12 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xelata aştî û demokrasiyê dan Îbrahîm Ozden Kaboglu

Odeya Bijîjkan a Amedê Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya îsal da Serokê Baroya Stenbolê parêzer Îbrahîm Ozden Kaboglu û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê.

Odeya Bijîjkan a Amedê bi boneya eşkerekirina Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya 2025an li odeya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserolê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen daxuyanî da. Serokê Odeya Tabîban Veysî Ulgen diyar kir ku ew wek Odeya Bijîjkan a Amedê ji bo piştgiriyê bidin kes û saziyên ku piştevaniyê didin mafên mirovan demokrasi û aştiyê her sal “Xelata aştî, Hogirî û Demokrasiyê” didin. Veysî Ulgen, da zanîn ku ev xelat di heman deme de nîşaneya îfadeya têkoşîna wan a ji bo edalet, azadî û serweriya hiqûqê ye û wiha got: “Îro azadiya xwe îfadekirinê, serweriya hiqûqê û nirxên wek demokrasiye di bin xetereyê de nin. Di bin sîha şer û pevçûnan de hewldanên aştiyê zede nayên destekkirin. Ji ber vê xelatkirina parastvanên mafên mirovan, rewatiya têkoşîna wan ifade dike.”

Veysî Ulgen di berdawamiya axaftina xwe de bal kişand ser parêzer û Serokê Baroya Stenbolê û wiha got: “Prof. Dr. Îbrahîm Ozden Kaboglû ku bi sala ye ji bo serweriya hiqûqê û mafên mirovan têdikoşe û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ku têkoşîna azadiya çapemeniyê dimeşîne, hêjayî Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya 2025’an hatin dîtin.”

Veysî Ulgen, da zanîn ku dê di 15ê Adarê saet di navbera 12.00-17.00ê de li Çand Amedê torenekê li dar bixin û xelatan bidin.