Tifak bi wateya xwe ya ferhengî mirov dikare bêje ku ev pevy ji bo lihevkirin û lihevhatinê tê bikaranîn. Bi taybetî jî lihevkirina di navbera dewletan an civakan de yekitiyê bi xwe re ava dike. Tifaka gelan an jî tifaka dewletan bi têkiliyêk li ser bingeha berjewendiyên hevpar pêk tê û berjewendiyên hevpar peyda dike. Ji bo tifakek serkeftî pêk bê divê berjewendiyên hevpar ji bo hemû pêkateyên tifakê pêk bê. Ku ji bo hemû pêkateyên civakê heman tişt bi cîh neyê ew lihevkirin wekhevî, aramî aştî bi xwe re nayîne. Serdestî û bindestiyê bi xwe re tîne. Ceribandinên sed salên ku cîhê ku wekhevî tune be li wê derê bêedaletî û tundî heye. Ji ber wî jî divê her pêkateyên tifaka li gor hiqûq û exlaqê tifakê tevbigere.
Li ser vê esasê dema ku mirov tifaka kurd û tirkan dinirxîne bi taybetî jî ji ittihat û terakiyê vê de xuya dike ku tirkan ligor hiqûqê tifakê tevnegeriyaye û neheqiyek mezin li kurdan hatiye kirin. Tifaka kurd û tirkan xwediyê dîrokekî dirêj e. Dema ku tirk ji Asyaya Navîn hatin Kurdistanê di sala 1071en de şerê tirkan û bizansiyan li Milazgîrê çêbû. Wê demê kurd li ser navê mislimantiyê piştgiriyê dan tirkan û deriyê Kurdistan û Anatoliyê ji tirkan ra vekirin. Tifaka kurd û tirkan bi binasiya mislimantiyê bû. Lê ev tifak piranî bi karê tirkan hat. Tifaka duyemîn a girîng a di sala 1514an da di şerê Çaldiranê ku di nava Osmaniyan û Safaviyan de qewimî, çêbû. Di vê şerê de kurdan piştgirî dan Osmaniyan û Safavi têk çûn. Piştê vê tifakê jî deriyê Rojhilata Navîn û Efrikaya Bakur ji Osmaniyan re ve bû. Binasiya ve tifake jî mezhep bûn. Di van her du tifakan da her çiqas aliyê biqezenç tirk bin jî neheqiyên mezin pir li kurdan çênebû ye.
Lê di tifaqa li hember otorîterîzma Evdilhemîdê duyemîn de, di xebat û çalekiyên ittihat û terakiyên de û di tifaka pêvajoya damezrandina komarê de tirkan li gor hiqûq û exlaqên tifakê tevnegeriyan, neheqî û zilmên mezin li kurdan kirin. Di tifaka ittihat û terakiyên de armanc li hember otorîterîzma Evdilhemîdê duyemîn li ser rêbaza Osmanîtiyê Împaratoriya Osmaniyan were xelaskirin û jiyanek azad û wekhev bê damezirandin. Lê dema ku tevgera îttîhat û terakî bi ser ket Evdilhemîdê duyemîn ji text hat xistin ittihat û terakî jî berê xebatên xwe ji rêbaza Osmanîtiyê dan birdoziya tûraniyê û di serî de ji gelên kurd bigire hemû gelên cuda inkar kirin û qir kirin.
Di pevajoya damezrandina komarî de Mistafa Kemal serî li kurdan xist û xwest bi kurdan re tifaq bike. Kurd û Mistefa Kemal ku li ser navê hikumeta Enqereyê tevdigeriya li ser domandina xelîfetiyê wê mafê xwe birêvebirinê/muxtariyet an jî xweseriyê bi hev kirin. Ev lihevkirin him di encamnemaya kongreya Erzeromê û hevdîtina Amasyayê de cîh girt him jî di serî de ji hela Mistefa Kemal û gelek aktorên wê demê de di daxuyanî, hevpeyvîn, demeç û axaftinên xwe de anîn ziman. Lê dema ku komar hat damezrandin Mistefa Kemal û hikumeta Enqerê li gor hiqûq û ehleqê tifakê tevnegeriyan û tifakê jî ji bîr kirin. Komara nû bi tenê li ser nasnameya tirkan bi pergalek yekperestî avakirin. Ziman, çand, folklor û hemû nasnameyên kurdan ên civakî/kollektîf înkar kirin. Dema ku kurdan li hember vê neheqiyê nezarîbûna xwe anîn ziman û daxwaza bicihanîna soz û peymanan kirin, hatin kuştin, qirkirin, koçberkirin û girtin. Lê dîsa jî kurdan dest ji têkoşîna mafe xwe ên xwezayî û jiyana wekhev bernedan.
Îro dîsa em di dirojên dîrokî de derbas dibin. Piştê têkoşîna sed sal bişûnde dîsa îxtimala deriyê tifaka kurd û tirkan derket holê. Sed sale neheqiyek mezin li kurdan hat kirine. Lê kurdan têkoşîn û helwesta xwe ya jiyanek hevpar û jiyanek wekhev domand. Îro hatiye astekekê ku çareseriya mafê kurdan li ser zemîna demokrasî û wekheviyê xwe daye ferzkirin. Ev çareserkirin jî encex bi tifaka kurd û tirkan pêk tê. Lê mixabin nûnerên dewleta Komara Tirkiyeyê hewldidin ku disa ne li gor hiqûqa tifakê tevnegerin. Bi tenê li gor berjewendiyên tirkan tevbigerin û piştê ku karê xwe bi kurdan biqedînin dîsa pişta xwe bidin kurdan. Lewma di 27ê Sibata 2025en de pêşniyariya tifaka jiyana demokratîk, wekhev û azad bi pêşengtî û wêrektiya Ocalan hat. Bangawaziya Ocalan a di 27ê Sibata 2025an bi tenê ne ji bo rêxistina wî yanî PKKyê bû di heman demî de ev bangawazî ji bo nûner û desthelatdariya dewleta Tirkiyeyê û raya gîştiya Tirkiyeyê jî bû. Ocalan ji nûnerên û desthelatdariya dewleta Tirkiyeyê ra digo ku ‘naskirina aliyê siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqê pêk bê ew ê PKK çek deyne û xwe tasfiye bike’
Heta îro tifaqên di nav kurd û tirkan bi rêbaza hevpariya olî û têkiliya xwişk û biratiyê pêk hatiye. Lê ev rêbaz wekhevî û azadî ji kurd û tirkan re nehaniye. Îro bi pêşengtî û wêrektiya Ocalan derfetek nû derket holê. Divè nûner û desthelatdarên Tirkiyeyê baş guh bidin bangawazî û pêşniyarên Ocalan. Ji bo kurdan derî li siyaseta demokratîk vekin, hiqûqa kurdan nas bikin û ji bo tifakek û destpêkek nû li ser zemîna demokrasî, wekhevî û hevpariyê aştiyek bi rûmet û mayînde bê vê welatê.