naskirin û pê bawer bikin ku Kurd hêza çareseriyê ne. Her çiqasî niha Sûriyeyê ber bi îslama siyasî ve dimeşe, polîtîkaya ku li Idlib û Aganistanê li Sûriyeya nû bar dibe û vediguhere Sûriyeke cîhadîst jî divê ku jin rêyeke xwe bibînin û bikaribin di nav de deng û rengê xwe derbixînin.

Rêya ku divê jinên Sûriyeyê bigire, rêya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Pergala jinên ku şoreş çêkirin avakirin xwe dispêre azadiya jinê, demokrasiyê û hevjiyana azad jî bawerin ku têkoşîna du alî dikare encamekî baş bide. Her kesî Diyaloga Nîştîmanî ya ku li Şamê hat lidar xistin dît û bihîst, ji lew re jinên Rojava helwesta xwe anîn ziman ku diyaloga mafê jinan nas nake wan temsîl nake jî. Diyaloga ku bi hişmendiya mêr-dewletê û bi hişmendiya cîhadistan hatiye avakirin wê çawa bi hêsanî rola jinan bipejirînin û nas bikin. Ew bi xwe cilên şerî li kolanan li jinan belav dikin û bi awayekî nerm ferz dikin. Bi vî awayî ku îslamê bikar tînin azadiya jinan, rûyê jinan, dengê wan, hestên wan, îradeya wan û hebûna wan binpê dikin. Bêyî ku jin bi şêwazekî giştî li hember vê siyaseta ku li hember wan tê meşandin serî hildin û vê fersenda dîrokî û pêvajoyê ji xwe re qezenc bikin û şoreşekê pêk bînin. Maf nayên dayîn tê standin û divê ku jinên Sûriyeyê bi vê bawer bin ku êdî palpiştên wan hene, ne bi tenê ne û dê şoreşa wan ango serhildana ku bikin jî rastî piştgiriyê werin. Ji ber îro Şoreşa Jin a li Rojava çawa bû îlham ji Serhildana Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, dikare hêz bide jinên li Sûriyeyê jî. Divê jinên Sûriyeyê baş zanibin pêvajo ne pêvajoya berê ye, êdî fersendên dîrokî hene divê ku qezenc bikin, hêz û îradeya xwe di bin siya desthilat û desthilatdaran de nehêlin û bikaribin bibin yên ‘Xwe’.

Şandeyên jinan ên rojanmevan, aktîvîst û jinên ku di siyaseta derve û welatê xwe de dikarin bandore çêbikin ku li ser bangewaziya Kongra Star derbasî qada şoreşa jinê bûn. Şoreşa Jin li Rojava wekî kulîlka gezgez binav kirin ku tevî ba, baranê û rewşên hewayî yên dijwar ew gul şîn tê û pir li ber xwe didie, wekî Şoreşa Jin çiqasî êrîşên qirkirinê û wêranî hebin jî lê çêkirin û avakirin jî heye. Ya herî girîng divê ku rê ji projeya çareseriyê ya ku jinan hilgirtiye re vebibin. Divê deriyên Rojhilata Navîn û cîhanê li welatên ku lê şer her gur dibe de ji jinan re vebin ku xwînrijandinê lê rawestîne û aştiyê pêk bîne. Ya girîng li hember dewletên kujer û tecawîzkar jinên azadîxwaz destpêkê xwe, paşê derdorên xwe baş birêxistin bikin û bi yek dengî têkoşîna ku jinan kiriye destek bikin û bikaribin bibin xwedî par û rol. Ji ber eger îro nekin wê piştî sedsaleke din jî nikaribin ew hest û îradeya tê tepiskirin derbixînin. Eger ew nekin tekez wê kes ji bo wê jî gavekê biçûk be jî navêje, azadî tiştekî ewqasî giranbuha ye ku di oxira wê de can jî mal jî tê dayîn. Azadî pêkan e gava ku jin bi nexşereya çareseriyê bi awayekî bihêz dakevin qadan û banga guhertinê bikin. Ev pêkan e û ne dûr e jî. Jin ji çêkirina xwarinê û rêveberiya malê ber bi çêkirina şoreşan û rêveberiya welatan ve diçin. Êdî jin ber bi lûtkeyê ve diçin. Jin bi bask bûne û êdî difirin ku wê tu qefes azadiya wê dîl negir in û wê neçarî jiyaneke ne bi dilê wê nekin.

Sûprîzên pir xweş û dîrokî li benda jinên kurd in. Divê ku hêviyên xwe winda nekin û li bendê bin ku çawa têkoşîna wan ya demeke dirêj destpêkirine, bi encam dibe. Yekitiya jinên kurd wê bibe wesîleya pêkhatina yekitiya gelê kurd. Yên ku rêya azadiyê vedikin û pêwîstiya wê dibînin jin in. Çawa pêşengtiya şoreşan kirin, dikarin pêşengtiya pêvajoya piştî wê jî bikin ango dikarin rêveberiya pêvajoya siyasî jî bikin. Êdî çareserî û nexşeya çareseriyê ku wê demokrasî edalet azadî û aştiyeke domdar ji gelan re dabîn bike, di destê gelê kurd û jinên Kurd de ye. Divê ku cîhan vê bawer bike û li gorî wê tevbigere.

Êdî dem dema azadiyeke jêveneger e. Bi vê azadiyê bawer kirin û meşîna di rêya pêkanîn û bidestxistina wê de erkekî her jinek û her kesekî ye. Ji ber ku dabînkirina azadiyê her kesî digire nava xwe û her yek jî jê berpirsiyar e. Qêrîna li dijî kujerên jinan û hişmendiya mêr-dewletê gava herî destpêkê ye.

Li Rojava 8ê Adara 2025an bi rihê gotin, pênûs û kamereya Cîhan Bîlgîn a li Bendava Tişrîn-Pira Qereqozaqê, bi hêviyên Heyfa Erebo ku li ser axa başûrê Kurdistanê bi awayekî herî hov hat qetilkirin de, Menîce Heyder, Kerem Şihab, Arjîn Kobanê, Xezne Ebdî, Hêza Kobanê û Zozan Hemo û di bin dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriya Demokratîk ve”, tê pêşwazîkirin. Jinên Rojava dê 8ê Adara îsal bi baweriya Sûriyeke Demokratîk û hêviya ku bi beşdarbûna jinên Sûriyeyê li hemû bajaran pîroz bikin.