Tevgera Jinên Azad (TJA) di çerçoveya bernameyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de li parka Meleyê Cizîrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, çalakiya zincîra jiyanê li darxistin. Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li bernameyê bûn.Jin li parkê kom bûn û wêneyê jinên hatinê kuştin hilgirtin. Jin heta ber çemê Dîcleyê bi dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” meşiyan û li vir daxuyanî dan.
Di daxuyanî de aktivîsta TJAyê Berîvan Kutlu axivî. Berîvan Kutlu bal kişand ser kuştina jinan û wiha got: “8 Adarê li hemû jinan pîroz be. Li hemû qadên jiyanê jin hatine kuştin. Di fereseta mêr de guherîn tune ye. Divê em li dijî fereseta mêr bitêkoşin. Heta jin azad nebin em ê her roj bikin 8ê Adarê. Dema em dixwazin ji bo jinan daxuyanî bidin li derdora me digrin lê dema jin tên kuştin û rastî destdirêjayiyê tên tiştek nakin. Îro em li ber Çemê Dîcle ku gelek jinan ji ber zextên zilam xwe li vir xeniqîne dibêjin heta jin mafên xwe bi dest nexînin têkoşîna me wê bidomê.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.